Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Hevpeymanîyê bingeheke nehênî ya DAIŞê li Enbarê wêran kir

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî êrîşekê li ser veşartgeheke DAIŞê li rojavayê Enbarê di dîroka 8ê Kanûna Yekem a 2018an, 2018 pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî êrîşekê li ser veşartgeheke DAIŞê li rojavayê Enbarê di dîroka 8ê Kanûna Yekem a 2018an, 2018 pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û Hevpeymanîya Navdewletî bi hev re bi ser ketin di rûxandina "bingeheke terorî" ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li rojavayê Enbarê, berpirsekî êlên Îraqî Sêşemê (2yê Nîsanê) ragihand.

"Paşmahîyên terorîstan rastî gurzeke mezin berî çar rojan hatin, dema ku yek ji bingehên wan ên nepenî bû armanca êrîşeke asmanî ya bi dîqet ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî," serkirdeyê êlan, Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşa asmanî bingeheke DAIŞê li Wadî Zuxêdanê, li navçeya biyabanî ya li nêzî bajarê Hedîayê, wêran kir, û wî da zanîn ku êrîş li ser "bingeha agahîyên hewalgirî yên ku ajansên hewalgirî yên Îraqî dabîn kiribûn".

Wî ragihand ku "bombebaran bû encama wêrankirina tunêlekê, wesayitekê û du motorên du dolab," û dora 11 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî bi şênîyên Enbarê re di dîroka 12ê Tîrmeha 2018an de dicivin, bo nîqaşkirina pêşxistina hevkarîyê bo nehiştina şanên mayî yên DAIŞê yên li deverên biyabanê. [Wêne ji fermandarîya Firqeya 1ê ya Piyade hatiye wergirtin]

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî bi şênîyên Enbarê re di dîroka 12ê Tîrmeha 2018an de dicivin, bo nîqaşkirina pêşxistina hevkarîyê bo nehiştina şanên mayî yên DAIŞê yên li deverên biyabanê. [Wêne ji fermandarîya Firqeya 1ê ya Piyade hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku êrîşa asmanî "çar xwekujên ku xwe di wesayitê de diveşartin, û du xwekujên ku li ser motorên du dolab siwarbûyî bûn û yên ku li tunêlê mabûn kuştin".

Obêdî eşkere kir ku şanê "plan dikir ku bi dizî derbasî Hedîsa û bajarokên li derdorê bibin û êrîşên xwekujî pêk bînin".

"Bi saya amadebaşîya ajansên ewlekarîyê û hewalgirîyê û destêwerdana lezgîn a balefirên şer ên Hevpeymanîyê, bingeha terorîstan hat wêrankirin," wî eşkere kir.

Şopandina paşmahîyên DAIŞê

"Liv û tevgerên paşmahîyên DAIŞê û kesên xwe vedidizin eşkere ne," Obêdî got.

Wî got ku ev jî bi saya piştgirîya xelkê ye, bi taybetî yên ku li gundên dûrdest dijîn, û bi saya hevkarîya wan bi hêzên ewlekarîyê re.

Wî dîyar kir ku di yek ji van bûyerên dawî de, milîtanek hat girtin û yekî din hat kuştin paş ku ew ji Sûrîyayê bi dizî derbasî Îraqê bûn û xwe li navçeya Hamidiyayê li rojavayê Enbarê veşartin.

Wî got ku du hevwelatîyên Îraqî hatibûn şopandin "ji dema ku ew derbasî nava welat bûn, û ew ketin di kemîneke plankirî de".

"Şopandina bermahîyan [ên DAIŞê] li biyabana rojavayî li ser du rêgehan didome," Obêdî got.

Wî got ku rêgeha yekem, ya rojavayî ,ji bajarokê Bexdadî ya parêzgeha Enbarê bo Qaimê, Rutbayê û sînorê bi Sûrîyayê re dirêj dibe, û rêgeha duyem, ya bakurî, ji Gola Hedîsayê ber bi parêzgehên Nînewa û Selahedînê ve dirêj dibe.

Wî got ku "yekîneyên êlan û ewlekarîyê herî kêm operasyoneke ramaliştinê her heftî bi beşdarîya artêşa Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî pêk tînin," û depoyên çakan û xanîyên vehewanê yên DAIŞê wêran dikin.

Dariştina planeke ewlehî ya nû

"Em dikarin bibêjin ku me hemû terorîstên ku xwe li biyabanê vedieşartin têk birin," Obêdî got. "Komên pir biçûk ên dijmin li deverên biyabanî yên dikevin di navbera qadên herdu Fermandarîyên Operasyonên Cezîrê û Selahedînê de mane."

Wî da zanîn ku fermandarîyên ewlekarî "dixwazin ku planeke nû debirêjin, bi taybetî piştî kuDAIŞ li Baxoza Sûrîyayê hat şikestin", û xaka dawî ya ku rêxistinê li her du alîyên sînor kontrol dikirin hat vegerandin.

Obêdî got ku plana yekem giranîyê dide pêngavên lêgerînê û bihêzkirina hevahengîyê di navbera yekîneyên cihêreng ên ewlekarî û xelkê de li deverên biyabanî yên Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500