Nûçeyên Iraqê
Penaber

Parêzgeha Kerkûkê dergehên 3 kampên bêwarbûyînê digire

Xalid Taî

Bêwarên ji bajarê Hewîcayê yê Kerkûkê rêya vegera xwe bo malên xwe roja 28ê Sibata 2018an vedikin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Bêwarên ji bajarê Hewîcayê yê Kerkûkê rêya vegera xwe bo malên xwe roja 28ê Sibata 2018an vedikin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Sê kampên bêwarbûyînê li parêzgeha Kerkûkê hatine girtin piştî ku niştecihên kampan vegerîyan malên xwe, parêzgehê Sêşemê (26ê adarê) ragihand.

Ji dawîya 2018an ve, Kerkûkê "karî sê kampên bêwaran bigirin paş ku hemû bêwar li wan dijîn vegerîyan warên xwe", birêveberê medyaya parêzgeha Kerkûkê, Merwan Anî ragihand.

Ev di çarçoveya "planeke hikûmeta navendî de ya bo reçavkirina vê sala weke saleke çarenivîsaz a nehiştina kêşeya bêwarîyê û girtina hemû kampan tê," wî ji Diyaruna re got.

Kampên ku hatine girtin li bajarokên Leylan û Daqûqê hatibûn avakirin bo peydakirina penagehê bo bi hezarên bêwaran, ku piranîya wan ji Hewîcayê, li rojavayê Kerkûkê, bûn.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî vegera bêwaran bo Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê roja 27ê Sibata 2018an dişopînin. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî vegera bêwaran bo Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê roja 27ê Sibata 2018an dişopînin. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

"Xebatên xwecihî ber bi girtina kampên mayî yên li parêzgehê berdewam in bi hevkarî ligel Wezareta Koç û Koçberan û rêxistinên navdewletî," Anî got.

Wî got ku vê carê malbatên li van kampan diman tên pişkinînkirin bo piştrastbûn ku ew ne ser bi komên tundrew ve ne yan piştgirîya wan nakin.

"Piştî ku pişkinîn were qedandin, em dê van bêwaran vegerînin warên wan û kampên wan bigirin," wî got, û teqez kir ku ev yek dê pêkan be bi tenê dema ku ev dever aram bin û ewlehî û xizmetguzarî li wan berdest bin.

Valakirina kampan dest pê dike

Anî got ku di dawîya sala par de, heft kamp di sînorê parêzgeha Kerkûkê de hebûn, û wan dora 8,000 malbatên aware vedihewandin.

Anî da zanîn ku dora 2,000 malbatan -- bi giştî dora 9,000 kesan -- hîn li çar kampên vekirî mane dijîn.

Wî dîyar kir ku bi giştî em dikarin bêwarên li parêzgehê li ser sê koman dabeş bikin.

Koma yeke "şênîyên Kerkûkê ne, bi taybetî yên Hewîcayê, û piranîya wan vegerîyan gund û bajarên xwe û aniha ew jîyana xwe ya normal dijîn," wî got.

"Koma duyem ya bêwaran şênîyên parêzgehên cîran in, mîna Nînewa, Selahedîn û Diyalayê, yên ku berî çend salan li Kerkûkê niştecih bûne ji ber operasyonên serbazî û kirinên terorîst," wî got.

"Hinek ji wan hîn li kampan in, bi hêvîya ku rewşa wan bê çareserkirin û ew bikarbin vegerin malên xwe li parêzgehên xwe," wî got.

Koma sêyem şênîyên 116 gundan li Kerkûkê ne -- bi giştî dora 70,000 kesan -- gundên hatine wêrankirin di dema pevçûnên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

"Hinek ji wan li kampan in, lê piranî yan mal bi kirê girtine yan tev xizmên xwe li bajarê Kerkûkê dijîn, yan jî ji parêzgehê bar kirine," wî got.

"Pir zehmet e ew vegerin berî ku gundên wan ji nû ve bên avakirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500