Nûçeyên Iraqê
Aborî

Parzûngeha Bêcî berhemdayîna berhemên neftê berdewam dike

Xalid Taî

Endezyar û teknîkkarên Îraqî zirarên parzûngeha Simûdê çaksaz dikin di 22ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Endezyar û teknîkkarên Îraqî zirarên parzûngeha Simûdê çaksaz dikin di 22ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Parzûngeha Simûdê ya Îraqî (Bêcî berê) li bakurê Selahedînê berhemdayîna xwe ya berhemên neftê berdewam kir, pisporekî roja Çarşemê (20ê Adarê) ragihand.

Wezareta Neftê di Îlonê de ragihand ku nûavakirin parzûngehek ji du yekîneyên berhemdayînên yên sereke bi dawî bû, lê wezaretê got ku parzûngeh hewcedarî hinek dem e da dest bi berhemdayînê bike.

Yekîneya parzûnkirinê ya hejmar 2 (Selahedîn 2) berhemdayîna xwe ya seretayî ji 45,000 bermîl ya berhemên neftê rojane dest pê kir, pisporê neftê Hemze Cewahirî ji Diyaruna re got.

Cewahirî anî ziman ku yekîne karîna berhemdayînê ya herî bilind 70,000 bermîlan rojane dertîne.

Parzûngeha Simûdê, di vê wêneyê de di 14ê Tebaxa 2017an de, brhemdayîna xwe ya ji nefta parzûnkirî berdewam kir. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Parzûngeha Simûdê, di vê wêneyê de di 14ê Tebaxa 2017an de, brhemdayîna xwe ya ji nefta parzûnkirî berdewam kir. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Cewahirî dîyar kir ku "tîmên neftê yên wezaretê dixwazin berhemdayîna parzûngehê bigihînin asta wê ya berê ku hemû çaksazîyan bi dawî bikin û yekîneya sereke ya duyemîn (Selahedîn 1) têkeve tevgerê."

Wî got ku herdu yekîne 140,000 bermîl rojane dertanî berî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran bike.

Hêzên Îraqî di Gulana 2015an de karîbûn dorpêçkirina li ser xebatkarên ewlehîyên yên di dezgehê de rakin, yên ku nêzî salekê li dijî hewldanên DAIŞê yên dubarekirî xwe ragirtin da derbasî parzûngehê bibin di rêya xwekujan û çekên cihêreng re.

Cewahirî destnîşan kir ku gava parzûngeh bi temamî hazir bibe, dê karibe heta 300,000 bermîl rojane derîne, da zanîn jî ku 45% ji berhemdayîna wê xwestekên benzîn û sotemenîyên din ên xwecihî dapoşîn dike.

Wî got ku berhemên neftê yên sereke yên ku aniha parzûngeh wan dertîne ev in: benzîn, dîzil, kerosîn (sivik, giran) û nefta xav.

Hewcedarîyên bi hawirdinê kêm dibin

Cewahirî destnîşan kir ku hema parzûngeha Bêcî ket tevgerê, Îraq dê neçar nebe ku xwe bispêre hawirdinê da pêdivîya xwe ji sotemenîyê dapoşîn bike bo êstgehên sotemenîyê û yekîneyên berhemdayîna kehrebê.

Wî got "vegerandina parzûngehê bi karîneke tekûz dê hinardeyên welêt ên sotemenîyê ji welatên cîran kêm bike, ku binkeftîne mezin di budceya wê de çêdike."

Cewahirî anî ziman ku projeyên avakirina parzûngehine nû di rojevê de ne.

Ev parzûngeh, parzûngeha Kerkûkê ya vebiranînê dihundirîne, ku dê karîna wê 70,000 bermîl be rojane gava temam bibe, û parzûngeha Kerbelayê ya Netewî, dê karîna wê ya dawî bigihêje 140,000 bermîlan rojane.

Cewahirî dîyar kir ku tê payîn herdu sotemenîne "xwedî kualîteyeke bilind derînin li gorî pîvanên Euro 5."

Wî anî ziman ku hikumet parzûngehên neftê berfireh dike, yên ku bi rastî dixebitin mîna Dûra li Bexdayê û Şûeybîya li Besrayê.

Cewahirî bo hêsankirina peymanên vebiranînê bang kir da parzûngeh were sazkirin û ji nû ve ava bibe û herwiha xwest xalûxwarzîtî kêm bibe da kargerî çalak bibe.

Wî got ev pêwîşt e da ku em ji asta xwespartinê derbasî asta besbûna tekane bibin, û di dawîyê de em asta hinardeyan vegerînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev hemû bê wate ye. Ez pêşinyar dikim ku hûm serdana parzûngehê bikin û rastîyan bi çavên xwe bibînin.

BERSIV BIDE