Nûçeyên Iraqê
Medya

Şênîyên Rukbanê gotegotên Rûsya û rejîma Sûrîyayê red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şervanekî Ceyş Mexawîr el-Sewra, hêzeke Artêşa Azad a Sûrîyayê ye û hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, piştrast dibe ji nebûna mayînên ku DAIŞê çandine li devera li derdora kampa Rukbanê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şervanekî Ceyş Mexawîr el-Sewra, hêzeke Artêşa Azad a Sûrîyayê ye û hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, piştrast dibe ji nebûna mayînên ku DAIŞê çandine li devera li derdora kampa Rukbanê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Li cihê xebata bo misogerkirina jîyaneke layiq bo şênîyên kampa Rukbanê, Rûsya û rejîma Sûrîyayê agahîyên bê bingeh belav dikin bo rûreşkirina hêzên ku hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wan dike.

Zincîrek ji çîrokên derew ji alîyê medyaya rejîma Sûrîyayê ve hatin belavkirin, ku dibêjin ku hêzên ku hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wan dike komkujîyek" li kampa Rukbanê li Tenfê pêk anîne, û herwiha ew angaşt dikin ku ev hêz şênîyên kampê bi darêzorê li wir hiştine.

Lê ev gotegot "bi yekcarî derew in", li gorî serokê encumena birêveber a kampa Rukbanê, Mihemed Ehmed Derbas û çalakger û şênîyên kampê yên ku ji Diyaruna re axivîn.

Wan ev angaşt red kirin, û gotin ku kampa Rukbanê di rastî de ji hêla hêzên rejîma Sûrîyayê ve tê dorpêçkirin, û ew destûr nadin ku xwarin û derman derbasî kampê bibe.

Ev wêneyê kampa Rukbanê ye, li nêzî sînorê bi Urdin û Îraqê re, di dema bagireke tozê de ku vê dawîyê navçe da ber xwe. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêneyê kampa Rukbanê ye, li nêzî sînorê bi Urdin û Îraqê re, di dema bagireke tozê de ku vê dawîyê navçe da ber xwe. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wan got ku hevdem Ceyş Mexawîr el-Sewra, hêzeke Artêşa Azad a Sûrîyayê ye û hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, alîkarîyê dikin di misogerkirina ewlehîya sivîlan li kampa penaberan a nefermî û derdora wê.

Ceyş Mexawîr el-Sewra piştgirîyê didin rûniştîyên kampê û bêwarên din ên li deverê û selametîya wan li dijî molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku hîn li gefekê li deverê dirust dikin misoger dikin.

"Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ligel hevkarên me li Sûrîyayê berdewam e di amadebûyîna ji dabînkirina ewlehîyê re bo karwanên alîkarîya mirovî yên NY yên digihin 40,000 bêwarî li kampa Rukbanê, weke me çend caran berî aniha encam dabû," peyvdar kaptin Bill Urban di daxuyanîyekê de ragihand.

"Vajî propagandaya Rûsya û rejîma Sûrîyayê, Amerîka astengîyan bo tevgera bêwaran bo hundir û derveyî kampa Rukbanê durist nake," wî got.

"Amerîka bi temamî piştgirîya prosesekê dike ku rê dide bêwar bi azadî û dor ji zorê tev bigerin, û herwiha rê de çûneke bi selametî, xwebarî û bi rûmet ji wan kesên ku dixwazin ji Rukbanê bar bikin re," wî teqez kir.

Gotegot û agahîyên bê bingeh

"Di dema dawî de gelek gotegot li dor kampê tên belavkirin ji alîyê hinek alavên ragihandinê ve," Derbas ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku yek ji wan gotegotan ew e ku "gore bi kom" li nêzî kampê heye ku kelaşê sivîlên ku hêzên Artêşa Azad a Sûrîyayê ew kuştine dihudirîne, ev yek jî "bi yekcarî nerast e".

"Bersivdayîna ji van gotegotan re pir sade ye," wî got. "Belê, goristan heye, lê goristaneke sade ye weke goristana li her bajarokekî din."

Wî got ku bêhtir ji 40,000 kesî li kampê dimîne, û dema ku kesek dimire, çi ji ber bûyerên xwezayê be, yan jî ji ber temenê mezin û nexweşîyê be, kelaşê wan li wir bi axê tê sipartin.

