Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pasdaran giranîyê dide kirîna zavîyan li Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kolaneke bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê di nav kavilan de maye, Rewşa şepirze û nebûna piştgirîya hikûmetê di warê nûavakirinê de rê bo Pasdaran hêsan kir ku zevîyan li wir bikire, li gorî çalakgerekî ji deverê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Kolaneke bajarê Meyadînê yê Dêra Zorê di nav kavilan de maye, Rewşa şepirze û nebûna piştgirîya hikûmetê di warê nûavakirinê de rê bo Pasdaran hêsan kir ku zevîyan li wir bikire, li gorî çalakgerekî ji deverê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) giranîyê dide kirîna zevîyan li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, li gorî çalakgerekî herêmî.

Ev kirîn yan bi rêya rêkeftinên rasterast bi rejîma Sûrîyayê re pêk tên, yan jî navênkarên Sûrî yên bi navê Pasdaran tev digerin wan hêsan dikin, çalakvanekî ji Dêra Zorê, bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Ebid got ku bi van metodan û rêbazan, di encamê de Pasdaran "rûbereke mezin a zevîyan, xanîyan û firoşgehan" kirîn li çendîn deverên Dêra Zorê, bi taybetî li Elbû Kemal û Meyadînê.

Hewla Îranê ya çesipandina bandorîya xwe li rojhilatê Sûrîyayê dikeve xizmeta ajandeya wê ya herêmî bo vekirina korîdorekê heta bi Lubnanê û Deryaya Sipî, bo ew bikaribe bi rêya wê çek û çekdaran veguhêze û bazirganîyê berfireh bike.

Wî got ku kirîn ji alîyê rejîma Sûrîyayê ve tê hêsankirin, efserên Pasdaran ligel sazîyên hikûmeta Sûrîyayê kar dikin bo bidestxistina kargehên ku li ser zevînan hatine avakirin ku xwedanên wan li derve ne -- Sûrîyên ku bi salan li derveyî welatê xwe dijîn.

Wî got ku dema kirîn diqede, kaxezên fermî bo Wezareta Pîşeszîyê ya Sûrîyayê tên şandin.

Ebid da zanîn ku di hinek rewşên din de, efserên Pasdaran an nûnerên wan pereyeke mezin didin bo dest deynin li ser zevîyan, ku hinek caran sê qatan li nirxên bazarê ne, bo xwedî tema bikin ku kirînê zû biqedîne.

Wî got ku ev rêbaz heta radeyekê "serkeftî ye" ji ber rewşa aborî ya Sûrîyayê û hejarîya ku herêm daye ber xwe.

Navbênkar êdî naskirî ne

Wî got ku hinek Sûrîyên tev Pasdaran dixebitin di vê xebatê de hatine naskirin, di nav de du kes ji gundê Husênîyayê, yên ku milîseke ser bi Pasdaran ve damezrandine.

Wî got ku ev zilam bi awayekî berfireh zevîyan dikirin, û endamên milîsên wan li zevîyên ku kirîne kom dibin heta ku ew radestî Pasdaran tên kirin.

Li gorî Ebdi, "milîsa herwiha kesên ku qayil nabin mulkên xwe bifiroşin Pasdaran tehdîd dikin, bi armanca ku wan neçar bikin ku qayil bibin bifiroşin".

"Sivîl xwe li Pasdaranê digirin ji ber ku têkilîya wan bi rejîma Sûrîyayê re ne tebat e, ji ber ku rejîmê xwe ji çendîn rêkeftinên xwe bi êl û eşîretan re vediziye," wî got.

Ev alozî û nerihetî gurtir bûn paş dema ku hêzên rejîmê 40 xort ji Meyadînê girtin, û ew hemû birin devereke ne dîyar bobo tevlî erkê leşkerîya neçarî bibin.

Ebid got ku ev yek paş ku rejîma Sûrîyayê soz dabû rûsipîyên êlan ku ew dê leşkerîya wan a neçarî bo heyameke dirêj bi paş bixe, yan ew dê wan neçar neke ku hemû di heman demê de tevlî leşkerîyê bibin tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500