Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Şirovekar: Vekişîna artêşa Amerîkî dê ziyanê Îraqê bike

Faris Omran

Şêwirmendekî serbazî yê Hevpeymanîya Navdewletî semînerekê derbarê rênimayên pevçûnê dide leşkerên Îraqî yên Fermandarîya Opersyonên Bexdayê di 4ê 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şêwirmendekî serbazî yê Hevpeymanîya Navdewletî semînerekê derbarê rênimayên pevçûnê dide leşkerên Îraqî yên Fermandarîya Opersyonên Bexdayê di 4ê 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporine ewlekarîyê û berpirsine Îraqî yên ji Diyaruna re axivîn hişyarî dan ku biryarên doza vekişîna hêzên biyanî ji Îraqê dikin dê encamên neyînî li ewlehîya welêt bikin.

Du blokên parleman ên bi ser Îranê ve biryareke ku bang li vekişîna hêzên biyanî dike deranîn, ku demekê bo vikîşînê nîşan dide.

Ev qanûndayîn dê li ser dora 5,200 leşkerên Amerîkî yên li Îraqê pêk bê li jêr lihevkirinekê bi hikûmeta Îraqî bo şêwir, alîkarî û piştgirîya hêzên Îraqî di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Eger ji hêla parlamenta Îraqî hat qebûlkirin, dê reşnvîsên qanûnî Îraqê lawaz bikin, wê ji civaka navdewletî bi dûr bixin û dê desthilata Îranê li herêmê xurt bikin, pisporine ewlekarîyê eşkere kirin.

Leşkerine Îraqî û şêwerimendên Hevpeymanîya Navdewletî tecrubeyeke serbazî bi cebilxaneya jîyandar li kampa Besmayê ya li başûrê Bexdayê di 19ê Hezîrana 2015an de pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî û şêwerimendên Hevpeymanîya Navdewletî tecrubeyeke serbazî bi cebilxaneya jîyandar li kampa Besmayê ya li başûrê Bexdayê di 19ê Hezîrana 2015an de pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Qanûndayîna pêşinyarkirî "valahîyeke dijwar" di navbera hêzên sîyasî yên Îraqî yên vê rêkarê erê dikin û yên wê red dikin de derxist holê, Îsam Feylî profesorê zanistên sîyasî yê Zanîngeha Mustensirîyayê wiha ji Diyaruna re ragihand.

Feylî got ku "alîyekî sêyem dibîne vekişîna hêzên biyanî divê ne tenê li ser hevpeymaîya navdewletî pêk were lê belê divê li ser şêwirmendên Îranî û kesayetên ku li Îraqê xwedî hebûneke nepen in jî pêk were."

Li dijî reşnivîsên qanûnî derketin

Feylî anî ziman ku ew bi dijberên vê qanûnî re ye çi ku "leşkerên hevpeymanîyê ne hêzên ku li ser erdê şer dikin, lê belêew perwerdekar û pispor in ku li baregehên serbazî bi cih dibin û bo xebatine destnîşankirî tên erkdarkirin."

Ev xebat têkildarî "perwerdekirin û bilindkirina asta şerkirnê bo leşkerên me ne, û herwiha hevahengîya hewalgirî û û aramnckirina asmanî ya şanên terorîst , ku hîna xwedî gef in," wî got.

Wî anî ziman ku li navendeke kontrolê ya navendî li devera Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, pisporên serbazî yên navdewletî bi pisporên Îraqî re kar dikin da paşmahîyên DAIŞê bişopînin û çalakîyên wan têk bibin.

"Em pir gerekdarî hevpeymanîyê ne, û bi taybet Amerîkayê, ji ber ku wê balfirine pêşketî bi 4.5 bilyon dolar pêşkêş kiriye, herwiha dora 185 tankên Abramzê û alavên teknîkî jî," Feylî got.

Wî dîyar kir ku em gerekdarî pisporên hevpeymanîhyê bo çaksazkirin û nûkirina van alavan ne."

Feylî teqez kir ku biryara vekişîna hêzên biyanî encamine din digire dest ku "ev hêz dê belkî nema piştevanîya me ya serbazî bikin eger dîsan gef li ewlehîya me hate xwarin."

Wî destnîşan kir ku encam ne tenê dê ewlehîyê bixin metirsîyê, ji ber "piştevanîya navdewletî ya bo nûavakirina welatê me û zorbirirna encamên şer jî belkî bandorê bikin.

Îran dixwaze valahîya ewlehî dagire piştî derketina hevpeymanîyê bo hebûn û dexthilata xwe li Îraqê xurt bike "bo xwe ji zextên sîyasî û aborî yên ku civaka navdewletî li ser ferz dike vedize."

Wî da zanîn ku lê ev bandor dê pevçûnekê li herêmê rû bike û Îraqê bike pêşberî vê bablîsokê," û got ku "hemû hêzên sîyasî divê dijwarîya van encaman berî standina çi biryara ku vekişînê erê dike di ber çavan re derbas bikin."

Fişarên Îranê

Îran fişaran li ser Îraqê dikedi rêya alîgirên xwe yên di girseya parlamentê ya Hevpeymanîya Binayê de da hêzên parlamentan ên vê biryarê red dikin neçar bike ku erê bikin, analîzerê serbazî û stratejîk Rebî'e Cewarî wisa ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku projebiryar "bi tu awayî ji Îraqê re ne baş in" lê belê ew xizmeta rejîma Îranê ya dixwaze Îraq xwe bispêre Îranê û wê ji cîhanê bi dûr bixe dike.

"Vekişîn xizmeta stratejîya Îranê dike ku Îraq kontrol bike û lingên xwe di Sûrîya û Libnanê de rade û herî dawî jî Deryaya Spî heta dewletên Kendavê û Yemenê," wî anî ziman.

Cewarî dîyar kir ku "Îraqî baş armancên rastîn yên Îranê dizanin, û xwepêşandanên gelêrî ku li Besrayê sala par rû dan û şewitandina balyozxaneya Îranî li wir delîlekî belî yê vê yekê ye."

"Îroj gelê Îraqî naxwaze sîyasetmedar bi vekişîna hêzên bîaynî ve dakevin, lê belê dixwazin berê xwe bidin mijarên ku bi salan welat gazinan jê dike," wî got.

Wî eşkere kir ku ev mijar xerabûna xizmetguzarîyan û gendelîyê li ser asteke mezin dihundirîne ku samanên wan diçin û cihekî ji terorîstan re li welêt peyda dikin.

Li ser ewlehîyê "metirsîyeke mezin"

Biryarsatndina vekişîna dewletên hevpeymanîya navdewletî û şêwirmendên wan ji Îraqê "metirsîyeke mezin" nîşan dide, rêveberê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Mehmûd Cibûrî anî ziman.

Cibûrî got ku wî gelek operasyonên serbazî li dijî DAIŞê dîtine, da zanîn jî ku gelek ji wan ji ber hevpeymanîya navdewletî serkeftî bûn.

Cibûrî dîyar kir ku ev operasyonên têkbirina paşmahîyên DAIŞê li geravên çemê Dicleyê li nêzî Mûsilê dihundirînin ku "leşkerên me zêdeyî carekê hewl dan derbas bibin lê bêhûde bû heta balafirên hevpeymanîyê şer bi dawî kir."

Cibûrî anî ziman ku ev dever aniha "ji çalakîyên terorîst xalî ne û aram in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500