Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî bihnê li endamên DAIŞê li Enabrê diçikîne

Xalid Taî

Endamine hêzên hewalgirîyê beşdarî operasyoneke ewlehî dibin li parêzgeha Enbarê di 20ê Adarê de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine hêzên hewalgirîyê beşdarî operasyoneke ewlehî dibin li parêzgeha Enbarê di 20ê Adarê de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Birêveberîya Hewlagirîya Serbazî ya Îraqî şanine "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hev xistin li parêzgeha Enabrê, berpirsekî xwecihî yê Enbarê Înê (22ê Adarê) ragihand.

"Hêzên birêveberîyê vê dawîyê encamine berz bi dest xistin bi têkbirina şanên DAIŞê û girtina endamên razî li parêzgehê, serokê komîteya encumena ewlekarî ya parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

Kiûd dîyar kir ku di Adarê bi tenê de, 14 milîtan li gelek beşên Enbarê hatin girtin ên ku ji tawanên terorîst re xwestî ne û di refên DAIŞê de di heyama şerên rizgarkirinê de şer dikirin.

Kiûd ragihand ku du ji wan têkildarî êrîşekê bûn ku hejmarek leşker li bajarokê Şeqlawîyayê li nêzî Felûcayê di Îlona 2014an de kuştin.

Wî herwiha endamekî DAIŞê yê bi navê Ebû Şeraqa tê naskirin hat girtin, ê ku zarok ji DAIŞê re serbaz dikir.

Kiûd eşkere kir ku roja Pêncşemê, hêzan karîbûn endamekî DAIŞê li Hîtê, ku berpirsê karûbarên fînanskirin û komkirina bacan ji DAIŞê re bû, bigirin.

Berî rojekê, yekîneyên hewalgirîyê yên serbazîşeş endamên şaneke terorîst a DAIŞê girtin, ku di du koman de li Qaim û Kerbelayê dixebitin.

Serkêşîya şerê DAIŞê

Kiûd anî ziman ku Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî "pêşketineke mezin di pêkanîna erkên ewlekarîyê de bi dest xisit."

Wî destnîşan kir ku "wan derbeyên dijwar li DAIŞê xistin di rêya şopandina endam û şanên wê yên razayî re di rêya bikaranîna çavkanîne ku agahînne deqîq heta ji deverên bîyabanî yên ne niştecihkirî peyda dike".

Kiûd daxuyand ku hêzên birêvebrîyê çavdêrîya ajansên peywendîyan û torên wan ên enternetê dikin da wan zeft bikin. Herwiha ew xwe dispêrin agahîyên welatîyan û raportên koleçana asmanî û yên dronan.

Kiûd got ku "girtin bi zanabûneke mezin tên pêkanîn," û da zanîn jî ku dav bo girtina endamên DAIŞê tên bikaranîn, ku hineke din jî gava ew di rêya nanamene sexte derbas dibin tên girtin.

"Terorîst yek û yek dikevin," wî got. "Ev yek pêşketineke mezin di karê hewalgirîyê de tîne ziman ku îroroj şer li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk tîne."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê xebatên hêzên me yên ewlekarîyê û hewalgirîya serbazî pîroz bike! Ew leheng in! Bijî Îraq! Bimire DAIŞ, ya ku bi destên Amerîkayê û Îsraîlê hatiye çêkirin.

BERSIV BIDE