Nûçeyên Iraqê
Civak

Li Idlibê rûtengijîn di navbera sivîlan û Tehrîr el-Şam de diqewimin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam li hejmarek rojnamevan û çalakgerên Sûrî li Idlib û gundewarên wê dan di heftîya borî de, di nav de nûçegihanê ajanseke biyanî bi navê Omer Hac Qedûr, di vê wêneyê de. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li hejmarek rojnamevan û çalakgerên Sûrî li Idlib û gundewarên wê dan di heftîya borî de, di nav de nûçegihanê ajanseke biyanî bi navê Omer Hac Qedûr, di vê wêneyê de. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Rûtengijîn di navbera sivîlan û Tehrîr el-Şam de li gelek beşên parêzgeha Idlibê bilind bûn, û li hin deveran şerekî yekser rû da, tiştê ku hişt birîndar û girtin çêbibin, çalakgerekî xwecihî roja Pêncşemê (21ê Adarê) ragihand.

Rêxistina tundrew her bi dûv çalakger û medyavanan dikeve, û yan jî dest dideyne ser alavên karên wan, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got ku di bûyereke ne asayî de, niştecihên Kefer Texrîmê li başûrê gundewarê Idlibê Tehrîr el-Şam ji bajarokê xwe qewitandin û dest danîn ser rêbendeke pişkinînê li derbasgeha bajarokê ya başûrî.

Di heman demê de, li bajarokê Hasê yê nêzî Maeret el-Numanê, di encama şerê di navbera niştecihan û Tehrîr el-Şam de yek hat kuştin.

Endamên Tehrîr el-Şam gule berdan ciwanê bi navê Mihemed Elî Ferhat, ku niştecihên xwecihî beşdarî kombûyînekê bûbûn da girtina hinek ciwanên xwecihî red bikin.

Idlibî anî ziman ku hejmareke edamên Tehrîr el-Şam bi ser mala medyavan û çalakger Nasir Mensûr de girtin li gundê Hewîcayê li bakurê parêzgeha Hemayê ya li rex Idlibê, û ew birin cihekî ne dîyar.

Tundrewan li hejmareke rojnameger û çalakgeran jî da, di nav de nûçegihanê ajanseke biyanî Omer Hec Qedûr, da rêdanên kar ji Feyleqa Şam wergirin, a ku başûrê gundewarê parêzgeha Helebê kontrol dike.

Bi rikber û xwendekaran re pevçûn

Idlibî got ku rûtengijîn di demekê de hat ku Tehrîr el-Şam dixwaze hemû encumenên xwecihî kontrol bike encumenên ku hîna ne girêdayî "hikumeta rizgarîyê ne."

Wî dîyar kir ku ev yek hişt pevçûnên çekdar rû bidin di heyama çend rojên derbasbûyî de li bajarokê Um el-Sîr li başûrê gundewarê Idlibê.

Idlibî destnîşan kir ku rûtengijîn di navbera Tehrîr el-Şam û Feyleq el-Şam de bilind dibe, ya ku deverine belawela li parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê kontrlo dike ku hema hema tevlî deverên li jêr destên Tehrîr el-Şam dibe.

Wî ragihand ku rêxistina tundrew zextê li xwendekarên zanîngehê jî dike, di rêya sepandina ciline yeker li ser keçan ku ne layîq in û tê payîn ev yek di rojên pêş de protestan gur bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500