Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞê dest bi xweradestkirinê dikin di demekê de ku binketin li Sûrîyayê nêz dibe

AFP û Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bi hezaran endamên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk kirine di heftîya borî de li gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Bi hezaran endamên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk kirine di heftîya borî de li gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Çarşemê (13ê Adarê) ragihand ku "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) "kêlîyên xwe yên dawî" jîyan dike paş topbaranên dijwar li ser molgeha wê ya dawî li rojhilatê Sûrîyayê, ku hişt 3,000 tundrew xwe radest bikin.

Lê belê çekdarên tundrew ên ku qaşo bo berevanîyê li dewleta xwe ya mayî bikin bi pêleke teqînên xwekujî bersivê didin, li gorî hevbendîya Kurdî-Erebî.

DAIŞê rûbereke berfireh ji xaka Sûrîya û Îraqê dagir kiribû, lê wê ew hemû ji dest da, ji bilî perava çem li gundê Baxozê, li nêzî sînorê Îraqî.

Bi hezarên jin û zilaman ji molgehê di heftîyê borî de derketine, û vê pêşketina QSDê hêdî kir, ji ber ku wê çend caran êrîş rawestand bo rê li ber derketina wan veke.

Ev wêneya ku li gundê Baxozê, li rojhilatê Sûrîyayê, hatiye girtin topbarankirina hevpeymanîya navdewletî ji molgeha dawî ya DAIŞê re li parêzgeha Dêra Zorê nîşan dide. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Ev wêneya ku li gundê Baxozê, li rojhilatê Sûrîyayê, hatiye girtin topbarankirina hevpeymanîya navdewletî ji molgeha dawî ya DAIