Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çi êrîşên kîmawî yên din çêbibin Frensa Rûsya û Sûrîyayê dike berpirs

Caravanserai û AFP

Vîdyoyeke ku ji alîyê Berevanîya Sivîl ya Sûrîyayê li ser Twîterê hatiye weşandin zarokên ku rastî êrîşa kîmawî ya tê angaştin li ser Dûmayê dîyar dike, li Xûtaya Rojhilatî ya Sûrîyayê. [Brêveberîya Sivîl a Sûrîyayê Twitter/AFP] di vîdyoyeke din de, ji rûpela Facebookê ya Komîteya Hevahengîya Bajarê Dûmayê zarok û mezin tên dîtin ku dermankirinê werdigirin û bi avê hatine şûştin di avahîyeke bijîşkî de li Dûmayê piştî heman êrîşa kîmawî [Komîteya Hevahengîyê ya bajarê Dûmayê/AFP]

Fransa hîn hişyar e derbarê ku çi çekên kîmawî yên qedexekirî li Sûrîyayê werin bikaranîn û, li gel hevkarên xwe yên hevpeymanîyê, biryar daye ku çi kirarên di vê vî warî de ji alîyê rejîma Sûrî ciza bike, berpirsên Fransî dibêjin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) di 1ê Adarê de teqez kir ku gaza klorê li dijî bajarokê Dûmayê yê li jêr kontrola opozîsyona Sûrî hat bikaranîn di sala 2018an de, di raporteke dawî de ya derbarê êrîşa kujer ku gelekî bendewarîya wî hat kirin, AFP ragihand.

Desteya çavdêrîyê ya ku li Lahayê ye got ku du bermîlên ku dibe klor di wan de bû di avahîyeke niştecihî de li bajarok hatin teqandin , wî anî ziman ku "ku sedemine pêkan" hene ku gaza klorê ya reaktîv weke çekekî di 7ê Nîsanê de hatiye bikaranîn.

Piranîya civaka navdewletî gazin ji Serokê rejîma Sûrîyayê Beşar Edse û piştgira wî Rûsîyayê ki, û Frensa, Brîtanya û Amerîka li hember wê yekê êrîşên asmanî girtine ser avahêyên serbazî.

Barhilgira balefiran a Frensî Charles de Gaulle di 13ê Adarê de gihişt kenarê Surîyayê daku piştgirîya hêzên hevpeymanîyê bike li herêmê. [USCENTCOM]

Barhilgira balefiran a Frensî Charles de Gaulle di 13ê Adarê de gihişt kenarê Surîyayê daku piştgirîya hêzên hevpeymanîyê bike li herêmê. [USCENTCOM]

Malbatin bi giştî hatin dîtin "ku gaz li wan hatibû barandin û mirin" di penageh û malên wan de li Dûmayê di 7ê Nîsana bûrî de, li gorî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê, ên ku herwiha weke Xodeyên Spî tên naskirin. [Xozeyên Sipî]

Malbatin bi giştî hatin dîtin "ku gaz li wan hatibû barandin û mirin" di penageh û malên wan de li Dûmayê di 7ê Nîsana bûrî de, li gorî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê, ên ku herwiha weke Xodeyên Spî tên naskirin. [Xozeyên Sipî]

Kurekî Sûrî di 22ê Kanûna Duwem a sala 2018an de radihêje rûpoşekî oksijînê li ser rûyê zarokekî piştî ku êrîşeke gazê ya hat ragihandin. Ji destpêka şer ve li Sûrîyayê di sala 2011an de, hikûmeta Beşar Esed bi awayekî dubare ji alîyê lêkolînerên NY ve hat bersûckirin ku wî gaza klor û sarînê li dijî sivlan bi kar anîye. [Hesen Mihemed/AFP]

Kurekî Sûrî di 22ê Kanûna Duwem a sala 2018an de radihêje rûpoşekî oksijînê li ser rûyê zarokekî piştî ku êrîşeke gazê ya hat ragihandin. Ji destpêka şer ve li Sûrîyayê di sala 2011an de, hikûmeta Beşar Esed bi awayekî dubare ji alîyê lêkolînerên NY ve hat bersûckirin ku wî gaza klor û sarînê li dijî sivlan bi kar anîye. [Hesen Mihemed/AFP]

"Rejîma Sûrî çekên kîmawî di êrîşên serbazî de bi kar anîne ji sala 2012an ve, ne tenê li Xûtayê, lêbelê herwiha li Xan Şêxûnê, Letaminê, Seraqib û Dûmayê, bi hezaran ks kuştin û birîndar kirin," Wezîrê Derve yê Frensî Jean-Yves Le Drian di daxuyanîyekê de di 1ê Adarê de, got.

"Ez gelekî bikaranîna çekên kîmawî li çi deverê û di şert û mercan de be şermezar dikim û biryara Frensayê ku şerê bêcizakirinê bike," wî got.

Wezîra Berevanîyê ya FrensîFlorence Parly got ku welatê wê pabend e ku şerê bikaranîna çekên kîmawî bike di 18ê Adarê de di gotarekê de li Waşintona paytext.

"Dema ku Esed çekên kîmawî bi kar anîn, Frensa, Brîtanîya li wir bûn li gel Amerîkayê da ku êrîşên deqîq bigirine ser avahîyên kîmawî," wê got, û wê balkişand ser êrîşên cizayî li dijî rejîma Esed di Nîsana 2017an de ji ber bikaranîna çekên kîmawî.

"Eger pêwîst be em dê careke din bikin," Parly got.

Agedarkirina wê hat dema ku Koma Hilgira Balefirên Fransî, CTF473, gihan dervey berava Sûrîyayê di 13ê Adarê de da ku piştgirîya, li gorî daxuyanîyekê ji alîyê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî.

Koma Hilgira Balefiran ji barkera balefiran Charles de Gaulle û keştîyên rêçenas û yên piştgirîyê tê bikaranîn, hin ji wan ji alîyê welatên hevalbend ve hatine dabînkirin, daxuyanîyê got, wê anî ziman ku dema ku ew giha herêmê, barhilgira balefirên Refalr Marinê û Hawkeye avêtin da ku piştgirîya hêzên hevpeymanîyê li ser erdê bikin û agahîyên hewalgirî bdin hev.

Koma Hilgira Balefiran li wê deverê ye biyara hevpeymanîyê ku nehêle ti çekên kîmawî werin bikaranîn û ku ew dikare bersiva wê yekê bike jî têne bîra wan.

Dîroka êrîşan

Di raporta xwe ya dawî de, OPCW angaştinên rejîma Sûrî ku gaz ji alîyê avahîyên opozîsyonê li deverê hatin red kir.

"Ji analîzkirina agahîyên ku hatin berhevkirin dema wan serdana deverê kir li depo û agahîyên gumanbar ên çêkirina çekên kîmawî, ti nîşan nebûn ku ne yek ji herdu avahîyan jî destên wan di çêkirina wan de nebû," wê got.

Rûsya, ya ku piştgirîya Esed dike, raport red kir û careke din angaşt kir ku ev kirarên hovane xwebexşên rigarkirinê yên Sûrî yên weke Xodeyên Spî tên naskirin "bi wan rabûne", rêxistineke mirovî ya xwebexş ku herwiha weke Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê tê naskirin.

Mosko bi awayekî rêzikî ev bersûckirin dikirin weke beşekî ji xebata windakirina agahîyan ya berdewam da ku gazinên bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê Sûrîyayê ve paşguh bike.

Li gel "angaştinên berdewam" derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê , OPCW misyona xwe ya serbixwe bo naskirina rastîyê di sala 2014an de ava kir. Wê bêtirî 70 haletên bikaranîna gaza jehrî ya tê angaştin ku li Sûrîyayê ji sala 2014an ve hatine bikaranîn lêkolîn kir.

