Nûçeyên Iraqê
Aborî

Avakirina bendavên Îranê herikîna avê bo Îraqê kêm dike

Faris Omran

Protestoyln Îraqî linSilêmanîyê radihêjin nîşanên ku Îranê şermezar dikin ji ber ew rê li ber çemên diherikin ber bi Îraqê ve digire di vê wêneya dosyayê de di 5ê Tîrmehê de di sala 2017an de. [Wêne ji Însyatîva Navdewletî bo Piştgirîya bi Civaka Sivîl a Îraqî re hatiye wergirtin] 

Protestoyln Îraqî linSilêmanîyê radihêjin nîşanên ku Îranê şermezar dikin ji ber ew rê li ber çemên diherikin ber bi Îraqê ve digire di vê wêneya dosyayê de di 5ê Tîrmehê de di sala 2017an de. [Wêne ji Însyatîva Navdewletî bo Piştgirîya bi Civaka Sivîl a Îraqî re hatiye wergirtin] 

Avakirina Îranê ji bendavên ku avê ji çemên ber Îraqê ve diherikin diguherin bû sedema arîşeyeke mezin ya ku ziyanê digihîne erdên çandinîyê û Îraqîyan ji jêderên avê yên girîng bêpar dikin, pisporan ji Diyaruna re got.

Wan got ku rûberên fireh ji erdên çandinîyê di van salên dawî de ji dest Îraqîyan çûn ji ber guhertina ava çem ber bi jor ve, û rewş havîna par xirab bû, dema ku mêjera avê nema têra hewcedarîya xelkê bi ava vexwarinê dikir.

Bendava Kolsayê li devera Serdeştê ya Îranê kêmbûna asta avê di çemê Zaba jêrîn de, yê ku tevlî çemê Dicleyê dibe, encam da, û ev yek bû sedema krîza ava vexwarinê li navçeya Qela Dizê li Silêmanîyê.

"Rêjeya ava 42 çem û çemokên ku jêderên wan ji Îranê ne û ber bi erdên Îraqî ve diherikin kêm bûye yan ew bi temamî çikîyane," pisporê çandinîyê Adil Muxtar ji Diyaruna re got.

Kemyoneke sarincî ya ku niştecîyên Sehalatê li navçeya Nasirîyayê bi ava vexwarinê dabîn dike di hişkesalîya par de di vê wêneya ji 12ê Îlona sala 20158an de. [Wêne ji Rûpela Facebookê ya Navenda Vegerandina Avgîr û şilekên Îraqî hatiye wergirtin]

Kemyoneke sarincî ya ku niştecîyên Sehalatê li navçeya Nasirîyayê bi ava vexwarinê dabîn dike di hişkesalîya par de di vê wêneya ji 12ê Îlona sala 20158an de. [Wêne ji Rûpela Facebookê ya Navenda Vegerandina Avgîr û şilekên Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku di nav wan de çemên ku jêderên sereke ne ji çemê Dicle û Şet el-Erebê re, di nav wan de Karun û Zaba jorîn û jêrîn.

Par mêjera ava ku ji Îranê ber bi Îraqê ve diherike gelekî kêm bû, ev yek bû sedema "pêleke tînîtîyê, têkçûna zadan û zêdebûna şorahîya ku berî vê tu carê çênebûbû", wî anî ziman.

Rêjeya şorayîya Şet el-Erebê li Besrayê ji rêjeya normal 1,000 qet ji her mîlyonekî bilind (ppm) bû heta 25,000 ppm, li gorî Wezareta Avê ya Îraqî.

Ev zêdebûna şorahîyê sedema wê ew e ku Îran ava gelekî şor diherikîne ya ku mirina mîlyonên masiyan û hilweşana jîngehî ya dijwar, li gorî wezaretê.

"Vê salê, baran û berf baş bariyan û vê yekê heta rêjeyeke mezin arîşeya hişkesalîyê sivik kir," Muxtar got, û anî ziman ku dibe yedekê avê yê stratîjî bilind bibe di dawîya Gulanê de heta dora 37 milyar metrên sêcar.

