Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

QSD "binketina 100% a DAIŞê" radighîne

AFP

Ev wêne roja 23yê Adara 2019an hatiye girtin, wêneyê şervanekî hevbendîya bi serokatîya Kurdan û bi piştevanîya Amerîkayê, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ye ku nîşana serkeftinê bilind dike li asêgeha dawî ya rêxistina Dewleta Îslamî li gundê Baxozê, li rojhilatê Sûrîyayê, paş binketina rêxistina cîhadî. [Giusepe Cacace /AFP]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) roja Şemîyê (23yê Adarê) bidawîhatina hebûna fîzîkî ya rêxistina "Dewleta Îslamî" (ISIS) ya ku dora pênc salan li xaka Sûrîya û Îraqê dirêj kir ragihand, paş derkirina tundrewan ji molgehan wan a dawî li rojhilatê Sûrîyayê.

Şervanên QSD ala xwe li Baxozê bilind kir, li gundê dûrdest ê ku tundrewên ji gelek welatan li wir hîn şer dikir.

Serkeftina QSD dawî li operasyoneke şeş-mehî ya xwîndar li dijî dawîn molgeha rêxistinê anî.

Rêberên cîhanê serkeftin weke nîşangeheke xuya di şerê li dijî DAIŞê û îdyolojîya wê de bi nav kir, lê wan heydarî da ku rêxistinê zencîrek ji êrîşên terorî li seranserê cîhanê pêk anîn.

QSD "binketina 100% a li ser erdê" ya DAIŞê ragihand, peyvdar Mustafa Balî di daxuynîyekê de ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandina serkeftinê bilind nirxand lê wî got ku "haydarî" pêwîst e, û herwiha hevpeymanîya serbazî ya li dijî DAIŞê ya ku welatê wî rêbertîya wê dike got ku şer "pir dûr e ji bidawîbûyînê".

Li Omerê, ku zevîyekî neftê ye ku QSD wê weke fermangeheke meydanî bi kar tîne, şervanan çekên xwe danî rexekî û dest bi dîlan û stiranan kirin.

Ew tevlî berpirsyarên êlên Ereban û berpirsyarên Kurdan, û herwiha şenderekî Amerîkî yê bilind bûn, di pîrozbahîyekê de ku bi helkefta serkeftina dîrokî hatibûn sazkirin, û tê de monumenteke ku hevalrêyên wan bi bîr tîne hat bêvirandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500