Di sala 2015an de, OPCW tevlî NY bû da ku komîteyeke sehkirinê ya hevbeş çêkin ku bigire ser milên xwe û destnîşan bike bê kî li pey wan êrîşên kîmawî bû li Sûrîyayê.

Di Cotmeha sala 2017an de, komîteyê raporteke qutebir weşand ku dît ku hêza cewî ya Sûrî gaza sarînê li ser gundê Xan Şêxûnê yê li jêr kontrola opozîsyonê barand di Nîsana sala 2017an de, bi dehan sivîl kuştin.

Rûsya, piştgira Esed ya herî mezin û hikûmeta Sûrî bûyîna êrîşa bi gaza sarînê ya xedar red kir, ew vê yekê dibêjin derbarê dîmenên êşa qurbanîyên ku zarok di nav wan de.

Raporteke OPCW encam da ku "gelekî gengaz e" ku gaza sarînê di Adara sala 2017an de li gundê Letaminê hatibe bikaranînê. Herwiha gazin ji Rejîma Sûrî hat kirin ku gaza klorê li sê gundên din di salên 2014 û 2015an de bi kar anî.

Mosko berdewam hewl da ku peygerînên bikaranîna çekên kîmawî asteng bike da ku hevalbenda xwe biparêze. Di Mijdarê de, Rûsya bi bin ket di hewldana xwe de ku desthilatdarîya nû ya OPCW ku gazinên tawanên şer dan beş bike dema wê nang kir bo deng danê derbarê budceya rêxistinê ya sala 2019an.

Nîgeranîya ji ber rewşa Idlibê

Herwekî ku rejîma Sûrî giranîya êrîşên xwe birine ser Idlibê, asêgeha sereke ya opozîsyonê, tirs heye ku careke din çekên kîmawî werin bikaranîn.

Waşintonê di 14ê Adarê de Rûsya û hikûmeta Sûrî bersûc kirin ku ew berpirs in derbarê "zêdekirina tundîyê" li parêzgeha Idlibê piştî balefirên Rûsî êrîşên asmanî kirin, ev êrîşên yekem in bi vî awayî ji dema agirbesteke Rûsî-Tirkî di Îlonê de, AFP ragihand.

Herî kêm 13 sivîl, di nav wan de şeş zarok, hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Amerîka gelekî bi tirs çavdêrîya tundîya zêde dike di van rojên dawî de li Idlibê û deverên derdora wê ji ber êrîşên asmanî û topavêja rejîma Esed û ya Rûsî," Peyvdarê Wezareta Derve Robert Palladino got.

"Tevî ku Rûsya angaşt dike ku ew terorstan armanc dike, ev operesyon bûne sedema kuştina bidehên sivîlan û bersivdarên yekem armanc kiirn ên hewl dan ku jîyana kesên li ser erdê biparêzin," wî anî ziman.

Weke alîyekî di rêkeftina agirbesa Îlonê bi Tirkîyayê re, "Rûsya barê berpirsyarîya van operesyonên êrîşker bi awayekî tam girte ser milê xwe", Palladino got.

Armanc ji agirbestê ew bû ku dûrî êrîşeke plankirî ji alîyê rejîmê û piştgira wê ya Rûsî bikevin ên ku komên alîkarîyê ditirsin ku bibe çirawîska krîza mirovî ya herî bed heta îro di şerê ku ev heşt salan berdewam e.

Êrîşa hikûmetê hat rawetandin, lê ti kesî şert û mercên agirbestê pêk neanîn.

Ev bûyera dawî ne cara yekem e ku Rûsya û Sûrîya hewl dane ku şerê tund li Idlibê gur bikin, di Kanûna Yekem de, Rûsya êrîşên asmanî girtine ser Idlibê piştî ku çîrokeke bi derewan çêkir derbarê bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê djberên Sûrî ve weke hewldanekê da ku agirbestê lawaz bikin.

Palladino hingê got ku Rûsîya û Sûrîyayê ev bûyer "weke fersendekê ku bawerîyê kêm bikin da ku agirbesta Idlibê rawestînin" bi kar anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500