Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şenagla Îraqê bang bo nûavakirineke lezgîn dike

Xalid Taî

Bêwarên li navçeya Şengalê ya Îraqê alîkarîyên xwarinê werdigirin di vê wêneya ku divegere dîroka 12ê Kanûna Yekem ya sala 2016an. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Bêwarên li navçeya Şengalê ya Îraqê alîkarîyên xwarinê werdigirin di vê wêneya ku divegere dîroka 12ê Kanûna Yekem ya sala 2016an. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Tevî ku ev çar sal û nîc derbas bûne ji çaxa ku ew ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye vegerandin, navçeya Şengalê ya parêzgeha Nînewayê hîn derdê kêmbûna xizmetguzarîyan dikişîne, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re got.

"Parlemanê Îraqî berî du salan deng da bo Şengal weke devereke bobelatbûyî bê destnîşankirin," şaredarê navçeya Şengalê Fehed Hamid Çarşemê (3yê Nîsanê) got.

Wî got ku tevî ku armanc ji gavê ew bû ku dest bi nûavakirinê bikin, xebateke gelekî kêm bo sazkirina binesazî û xizmetguzarîyan li navçeyê hatiye kirin.

"Navenda navçeyê bi dora rêjeya 85% hatiye wêrankirin û rêjeya sazkirina avahîyan û deverên xizmetguzarîyan kêmî asta tê xwestin e," Hamid got.

Kêmbûna xizmetguzarîyên giştî û pêla nûavakirinê ya hêdî li Şengalê tê wateya ku "piranîya niştecîyên bêwar ên navçeyê hîn li kampên li herêma Kurdistanê dijîn", Hamid got.

"Ne bêtirî 100,000 kesî li navenda navçeyê û gundên wê û komeleyên hevbeş dijîn," wî got.

Wî daxuyand ku dora 300,000 niştecîyên Şengalê yên bêwar aniha li herêma Kurdistanê bi cih bûne, û dora 100,000 kesên bêwar ji navçeyê ber bi derveyî welat ve penaber bûn di van salên dawî de.

Hamid dîyar kir ku "nêzî 2,300 malbatan li kampên, ku li ser lûtke ûquntarê çîyayê Şengalê hatine avakirin, bi salan e dijîn, û azara sermaya zivistanê û germahîya havînê dikşînin."

Şert û mercên vegerê ne berdest in

Ev xelk, ligel dora 14,000 kesên ku aniha li bajarokê Sinûnê, li bakurê navçeya Şengalê, bi cih in "nikarin vegerin ji ber malên wan wêran bûne û ji ber ew ji teqemenîyan ditirsin", Hamid got.

Hamid da zanîn ku "pênc kombûyînên niştecihî û 20 gund li başûrê navçeya Şengalê hene ku hîn bi temamî ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî nehatine paqijkirin, lewra em nikarin niştecihên wan vegerînin."

Hamid anî ziman ku "zevîyên çandinîyê û gelek bistanên berfireh li navçeyê hene, lê îroj ew paşguhkirî ne û xwedîyên wan ji ber paşmahîyên şer û bombeyên neteqandî nikarin vegerin."

Wî got "rewşa xizmetguzarîyên me zehmet e, û em bang li hikumetê dikin ku hemû xebatên xwe bike bo sivikkirina barê xelkê û vegerandina herêmê weke berê."

Navçeya Şengalê li rojavayê Nînewayê dikeve û piranîya niştecîyên wê Êzîdîyên Îraqî ne, yên ku rastî binpêkirinên dijwar hatin li ser destên DAIŞê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500