"Rewşa avê aniha baş e, ava yedek digihe heta 26 metrên sêcar," wî got, û not kir ku dibe careke din arîşe derkeve holê, eger rêjeya barîna baranê sala tê bibe.

Herikîna avê kêm dibe

Îran bi dehan bendav li ser çemên ku ber bi Îraqê ve diherikin ava kirine di salên borî de, ew dora heft milyar mitrên sêcar yên avê dihundirînin daku dora 770,000 hektarên erdên çandî li Ehwaz û Îlamê av bidin.

Bendavên Îranî biçûk in,"lê ew gelek in û bi hev re weke bendaveke mezin kar dikin", Wezîrê Samanên Avê yê Îraqî yê berê Hesan Cenabî Cotmeha borî ragihandibû.

Wî balkişand ser avakirina dora 10 bendavan û got ku "bandora wan heta asteke mezin hebû di kêmbûna herikîna avê [ji Îranê] ya ku digihe Bendava Derbendîxanê li [Îraqê]".

Teqrîben di heman demê de, Kompanîya Birêveberîya Samanên Avê li Îranê îlan kir ew nêt dike ku 109 bendavên nû ava bike weke planeke ku heta sala 2021ê dirêj dike.

Ji nav kompanîyê ku serperiştîya avakirinê dikin Koma Xatim Enbîya , ku basikê aborî yê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e.

Herdu kompanîyên din ên li ser lîsteyê, Qudis Redwî û Mostezefan in, ên ku li jêr desthilatdarîya rêberê bilind ê Îranê Elî Xameneyî ne.

Av dimîne arîşeyeke kelemdar

"Av arîşeyeke kelemdar bû di navbera Îraq û Îranê de berî şerê di nav herdu welatan de," pisporê serbazî û stratîjî Mueyid Salim Cuhêşî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku îroj av dimîne "gefeke mezin", ji ber rejîma Îranî hewl dide ku bikaranîna xwe ji jêderên avê re zêde bike û "bi vî awayî Îraqê ji mafên wê yên bikaranîna ava çemên ku çavkanîyên wan li Îranê ne bêpar dihêle".

Weke bersivekê ji cezayên navdewletî, herwiha Îran dixwaze ku "fişarê li Îraqê zêde bike bi rêya pêkanîna stratîjîyekê bo rapêçana avê daku zorê lê bike ku ligel wê beşdar bibe di tehedîya li dijî civaka navdewletî de", wî got.

"Nabe em derfetê bidin Îranîyan ku me bikişînin nav arîşeyên xwe û îzolekirina navdewletî yan em derfetê bidin wan ku bandorê li siyaseta me bikin û çarenûsa me bi ya xwe ve girêbidin," Cuhêşî got.

"Divê em ji piştivanîya wa dûr bikevin," wî got.

"Welatên din me han didin ku em vê yekê bikin û Îran hewl dide di vî warî de li ber xwe bide û vîna navdewletî margînal bike," wî anî ziman.

"Îranê bi zorê xwe li ser karûbarên Îraqê ferz kir û ew kar dike ku wê ji mafên wê bêpar bihêle, aborîya wê xerc dike and dewlemendîya wê didize," şirovekerê siyasî Hîlal Obêdî ji Diyaruna re got.

Wî got ku divê alîkarî bi Îraqê re were kirin daku karibe fişara ew ji alîyê Îranê rastî tê girêdayî dozên av, wize û bazirganîyê tehmûl bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Israîl çareserîyek ji we re da pêş, lê hûn naxwazin lê guhdarî bikin.

BERSIV BIDE

Dema avê vedike, dibêjin em xewir bûn... Gotin avê bigirin... Em xwe dispêrin Xwedê ji derdê gelê Îraqê!

BERSIV BIDE

Herwiha beşdar bin di avakirina welatê me, Îraqê, de.

BERSIV BIDE

Zor baş e.

BERSIV BIDE