Têkildarî rewşa gihiştina bi kampê, Derbas û rejîma Sûrîyayê vekirina du derbasgehan bi tenê ragihandin.

"Hinek rûniştîyên kampên hewl dan ku biçin lê hêzên ewlekarî yên rejîma destûr nedan wan bi behaneya ku divê dosyayên wan ên ewlehî werin nirxandin berî ku destûra çûna wan bê dayîn," wî got.

Ew daxuyand ku ev şênî "vegeran kampê, û qebûl nekirin ew ji wan hêzên ewlekarî re careke din bên vegerandin".

Parastina şênîyên Rukbanê

Derbas got ku komên çekdar ên li kampê, bi taybetî Mexawîr el-Sewra, "bi yekcarî rê li ber çûna tu kesî nagirin".

"Ew hemû tiştê di şiyana xwe de dikin bo parastina ewlehîya kampê û jîyana sivîlan," wî got, û da zanîn ku ev yek "bersivkirina gefa endamên DAIŞê dihundirîne, yên ku ew bi wan re ketin pevçûan de [roja 7ê Adarê] li ser tixûbên kampê".

Wî got ku hejmarek ji endamên DAIŞê fi van pevçûnan de hatin kuştin û çar hatin girtin, eqîdekî Ceyş Mexawîr el-Sewra bi navê muhened Telaa birîndar bû.

Rewş li nava kampê trajîdî ye, "ev yek jî ji ber dorpêça ku rejîma Sûrîyayê li ser kampê sepandiye ye", xebatkarê hawarçûnê li kampa Rukbanê, Tariq Nuêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku rejîm rê li ber derbasbûna alîkarîyên xwarinê, avê û derman, digire, wê tenê yek carê berî çend mehan destûr da, dema ku ew rastî fişarên navdewletî hat.

Ceys Mexawîr el-Sewra, ku berpirsyarê ewlehîya kampê ye, "rê li ber derbasbûna alîkarîyan nagire", Nuêmî teqez kir.

Wî daxuyand ku vajî vê yekê, ev hêza Artêşa Azad "her demekê hinek ji erzaqên xwe li ser penaberan belav dike" û wê "dilsozî û piştgirîya tam a şênîyên kampê bi dest xistiye".

Bêwar weke karteke siyasî tên bikaranîn

"Armanc ji van nûçeyên derew ew e ku sivîlên li kampên bibin karteke siyasî ku herdu rejîmê Rûsya û Sûrîyayê wê bi kar bînin," Nuêmî got.

Bidestxistina kontrola li ser dergehê Sînorê yê Tenf ê bi Îraqê re, ku hevpeymanîya navdewletî wê weke bingehê bi kar tîne bo hevahengîkirina êrîşên asmanî û rahînankirina hêzên lokal di şerê li dijî DAIŞê de, dixuye ku armanceke Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û alîgirên wê be.

Kesên fitneçî "hewl didin ku wêneya Amerîkayê û komên opozîsyonê yên ku ew piştgirîya wan dike reş bikin, di demekê de ku ew dikarin li şûna vê yekê rewşeke layiq ji şênîyên kampê re misoger bikin", wî got.

Şênîyên Rukbanê di rewşên zehmet de jîyan dikin, Nuêmî dîyar kir, "nexasim ji alîyê hewaya zehmet, sermaya dijwar û bagirên tozê de".

Destberdana ji kampê aniha ne bijareya piranîya niştecihan e, ji ber ku ev yek dê bihêle piranîya wan vegerin deverên ku jê revîyane û li jêr kontrola rejîmê ne, niştecihekî kampa Rukbanê bi navê Rehîf Xalidî wiha ji Diyaruna re got.

Xalidî dîyar kir ku piranîya niştecihan ji Tedmur û gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Homsê revîyane, "ku bi temamî li jêr kontrola Pasdaran û milîsên wê ne."

Xalidî anî ziman ku deverên din ên ku koçber jê revîyane aniha li jer kontrola Rûsya û rejîmê ne "û bi temamî wêran in û tu xizmetguzarîyên sereke li wan tune ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500