Nûçeyên Iraqê
Aborî

Enbar dest bi avakirina devereke pîşesazî li nêzî sînorê bi Urdinê re dike

Seyf Ehmed li Enbarê

Îraq careke din dergehê sînorî yê Trêbîlê yê bi Urdunê re di sala 2017an de vekir paş ku parêzgeha Enbarê ji DAIŞê hat rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna] 

Îraq careke din dergehê sînorî yê Trêbîlê yê bi Urdunê re di sala 2017an de vekir paş ku parêzgeha Enbarê ji DAIŞê hat rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna] 

Berpirsan eşkere kir ku Îraqê dest bibi avakirina bajarkî pîşesazî yê hevbeş bi Urdunê re kir li devereke dûrdest a biyabana rojavayî ya parêzgeha Enbarê.

Bajarê, ku qewle ta dawîya sala 2019an bê qedandin, dê li ser sînorê di navbera Îraq û Urdunê de, li nêzî dergehê sînorî yê Trebîlê, bê avakirin.

Dergehê sînorî careke din di sala 2017an de hat vekirin piştî girtina ku sê salan dirêj kir ji ber sedemên ewlehî paş dagirkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji rûberên berfireh re li Îraqê.

"Hikûmeta navendî li Bexdayê û hikûmeta xwecihî li Enbarê, li gorî rêkeftineke pêşwext bi Urdunê re, dest bi avakirina yekem bajarê pîşesazî yê hevbeş di navbera her du welatan de kirin," endamê encumena parêzgeha Enbarê, Hamid Dulêmî ragihand.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî ji dergehê sînorî yê Trêbîlê, li nêzî Urdunê, ber xwe didin bajarê Rutbayê li parêzgeha Enbarê. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî ji dergehê sînorî yê Trêbîlê, li nêzî Urdunê, ber xwe didin bajarê Rutbayê li parêzgeha Enbarê. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Devera pîşesazî, ku bi rûbera 24 kîlometrên ducar re, dê ofîs, froşgeh, cihên bêhinvedanê, valahîyên mezin ên parkîngkirina wesayîtan û otombîlan, ajansên rêbwarîyê, bîroyên pevguhertina keresteyan û firoşgehên xizmetguzarîyên otombîlan bihundirîne.

Berfirehkirina bazirganîyê bi welatên cîran re

Dulêmî got ku hikûmeta xwecihî ya Enbarê dixwaze "xizmetguzarî û projeyên pir mezin, bi taybetî li ser sînorê di navbera Îraq û welatên cîran, Sûrîya, Urdun û Erebistana Siûdî de dest pê bike".

Berfirehbûna projeyên pîşesazî û xizmetguzarîyê dê derfetên kar ji bêkaran re peyda bike û aborîyê li Enbarê geş bike, wî ji Diyaruna re got.

Bunyadkirina bajarê pîşesazî yê hevbeş bi rêya fînanseke mezin a hikûmeta Urdinî pêk hat, endama encumena parêzgeha Enbarê, Amîra Adayî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wê daxuyand ku ev proje dê ne bi tenê derfetên kar ji ciwanên Enbarê re peyda bike, belê dê xizmetguzarîyên îdarî, pîşesazî û darayî ji rêbwarên ku di navbera Îraq û Urdunê de çûnûhatinê dikin peyda bike.

Wê teqez kir jî ku ew dê rolekê di geşkirina bazirganîyê di navbera her du welatan de bigerîne.

"Dê di dema pêş de projeyên li ser asteke pir mezin bên bicihanîn, nemaze li ser sînor," Adayî got, "bo piştrastbûn ji berdewambûyîna tevgera bazirganîyê di navbera Îraqê û welatên cîran de".

Derfetên weberanînê

Birêveberîya Weberanînê ya Enbarê kar dike bo destnîşankirina derfetên weberanînê û projeyên xizmetguzarîyê bo pêşxistina dergehên sînorî yên parêzgehê bi Urdun, Erebistana Siûdî û Sûrîyayê re, endazyarekî ji birêveberîyê, bi navê Receb Îyada Mihemedî ragihand.

"Şahrêya navdewletî yek ji berîtîyên me yên pêşerojê ne," wî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku ev xebat dê xizmetguzarîyên avakirinê û projeyên pîşesazî li dirêjahîya şahrêyê bihundirîne.

Wî got ku ev yek dê derfetên kar ên teknîkî û endazyarî ji ciwanan re peyda bike.

Mihemedî ragiand ku "kompanîyên biyanî, Erebî û Îraqî kar bo destnîşankirina derfetên weberanînê li Enbarê dikin", nemaze yên li navçeya Ferata Jorîn li rojavayê Enbarê, ya ku samanên xwezayî û hesinan dewlemend e û golên avê, çeman û biyabaneke berfireh dihundirîne.

"Kompanîyên biyanî projeyên mezin li Enbarê bi cih tînin, mîna bunyadkirina bajarekî pir pêşketî yê [zîrek] li ser peravên Gola Hebanîyayê li rojhilatê Remadî," wî got.

Wî got ku projeyên din ji avakirina yekîneyên niştecihbûnê û avakirina febrîqeyan li seranserê Enbarê pêk tên.

Enbar derbasî qonaxeke din a çalakîya aborî, xizmetguzarî û bazirganîyê dibe di dergehên xwe yên sînorî bi Sûrîya, Urdun û Erebistana Siûdî re paş binxistina DAIŞê, aborînas Nazim Cabirî ji Diyaruna re got.

"Aniha, kompanîyên biyanî û Erebî li Enbarê weberanînê dikin," wî got.

Wî got ku piranîya projeyên ku dê di demeke nêz de li parêzgehê bên bicihanîn derfetên weberanînê ne, ku dê alîkarîyê di pêşxistina aborîya xwecihî de û peydakirina derfetên kar de bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ li fînanseke din digere di cihê fînansên Siûdî, Îmaratî û Qeterî de. Aniha, ew tiştekî nûpeyda û namo ne!!!

BERSIV BIDE