Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pisporên Îraqî: DAIŞê xaka xwe ji dest da lê dimîne gefek

Xalid Taî

Şervanên QSD di meşekê de beşdar dibin bo pîrozkirinê li nêzî zevîyê neftê Omerê li parêzgeha Dêra Zorê, li rojhilatê Sûrîyayê, roja 23yê Adarê, paş ragihandina jinavbirina bi temamî ya DAIŞê li asêgeha Baxozê. [Delîl Sulêman/AFP]

Ev wêneya ku 24ê Adarê hatiye girtin endamên DAIŞê di wesayîtan de nîşan dide paş ku wan xwe radestî QSD kir li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê. [Giuseppe Cacace/AFP]

Ev wêneya ku 24ê Adarê hatiye girtin endamên DAIŞê di wesayîtan de nîşan dide paş ku wan xwe radestî QSD kir li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê. [Giuseppe Cacace/AFP]

Endamên QSD li gundê Baxozê roja 24ê Adarê dimeşin, rojekê paş ragihandina têkçûyîna DAIŞê li ser destê QSD. [Delîl Sulêman/AFP]

Endamên QSD li gundê Baxozê roja 24ê Adarê dimeşin, rojekê paş ragihandina têkçûyîna DAIŞê li ser destê QSD. [Delîl Sulêman/AFP]

Ev wêneya ku roja 24ê Adarê hatiye girtin, bilindbûyîna dumanê ji pişt wesayitên rûxandî û avahîyên wêranbûyî li gundê Baxozê, rojekê paş jidestdayîna DAIŞê ji asêgeha xwe ya dawî re li Sûrîyayê. [Delîl Sulêman/AFP]

Bidawîhatina şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nayê wateya "bidawîbûyîna rêxistina terorîst", pisporên Îraqî Duşemê (25ê Adarê) ragihand.

Wan got ku jidestdayîna rêxistinê ji bajarokê Baxozê yê Sûrîyayê re, asêgeha dawî ya li jêr kontrola wê, gurzeke dijwar e ji endamên DAIŞê re, lê bele "gefa terorê hîn dimîne".

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) mirina a jê re tê gotin "xîlafeta" DAIŞê Şemîyê ragihand, paş cengeke ku pênc salan li dijî tundrewan dirêj kir, û serkeftin li rojhilatê Sûrîyayê ragihand.

Lê hevbendîya Kurdî-Erebî û piştevanên wan ji hevpeymanîya navdewletî haydarî dan ku hîn şer bi dawî nebûye.

Ev wêneya ku roja 24ê Adarê hatiye girtin pirtûkeke bi Erebî û Rûsî nivîsandî nîşan dide, li tenîşt tifingeke têkçûyî, li gundê Baxozê, rojekê paş ragihandina tûkçûyîna DAIŞê li ser destê QSD. [Giuseppe Cacace/AFP]

Hebûneke DAIŞê li biyabana berfireh a Sûrîyayê heye û herwiha şanên razayî li deverên din ên welatên berbelav in, û hîn jî êrîşên kujêner li dijî deverên li jêr kontrola QSD pêk tînin.

"Di siberoja nêzîk de, DAIŞ dê giranîyê bide êrîşên ker û fer bêhtir ji xebatên kontrolkirina deveran" li Sûrîyayê, xebîrê komên tundrew Tore Hamming ji AFP re ragihand.

"Serkeftina serbazî li Baxozê derbeyeke dijwar e ji terorîstan re û tê wateya bidawîhatina DAIŞê, û wê tevahîya xaka wê kontrol kir ji dest da [di sala 2014an de]," xebîrê stratejî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re ragihand.

"Bi giştî şerê rizgarkirinê bi dawî bûye, lê nema kontrola DAIŞê li ser zemînê ne li Îraqê û ne jî li Sûrîyayê heye," wî got.

"Şerê gerîlatî"

"Di heman demê de, em nikarin bibêjin ku hebûna rêxistinê bi dawî bûye ji ber ku hîna gefa wê heye ji ber paşmahîyên wê û şanên wê yên razayî," wî got.

"Di dema nêz de, jinavbirina endamên mayî ne hêsan e," wî got, û teqez kir ku paş binketina wê, DAIŞ dê giranîyê bide rêxistinkirina rêzên xwe û encamdayîna operasyonên bi şêwazê "şerê gerîlatî".

Berpirsan haydarî ji berdewambûyîna xeterîya ku bi hezarên çekdarên biyanî yên DAIŞê yên di zindanên QSD de girtî ne çêdikin da.

"Bi hezaran çekdar, zarok û jin ji 54 dewletan, ji bilî Sûrî û Îraqîyan, li ba me ne û ew xeterîyeke mezin ji me û civaka navdewletî re durist dikin," Ebdul Kerîm Omer, serokê ofîsa karûbarên derve ya herêma Kurdî, ji AFP re ragihand.

"Hejmar bi awayekî mezin bilind bûn di her 120 rojên dawî yên operasyonên Baxozê de," wî got.

Yekşemê, bi dehan şervanên DAIŞê -- piranî zilam in -- ji tunêlan derketin û xwe radestî hêzên QSD kirin, peyvdarekî bi navê Çêker Amed ragihand.

"Dibe ku hinek ji wan xwe diveşêrin," wî got.

Qonaxeke nû ya ewlehî û xebata hewalgirî

Şerîfî got ku "şerê rêxistinê ji rûbirûhatina leşkerî derbasî qonaxeke nû ya karê ewlekarî û hewalgirîyê bû ku xwe dispêre koleçan û çavdêrîyê di rêya bikaranîna teknelojyayeke pêşketî re."

Wî dîyar kir "hêzên Îraqî pêşketinekê derbarê vê yekê de bi dest dixin," ku bal kişand ser rola hevpeymanîya navdewletî ku "alîkarîyeke pir bibandor" pêşkêş dikin ku terorîstên mayî lawaz kirin.

Şerîfî anî ziman ku "destberdana vê rolê şaştîyeke stratîjîk e ku divê ev şaştî ji alîyê biryarçkeran were bidûrxistin li jêr çi rewşan be çimkî em hîn gerekdarî piştevanîya hevpeymanîyê ne."

Wî da zanîn ku "di rêya piştevanîyê re, ne tenê di warê rahênakirin û çekdarî de, lê belê bi hevahengkirina agahî û operasyonên hevbeş yên paşmahîyên DAIŞê dikin aramnc re."

"Bi saya karînên hevpeymanîyê yên serbazî yên ne klasîk, hevpeymanî agahîyan derbarê cihên veşartina dijmin pêşkêşî hêzên me dike û dihêle em wan aramnc bikin."

Şerîfî da zanîn ku "em bi trorîstinan ku bi komên biçûk di deverke xaknîgarî berfireh û xwedî kendûkozên dijwar de belav bûne têkildar dibin, û têkbirina wan gerekdarî teknelojyayeke pêşketî ye bo çavdêrîya asmanî, radar û operasyonên tektîkî."

Wî anî ziman ku "di dema heyî de em ne xwedî vê karînê ne, û bi awayekî sereke em xwe dispêrin hevpeymanîya navdewletî ku piştevanîya xebatên me bo wêrankirina şane û veşarteghên DAIŞê dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500