Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sûrî salvegera 8an a şoreşê pîroz dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê salvegera 8an a şoreşa Sûrîyayê pîroz kirin. [Wêne ji internetê hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê salvegera 8an a şoreşa Sûrîyayê pîroz kirin. [Wêne ji internetê hatiye wergirtin]

Welatîyên Sûrîyayê roja Înê (15ê Adarê) salvegera heştemîn a şoreşa li dijî rejîmê bi rêzecivîn û çalakîyan pîroz kirin.

Xwendekarên zanîngehê û çalakger li seranserê welat gihan hev bo bilindkirina ala şoreşa Sûrîyayê û gotina slogan û stranên şoreşgerî.

Di nav van çalakîyan de kombûyînek li bajarê Deraayê, ku aniha li jêr kontrola rejîmê ye, û yeke din ku xwendekarên Zanîngeha Idlibê pê rebûn, û wan ala şoreşê bilind kir tevî ku ew ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatiye qedexekirin.

Hejmareke mezin a xwendekarên Zanîngeha Idlibê û çalakgeran pîrozbahîyeke "kurt" a heştemîn salvegera dagirsana şoreşa Sûrîyayê li dar xistin, çalakvanekî ji Idlibê, bi navê Heysem Idlibî, ji Diyaruna re ragihand.

Wan ala şoreşê bilind kir, ya ku Tehrîr el-Şam ew qedexe kiriye û di cihê wê de ala xwe sepandiye, û wan rêzikeke bi navê SYRIA û hejmara 8 bi zimanê Înglîzî pêk anî.

Hinek xwendekaran gotar xwendin û navên sivîl, çalakger û şervanên ku jîyana xwe di ber şoreşê de ji dest dane anîn ziman.

"Hineke din şîlo bûn ku bi zelalî bibêjin ku komên tundrew şoreş revandin, û wan bi tawanên kuştinê û revandinan ên ku wan encam da şoreş felc kir," nemaze li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam.

Çalakgerekî ji Deraayê bi navê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand ku şênîyên bajêr matmayî man dema ku wan dît hejmarek ji ciwan û çalakgeran çalakîyekê li navenda bajar li dar dixin bo pîrozkirina salvegera heştem a şoreşa Sûrîyayê.

Wî got ku ev gav "karekî yekcar wêrekane bû", ji berrewşa pir bi alozî yali bajar û derdora wê di navbera hêzên rejîmê û xelkê de ji ber kambaxbûyîna rewşa aborî, nebûna xizmetguzarîyên hikûmî ûpirs û karûbarên din.

Di nav de binpêkirina rejîmê ji rêkeftinan re, rêkeftinên ku lihevhatin û derketina komên opozîsyonê û radestkirina wan ji çekên xwe re encam dan.

Mesalma got ku hêzên ewlekarîyê hewl nedan ku xwenîşandanan têk bibin ji tirsa ku rewş aloztir bibe, û li derdora cihê ku pîrozbahî lê hat lidarxistin belav bûn, û wêneyên kesên amade kişandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500