Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Tehrîr el-Şam du zanîngehan li Sûrîyayê qapat dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên Zanîngeha Azad a Helebê nerazîbûnekê li dar dixin li dijî biryara Tehrîr el-Şam a girtina zanîngeha wan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Azad a Helebê nerazîbûnekê li dar dixin li dijî biryara Tehrîr el-Şam a girtina zanîngeha wan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam branşên Zanîngeha Azad a Helebê ûZanîngeha Navdewletî ya Felatê girtin tevî nerazîbûna fakulteyê û xwendekaran.

Ev biryar hate pêş piştî ku birêveberîyên zanîngehan qayil nebûn fermanên a jê re tê gotin "Hikûmeta Felatê", bişopînin, hikûmeta ku weke enîya siyasî ya Tehrîr el-Şam tê naskirin.

Sazîyan biryarên ku rê ji kontrolkirina hevbendîya tundrew ji zanîngehan û menhecên wan re vedikin red kirin, çalakgerê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ji dema biryara girtinaZanîngeha Azad a Helebê û Zanîngeha Navdewletî ya Felatê ji alîyê Encumena Bilind a Zanîngehan a Hikûmeta Felatê hat dayîn, alozî li hinek navçeyên parêzgehên Helebê û Idlibê belav bûne.

Profesor û birêveberên Zanîngeha Azad a Helebê redkirina xwe ji biryara Tehrîr el-Şam re, ya têkildarî girtina zanîngeha wan, raber kirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Profesor û birêveberên Zanîngeha Azad a Helebê redkirina xwe ji biryara Tehrîr el-Şam re, ya têkildarî girtina zanîngeha wan, raber kirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wî got ku hewlên Tehrîr el-Şam ên kontrolkirina birêveberîyan û menhecan li her du zanîngehan, weke armancên dûr ji perwerdahîyê ve ji alîyê zanîngehê, staf û xwendekaran ve hat dîtin, û nîgeranî heye ku ev yek dê menhecan nêzî armanc û xeta îdyolojî ya Tehrîr el-Şam bike.

"Stafên fêrkirinê û xwendekar çalakîyên xwe dewam dikin, bi lidarxistina xwenîşandanan û kampanyayan li bêhtir ji deverekê bi armanca fişarxistin ser encumenê bo ji biryara xwe vegere," Esaf got.

Gefxwarina li xwendekaran

Alozî û gir jî di navbera şanedeke Encumena Bilind a Zanîngeha û delegeyeke xwendekaran, birêveberan û zanîngehan di civîna dawî de serî hildan, piştî ku xwendekar bi girtinê û bidûrxistinê hatin tehdîdkirin.

Wî teqez kir ku hevbendîya tundrew gef kir ku wan "ji devera li jêr kontrola xwe bi dûr bixe, çawa ku wê li hember dijberên xwe yên din pêk anî".

Wî got ku siberoja akademî ya bi hezarên xwendekaran li ser terazûyê ye paş ku Tehrîr el-Şam destûr da wan ku xwe veguhezin Zanîngeha Helebê, ku ev yek jî ne pêkan e ji ber rewşa aborî ya piranîya xwendekaran.

Wî daxuyand ku yek ji astengan zehmetîya hatinûçûna ji deverên gundewarî ye.

Wî got ku ev faktor dê rê li ber çûna gelek xwendekaran bo zanîngehê bigire, dê gelek profesor, staf û birêveberan û karkeran bêkar bihêle.

Esaf got ku ev yek tevlî kêşeya bêkarîyê ya "li deverê bû, ya ku kar lê weke gencîneke nirxdar a bi dest nakeve tê naskirin".

Endamên Tehrîr el-Şam du birêveberên Zanîngeha Azad a Helebê girtine: cîgirê serokê beşê zanistî yê zanîngehê, Îmad Xetab, û serokê ofîsa darayî, Ehmed Rabih Belo.

Esaf got ku wan herwiha xwendekarek bi navê Bişir Başî girt, ji ber sedemên têkildarî xwenîşandanan, û derxistina tiştên branşên zanîngehan û birina wan bo cihekî nenaskirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500