Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî hewl didin ku herikîna dahatên DAIŞê qut bikin

Xalid Taî

Ev herdu mêrên li parêzgeha Nînewayê di 10 Adara 2018an de hatin girtin, bi firoştina darêjeyên zîv bo temwîlkirina DAIŞê sûcdar in. [Wêne ji yekîneya Suqûrê ya hewalgirîyê hatiye wergirtin]

Ev herdu mêrên li parêzgeha Nînewayê di 10 Adara 2018an de hatin girtin, bi firoştina darêjeyên zîv bo temwîlkirina DAIŞê sûcdar in. [Wêne ji yekîneya Suqûrê ya hewalgirîyê hatiye wergirtin]

Piştî têkçûna serbazî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê, hêzên Îraqî xebatên xwe zêde kirine daku jêderên temwîlkirina rêxistinê destnîşan bikin û wêran bikin, jêderên ewlekarî got.

Qutkirina jêderên van dahatan "berêtîyeke mezin e", peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê Sebah Numan ji Diyaruna re got, û not kir ku kêmkirina temwîlkirinê dê alîkarîyê bike di rêgirtin li ber şanên terorî yên DAIŞê ku careke din xwe kom bikin.

"Em bi ajansên hikûmet û ewlekarîyê re kar dikin, mîna Banka Navendî, daku herikîna temwîlkirina endamên DAIŞê bi çi bihaneyê be qut bikin," wî got.

Ev tedbîr hatine dîzayinkirin bo "nehêlin terorîst careke din xwe kom bikin û endamin nû tecnîd bikin û bi vî awayî careke din dest bi çalakîya xwe bikin", Numan got.

Wî got ku ew tam weke operasyonên serbazî yên din yên nehiştina paşmahîyên DAIŞê "serkeftî bûn" û veşartgehên wan armanc dikin.

Wî got ku hevkarîya mezin di navbera ajansên hewalgirîyê û yên dijî terorîzmê yên navdewletî û yên Îraqî de, xabatên armanckirina temwîlkirina terorê qayim dikin.

Girtina sermayedarên DAIŞê

Ji dawîya sala 2017an ve, dema ku DAIŞ li Îraqê hat têkbirin, hêzên Îraqî bi dehan sermayedarên, ku li pişt perdeyan kar dikirin da ku pereyan biguhêzin û berhev bikin û wan bidin dest rêxistinê, girtin.

"Guhestina pereyan di rêya ofîsan û navbeynkarîyan re jêdereke sereke bo temwîlkirina DAIŞê bû," Fadil Ebû Rexîf, pisporekî ewlekarî, ku pispore derbarê rêxistinên terorî, wiha şirove kir.

Weke beşekî ji pêngava nehiştina temwîlkirina terorê, hin torên temwîlkirinê yên mezin destên wan di temwîlkirina DAIŞê de heye, wî ji Diyaruna re got.

Di nav wan de tora Rawîyê ya darayî, ya ku xwedanê gelek kompanîyan û weberhênanên biyanî nye, yên bi "dora mîlyonên dolaran di gelek sektorên mîna firoşkarên otombîlan, milk û xwedîkirina masîyan dixebitin", wî got.

Deh endamên torê, bi rêveberîya Fewaz Rawî, di operesyonên ku ji alîyê Hêzên Operesyonên Taybet ên Îraqî û Hêzên Dijî Terorîzmê yê Kurdî ve li Bexda û Hewlêrê bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî di Cotmehê de hatibûn girtin.

Herwiha di Cotmehê de, hêzên ewlekarîyê bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî sermayedarê DAIŞê Amir Salim Hemza girt, piştî ew ji Mîrnişînên Yekbûyî yên Îmaratê hat vegerandin.

Herwiha hejmarek ji hevkarên wî, yên ku kompanîyên xizmetguzarîyên darayî li herêma Kurdistanê bi rê ve dibirin û yên ku destên wan di temwîlkirina DAIŞê de hebû, hatin girtin.

Jihevxistina torên tawanbar

Di 21ê meha Sibatê de, hêzên hewalgirîyê yên Îraqî toreke ji 15 Îraqîyan û 20 welatîyên Fransî, yên ku bêtirî 500 Milyon dolar ligel wan bû, ji hev xistin, tora ku di weberhênê de û herwiha di temwîlkirina DAIŞê de dihatin bikaranîn.

Ebû Rexîf got ku herwiha hêzên hewalgirîyê sermayedarên ku berpirs bûn ji temwîlkirina rêxistinêdema wê erdên Îraqî kontrol dikir girtin.

Di nav wan de girtina 21ê Adarê ji endamekî DAIŞê re yê berpirs bû ji komkirina bacan ji rêxistinê re, ya ku ji alîyê yekîneyeke hewalgirî ve hat cîbicîkirin.

Ligel sepandina bacan li ser xelkên li devera li jêr kontrola wê, DAIŞê pere ji bo gencîneyên xwe ber hev kirin di rêya bi qaçaxî firoştina neft hunerkarî û herwiha zêr û zîv, û sewal û berhemên kiştûkalî.

Xebatên hewalgirî û ewlekarîyê bo girtina çi kesê tê dîtin ku temwîla terorîzmê dike "hêja ne werin pesindan", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şubêb ji Diyaruna re got.

"Vê dawîyê em bi fermandarên ewlekarî û hewalgirî re civiyan û me ew ji çalakîyên hêzên xwe bo birîna temwîla DAIŞê agahdar kirin," wî got, û da zanîn ku ev xebat bûn encama girtina çendîn kesan û toran.

Wî teqez kir ku van rêkarên "bihêz û kêrhatî" rol gerandin di qutkirina piştgirîya aborî de bo terorîstan û şanên wan ên razî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500