Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sîstemeke lêpanê ya nû da ku Rewaya Enbarê ji derbasbûna DAIŞê ya bi dizî biparêzin

Xalid Taî

Zabitên serbazî li Rewayê detpêkirina sîstema çavdêrî û lêpanê ya nû li bajar û deverên wê yên biyanî temaşe dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Zabitên serbazî li Rewayê detpêkirina sîstema çavdêrî û lêpanê ya nû li bajar û deverên wê yên biyanî temaşe dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Desthilatdarîya Îraqî vê mehê li bajarê Rewayê û deverên wê yên biyanî li rojavayê parêzgeha Enbarê dest bi sîstemeke çavdêrîyê û lêpanê kir da ku hewldanên "Dewleta Îslamî" ku bi dizî derbasî bajar bibin têk bibin.

Hikûmeta Rewayê ya xwecihî projeyê bi hevahengîya li gel hêzên ewlehî cîbicî dike, projeya tê xwestin ku kamere û pêdivîyên çavdêrîyê yên pêşketî li bajar û deverên derdora wî deynin.

"Me xwe amade dikir ku sîstemê cîbicî bikin ji çaxa ku me navçeya îdarî ya Rewayê ji jêr kontrola DAIŞê vegerand, di dawîya sala 2017an de," şaredarê Rewayê Husên Ekîdî ji Diyaruna re got.

Cihê bajar ê ku bi dirêjahîya sînorê Sûrî heta rojava û biyabana berfireh ya ku wî ji hemû alîyan ve dorpêç dike, hişt ku desthilatdarîya wî ya xwecihî "dest bi vê projeyê bike da ku bi awayekî tam piştgirîya hêzên ewlehî bike", wî got.

Sîstema çavdêrîyê ya ku di 5ê meha Adarê de hat çalakkirin "bi dehan kamereyên germî yên diqeta wan bilind bo bi şevê bibînin ên şîyana wan heye ku ji dûr ve kifş bikin dihewîne, li gel pêdivîyên çavdêrîyê û hişyarîya zû yên din".

Wî got ku ev alav têkildar in, wî anî ziman ku navenda çavdêrîyê û kontrolkirinê di avahîya şaredarîyê ne li gel akraneyekê da ku pêşkêş bike û vîdyo û datayên dijîtal qeyd bike.

Misogerkirina deverên biyabanî

Sîstema lêpanê aniha rojane 24 saetan kar dike"em hêvî dikin ku rewşa ewlehî qayim bikin bi awayekî ku dê derfetê bide me ku çi tevgerên gumanbar û hewldanên derbasbûna bi dizî yên bajarê me armanc dikin hebin wan zû kifş bikin ".

"Ew dê herwiha rêbazekî çalaktir bo çavdêrîkirina devera biyabanî ya derdora bajar dabîn bike û dê derfetê nede ku ti hewldan ji alîyê dijmin ve çêbibe ku xwe li wir veşêre yan biyabanê bo avêjtina mûşekan bi kar bîne," wî got.

Biyabana li Rewayê, ya weke Jezîrê tê naskirin, "hat misogerkirin, lê ne bi temamî, ji ber ew gelekî fireh e û nêzî Sûrîyayê ye", Ekîdî got.

Wî got ku hêzên ewlehî bi Fermandarîya Operesyonên Jezîrê re û lîwayê artêşê yê 28an berdewam bi erkên parêzî radibin da ku biyabanê bimalin.

Bêy van operesyonan, bermayîyên DAIŞê "dê karibin cih ji xwe re li biyabanê bibînin cihê ku dê jê gefê li bajar û tevahîya parêzgeha [Enbarê] bixwin", wî anî ziman.

''Guhertina kwalîteyê''

Sîstema lêpanê "projeyekê bêhempa ye û guhertineke xwedî kwalîte di sektorê ewlekarîyê de dîyar dike," Şêx Riyad Emar Hemîd, serokê muxtaran û kesayeteke navdar e li Rewayê, got.

"Sîstem derfetê dide ku em bi awayekî befireh çavdêrîya bajarê xwe bikin, bi taybet ji alîyê rojava ve yê ku me navê sêgoşeya mirinê lê kiriye ji ber ew xala sereke bû ya di van her du salên dawî de terorîst tê re derbas dibûn" wî ji Diyaruna re got.

Belavkirina kamereyan li xaçerêyên şarêyan û baregehên hikûmî li bajar û derdora wî dîtineke dûr û dirêj heta di şert û mercên hewayê yên zehmet de misoger dikin, wî got.

Nûnerên birêveberîya xwecihî ya bajar û hêzên ewlehî di hundirê navenda lêpan û kontrolkirinê de xebatan bi hevahengî dikin û destwerdana lezgîn misoger dikin dema ew ti derbasbûna bi dizî yan gefa ewlehî tê kifşkirin.

Hemîd got ku ewlehî li Rewayê aram ma ji çaxa ew bi saya "operesyonên lêgerînê li biyabanê û belavbûna ewlehî ya gelek li bajar".

Herwiha bawerîya welatîyan a zêde bi hêzên wan ên ewlehî roleke mezin di qayimkirina aramîyê de gerand, wî anî ziman.

Dubarekirina xebatan li bajarê Enbarê yên din

Serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd teqez kir ku gelekî girîng e mirov kar bike da ku sîstemên çavdêrîyê li seranserî bajarên parêzgeha Enbarê ava bikin, bi taybet ew deverên nêzîkî sînor.

"Ev demeke dirêj e ku bikaranîna teknolojîya lêpanê ya pêşketî mîna kamereyên germî daxwaza encumena parêzgehê bû," wî ji Diyaruna re got.

Sîstemeke mîna vê alîkarî dike da ku em armancên dijber destnîşan bikin û em barê hêzên ewlehî sivik bikin, wî şîrove kir.

"Em bextewer in ku ev teknolojîya li gel me li Rewayê peyda dibe ji ber ku ev navçe li ser xaçerîyekê di navbera parêzgehên Selahedîn û Nînewayê li bakur û rojhilat û ji ber ew nêzîkî sînorê (bi Sûrîyayê re) li rojava ye," wî got.

"Em hêvî dikin ku hemû bajarên Enbarê, bi taybet bajarokên Rutba û Qaimê yên sînorî, dê sûdê ji van projeyan wergirin da ku bi awayekî tam xalên derbasûnê yên li rojavayê parêzgeha me misoger bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500