Nûçeyên Iraqê
Penaber

Îraq dê hemû welatîyên ku revîyabûn Sûrîyayê vegerîne

Xalid Taî

Malbatên Îraqî li kampa Holê li Sûrîyayê amadekarîya hatina bo parêzgeha Nînewayê li Îraqê di sînor re dikin, di dîroka 30ê Tebaxa borî. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin] 

Malbatên Îraqî li kampa Holê li Sûrîyayê amadekarîya hatina bo parêzgeha Nînewayê li Îraqê di sînor re dikin, di dîroka 30ê Tebaxa borî. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin] 

Desthilatdarîyên Îraqî amadekarîyan bo vegerandina hemû welatîyên Îraqî yên li kampa penaberan a Holê, li parêzgeha Hesekaya Sûrîyayê, dimînin dike, di nav de jin û zarokên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hikûmet "giranîyê dide vegerandina hemû Îraqîyên ku li kampa Holê li Sûrîyayê dijîn", Elî Ebas Cahankîr, alîkarê birêveberê giştî yê Birêveberîya Karûbarên lawekî, ya ser bi Wezareta Koç û Koçberan, wiha got.

"Me dest bi amadekirina kampekê kiriye li devera Kesik, li rojavayê parêzgeha Nînewayê, bo wergirtina wan, bi karîna dora 4,000 kon û zêdetir jî, li gorî pêwîstîyan," wî got.

Heta aniha wezaretê 16,000 Îraqî ji kampa Holê vegerandine di her du salên borî de, û ew ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) wergirtine û ew di navçeya Şengalê re, li Nînewayê, veguhestine Îraqê.

Malbatên Îraqî digihêjin Îraqê ji kampa Holê li Sûrîyayê roja 1ê Cotmeha borî. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Malbatên Îraqî digihêjin Îraqê ji kampa Holê li Sûrîyayê roja 1ê Cotmeha borî. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

"Dora 30,000 Îraqî li kampê hene," Cahankîr got, û daxuyand ku ev xelk di sînor re revîya bûn Sûrîyayê dema ku DAIŞê di sala 2014n de dest danî ser rûberên berfireh ji xaka Îraqê.

Wî dîyar kir ku kampa Holê hejmareke mezin ji Sûrîyan bi dirêjahîyan çend salan vehewandîye.

Wî da zanîn ku herî dawî, malbatên bi hezarên şervanên DAIŞê yên ku xwe radestî QSD kirin li Baxozê bo kampê hatine veguhestin, û Îraqî jî di nav wan de hene.

Cahankîr teqez kir ku dê hêzên Îraqî pişkinînên ewlehî yên têrûtesel bo kesên ku QSD wan radest dike bikin, û dê piştrast bikin ku yên di kiryarên terorîzmê de cih girtine dê rûbirûyî dadwerîyê bibin.

Jinên DAIŞê kêşeyan li Holê dirust dikin

Pevçûnên tund li Holê serî hildan di navbera jinên DAIŞê yên ku vê dawîyê gihiştine kampê û hîn îdyolojîya rêxistinê hildigirin, û yên ku berî niha tev malbatên ku ji ber tundrewan revîyan gihiştin.

Çend dîmenên jinine ku sloganên alîgir ji DAIŞê re dibêjin, dema ku QSD ew ji Baxozê derxistin, di medyaya civakî de pir belav bûne.

Jinên DAIŞê kêşeyan çêdikin ji dema ku ew gihiştine kampa Holê, û ew jinên din bi kufrê û terikandina şerîetê gunehbar dikin, li gorî raportên madyayî.

Van kiryaran hişt ku birêveberên kampê jinan ji hev veqetînin.

Xebîrê warê ewlehîyê, Seîd Ceyaşî, got ku desthilatdarîyên Îraqî bûyerên herî dawî yên li Holê pir ji nêz ve dişopînin, û hinek vîdyo hatin tomarkirin ku di wan de jinên DAIŞê qala poşmanîyê nakin, lê belê di şûna wê de "soza alîgirîya bi temamî ji rêxistinê re didin".

"Ev yek dê were reçavkirin dema ku hemû Îraqî ji birêveberîya kampê bên wergirtin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku berî vegerandina wan bo welatên wan, dê endamên malbatên Îraqî yên DAIŞê "di rêkarên ewlehî re derbas bibin bo piştrastbûnê ku ew ne li jêr bandora îdyolojîya tundrew in û ne jî di kiryarên tundûtûjîyê de cih girtine", wî got.

Malbatên bêsûc dê tevlî civakê bibin

Ceyaşî got ku dê malbatên ku hêzên ewlekarîyê ew pişkinîn kirine derbasî programeke pêgehandinê bibin "bo alîkarîkirina wan di dîsan-integrasyon û dîsan-rahatin ligel komelgehên wan".

Îraqê heta aniha 382 endamên DAIŞê yên Îraqî wergirtine, ji eslê bi sedan kesên ku xwe radestî QSD kirine yan jî di dema şerê li Baxozê li Sûrîyayê de hatine girtin bi dirêjahîya çend heftîyên borî.

Wî teqez kir ku ev kes ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îraqî ve tên lêpirsînkirin.

Kampên li deverên Xazir, Hesen Şamî, Cedaa û Muderec li Nînewayê mêvandarîya bi hezarên bêwaran dikin, endamê parêzgeha Nînewayê, Ayid Lûeyzî, got.

"Eger planek bo wergirtina hejmarên mezin ên bêwarên ji kampa Holê tên hebe, divê hikûmet piştgirîya xwe bi hêztir bike [ji Nînewayê re], ji ber ku samanên hikûmeta xwecihî sînordar in û bar pir giran e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500