Nûçeyên Iraqê
Civak

Niştecihên Dêra Zorê li ser destê rejîma Sûrîyayê rastî zehmetîyan tên

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bazargeha sereke ya bajarokê Elbû Kemalê yê Dêra Zorê hema vala ye. Çalakvanekî xwecihî got ku bilindbûna buhayan hişt kiryar bi dûr bimînin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bazargeha sereke ya bajarokê Elbû Kemalê yê Dêra Zorê hema vala ye. Çalakvanekî xwecihî got ku bilindbûna buhayan hişt kiryar bi dûr bimînin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Niştecih li deverên Dêra Zorê yên li jêr kontrola rejîm û milîsên bi ser Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) rastî rewşine zehemt tên, ji ber ku ev hêz hemû warên jîyanê kontrol dikin, çalakvanekî eşkere kir.

Di encama bacên ku ji hêla van hêzan hatine sepandin de, buhayên şînkahî, fêkî û xwarinên din, herwiha buhayên sotemanîyan jî pir bilind bûne, çalakvan Cemîl Ebid wisa ji Diyaruna re ragihand.

Ebid got ku buhayên van tiştan û xizmetguzarîyan karîna sivîlên Dêra Zorê derbas dike, û bandorke neyînî li jîyana wan kiriye.

Wî dîyar kir ku "hêrsbûn êdî ji ber kirin û xebatên ku berpirsine rejîmê bo aramkirina rewşê pêk tînin rû dide û herwiha ji ber behaneyên bê sûd."

Çekdarin ji milîsên bi ser Pasdaran ve li derdora devera li bajarokê Elbû Kemalê yê parazgeha Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarin ji milîsên bi ser Pasdaran ve li derdora devera li bajarokê Elbû Kemalê yê parazgeha Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ebid destnîşan kir ku nîgeranîyeke din heye, ku ji bo vegerin malên xwe li parêzgehê, divê destpêkê koçber rêdanekê ji hêzên Sûrî û yên Îran piştevanîya wan dikin werbigirin.

Wî daxuyand ku bi sedan malbat li derveyî deverê ne û rê li ber wan hat girtin ku derbas bibin, bi taybetî beşên Elbû Kemalê û gundên derdora wê yên li jêr destê Pasdaran.

"Tu pêşketin" rû nedan

Ebid got ku bi tenê rê bo hinek malbat hat dayîn ku vegerin devera Elbû Kemalê, û wan bi gelemperî destûra vegerê bi dest xist, ew jî bi mercê ku hevkarîyê bi milîsên Pasdaran re bikin.

Pasdarangelek malên Elbû Kemalê desteser kirine, wî anî ziman.

Li gorî Ebid, tevî hemû hewldanên mezinên êlan û kesayetên payebilind bo çareserkirina pirsgirêka vegera bêwaran û baştirkirina rewşê têkildarî bacan de, tu tişt bi ser neket.

Ebid têkçûyîna van xebatan bonakokîyên kontrolkirinê yên di navbera rejîm û Pasdaran de hene vegerand.

Wî got ku weke nimûneyeke van nakokîyan, lîwaya 47an a Pasdaran vê dawîyê nehişt rejîma Sûrîyayê alîkarîyan li dibistana Emîn belav bike.

Wî got prosesa belavkirinê piştî rûdana rûtengijînan di navbera herdu alîyan de hat rawestandin, ku di encamê de şerê bi guleyan dest pê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500