Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îran alîkarîyên wêranker bo Sûrîyayê vediguhêze, û aramîya herêmê têk dide

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji Firqeya Raed Mehdî ya Îran piştgirîya wê dike wêneyekê li Sûrîyayê dikişînin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarin ji Firqeya Raed Mehdî ya Îran piştgirîya wê dike wêneyekê li Sûrîyayê dikişînin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ji destpêka şerê Sûrîyayê, Îran alîkarîyên wêranker ji milîtanên xwe re dişîne bo piştevanîya rejîma Sûrî bike û desthilata xwe li herêmê berfireh bike, pisporinan wisa ji Diyaruna re anî ziman.

Delîlekî xurt derbarê têkilîya Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di hinartina çekan bo deverên şer li Rojhilata Navîn de heye, wan got.

Pasdaran bi rêya alîgirên xwe "ewlehîya welatên herêmê lawaz dike da ku bi hêsanî hegemonîya xwe bisepîne," lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejî Fethî Seyid, yê ku karûbarên Îranîyan lêkolîn dike, wiha got.

Pasdaran bi hezarên kesan li Rojhilata Navîn û tecnîd kirine û şan ava kirine, hinek ji wan bûn komine mezin û xwedî desthilateke mezin li welatên mîna Lubnan, Îraq, Yemen û Sûrîyayê, Şîyar Turko, yê fînanskirina Pasdaran lêkolîn dike, wiha ji Diyaruna re şirove kir.

Endamine Hizbelaha Lubnanî li ber mûşekeke Îranî rawestîyane di pêşandaneke serbazî de li bakurê Beyrûtê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine Hizbelaha Lubnanî li ber mûşekeke Îranî rawestîyane di pêşandaneke serbazî de li bakurê Beyrûtê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Turko dîyar kir ku "Îran piştevanîya xwe bo şanan li welatine din jî, mîna Behrîn, Siûdîyê û Kiwêtê berdewam dike."

Turko anî ziman ku van koman alîkarîji Pasdaran wergirtiye da çekan bikirin an jî saz bikin, wan hêz li ser rûyê erdê bi dest xistiye, û bûn alavine xurt di destên wê de.

Wî got ku Îran mûşekên balîstî yên meda dirêj ji Hizbulaha Lubnanî û baragehên Pasdaran ên li Sûrîyayê re şandin, û Hûsîyên (Ensarulah) li Yemenê jî ev mûşek li dijî Siûdîyê bi kar anîne.

Îran rûtengijîyên tayîfî li Sûrîyayê gur dike

"Veguhestina çek û çekdaran bo Sûrîyayê li jêr bihaneya şerê li dijî terorîstan dereweke Pasdaran e," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulah ji Diyaruna re got.

Bi rêya belavkirina vê naratîva derew, Pasdaran dixwaze "armanca xwe ya kontrolkirina gelek erdên Sûrîyayê pêk bîne dakuxewnên xwe yên gihiştina bi Deryaya Sipî bi dest bixe", Ebdulah dîyar kir.

Wî got "Îran çek, cebilxane û mûşek bi deh hezarên tonan veguhestin daku armancên xwe pêk bîne."

Wî destnîşan kir ku veguhestina çekên Îranî bo Sûrîyayê "dê şer ranewestîne lê belê dê şerekî din gur bike, şerekî tayîfî ku ji berê de dest pê kiriye."

Ebdulah amaje kir ku Îran gelek beşên Sûrîyayê tejî çek kirine, bi bihaneya ku ew bi vê yekê gor û mezargehên olî diparêze.

Ebdulah got ku bi rêya van kiryaran, Îran dabeşkirinên tayîfgerîyê li Sûrîyayê gur dike, weke çawa ev yek li Yemen, Lubnan û Îraqê pêk anîye.

"Yekane rêya rawestandina planên Îranî ew e ku herikîna çekan bo nav destên Pasdaran li Rojhilata Navîn were rawestandin, û herwiha rê li berveguhestina çekdarên Pasdaran were girtin, û ji xwe divê veguhestina pereyan bo komên girêdayî Pasdaran were qedexekirin", Ebdulah ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dem baş. Çawa mafê Amerîkayê heye û yê Îranê tune ye. Îsraîl, damezraweya sexte ya Amerîka û Brîtanyayê, heman mafê wê heye, lê yê Îranê tune ye? Ji kerema xwe hinekî biramin û wijdanê xwe şiyar bikin. Vejî vê yekê, ev mafekî Rewa yê Îranê ye, weke hêzeke mezin, bo berevanîkirin li welatên Îslamî.

BERSIV BIDE

Ev bi tenê derew in. Ev malper bi tenê dizanin derewan bikin û xapan bikin.

BERSIV BIDE

Silav û rêz. Ew pir zelal e, û herwiha cihê têgihiştinê û têgihandinê ye, ku welatekî mîna Wîlayetên Amerîkayê - ku ji alîyê din ê cîhanê hatine, û bi rêya firoştin û belavkirina alavên serbazî yên cihêreng li herêma me û herwiha bi rêya belavkirina tevlîhevîyê di welatên herêmê de, tawanên mezin kiribin bo talankirina zangînî û samanên van miletan. Ew pir zelal e ku Îrana birûmet - a ku bervanîyê li jîyan, mulk rûmeta gelê xwe dike, û hemû miletên li jêr zordarîyê dike, û ew di rûyê xwezaya bed a hikûmetê Rojavayî de radiweste, û wan neçar dike ku ji herêmê der biçin, bi qudreta Xwedê- armanca êrîşên reşkirinê yên hemû dijminên kîndar e . Belê, cenga di navbera qencîyê û neqencîyê de ji ezel heye, û bi tenê kesên ku ji bo Xwedê têdikoşin û cangorîyê dikin dê serkeftî bin. Lewra, em ji Xwedê diparin û jê re nimêjan dikin, û em dê weke hecacîyan xwe feda bikin. ... Sipas.

BERSIV BIDE

Îran rêza pîrozîyan digire, û herwiha Îmaman jî, ev derew in û ne rast in.

BERSIV BIDE