Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bexçeyên Diyalayê ji bermahîyên DAIŞê paqij dikin

Xalid Taî

Navgînên serbazî di rê de ne ber bi bexçeyên Diyalayê ve diçin, di çarçoveya pêngava ewlehî ya ku di 21ê Sibatê de dest pê kir bo paqijkirina deverên çandinîyê yên berfireh ên parêzgehê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Navgînên serbazî di rê de ne ber bi bexçeyên Diyalayê ve diçin, di çarçoveya pêngava ewlehî ya ku di 21ê Sibatê de dest pê kir bo paqijkirina deverên çandinîyê yên berfireh ên parêzgehê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Diyalayê di 1ê Adarê de ragihand ku hêzên wê bexçeyên Diyalayê bi awayekî tam ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin.

Di 21 Sibatê de, hêzên Îraqî dest bi pêngaveke berfireh a ku çar rojan dirêj da kirin bo lêgerîna li bermahî û veşartgehên DAIŞê li gelek bexçeyên parêzgehê.

Yekîneyên serbazî yên mezin ji Firqeya Serbazî ya 5mîn, Polîsê Diyalayê û hêza cewî û herwiha hêzên êlan di pêngavê de beşdar bûn, Fermandarê Operasyonên Diyalayê liwa Ebdul Muhsin Ebasî got.

"Me pêşî planên xwe danîn û armanc destnîşan kirin û di pişt re bexçe ramaliştin û me êrîş girte ser wan, li gorî hewalgirîyên me çalakîyeke terorî li wir hebû," wî ji Diyaruna re got.

Bexçeyên ku me êrîşî wan kir Mexîsa, Ebû Kerma, Kermî, Elbû Hayid, hewdê el-Weqf in, yên ku li bajarokên Edim, Ebî Seyda û Ebara li bakurê Diyalayê dikevin.

Di pêngavê de "me deverên çandinî yên berfireh maliştin da ku em endamên terorîst û şanên wan ên ku li wê deverê xwe vedişêrin bibînin", Ebasî got.

Wî da zanîn ku vê yekê "mirina sê terorîstan bi piştgirîya cewî ji alîyê artêşê ve, girtina kesên gumanbar, wêrankirina malên mêvandarîyê û jihevxistina gelek teqemenîyên bidestçêkirî û çekan" encam da.

Li gorî raportên ewlehî, pênc malên mêvandarîyê yên DAIŞê, yên ji bo veşartinê dihatin bikaranîn, hatin wêrankirin.

"Hejmareke biçûk a terorîstan ên ku xwe di nav bexçeyan de vedişartin hat girtin ji çaxê ku êrîşê dest pê kiriye, piranîya wan reviyan," wî got. "Lê em dê bidin dûv wan heta devera ew herin û em dê wan tune bikin."

"Bexçe bi temamî ji terorîstan vala ne û em bi ser ketin, me ew bi temamî ew paqij kirin û ewle kirin," Ebasî got.

"Me yekîneyên xwe li her deverê belav kirin û me xalên pêşkinînê û xetên berevanîyê ava kirin," wî not kir, û teqez kir ku rewş "li jêr kontrolê ye".

Zêdebûna hevkarîya welatîyan

Hêzên ewlekarîyê rê û korîdor vekirin, bi kûrahîya sê kîlomitran di bexçeyan de daku ewlehîyê li wê deverê qayim bikin û tevgera navgînên serbazî hêsan bikin.

Hêz li deverinan hatin belavkirin ku berî çend salan lingên tu kesî bi wir nebûbû.

Ehmed Rezûqî, endamekî encumena parêzgeha Diyalayê, got ku bexçe veşartgeheke bêqisûr ji terorîstan re pêşkêş dike, ji ber ku zad û şînkahîya astengîyê ji kifşkirina cewî re çêdikin û nahêlin ku navgînên serbazî bikevin hundirê bexçeyan de.

"Tevî ku hejmara wan biçûk e, ev endam [ên DAIŞê] jêdereke xeterîyê ne," wî ji Diyaruna re got. "Hin ji wan segvan in û hineke din teqemenîyên bidestçêkirî li ser rêyên çandinîyê diçînin an jî bi hawinan ji bexçeyan gundên nêzîk dikin armanc."

"Tiştê di vê pêngava dawî de ciyawaz e ew e ku wê deverên mezin ji bexçeyan paqij kirin, û derfet da hêzên ewlekarî ku dest deynin ser deverê, û ev tiştekî girîng e da ku nehêlin careke din terorîst vegerin," wî got.

Herwiha Rezûq pesnê niştecîyên xwecihî da, ji ber hevkarîya wan a astbilind bi hêzên ewlekarîyê re.

"Hikûmet hewl dide ku derfetekê bide niştecîyên gundên çandinî daku di parastina ewlekarîyê de beşdar bibin," serokê encumena parêzgeha Diyalayê Elî Deynî got.

"Desthilatdarîyên ewlekarî li Bexdayê soz dan ku 100 derfetên kar di artêş û polîsê de ji niştecîyên van gundan re peyda bikin û wan weke beşekî ji yekîneyên berpirs in ji ewlekirina bexçeyan belav bikin," wî ji Diyaruna re got.

Deynî girîngîya vê gavê di girtina valahîyên ewlehî de teqez kir, valahîyên ku tundrew bi kar tînin da ku bigihine deverên çandinî û wan kontrol bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez bi hewceyî alîkarîyê me. Gef bi rêya înternêtê ji min re tên ji ber wêneyên ez belav dikim. Sipas.

BERSIV BIDE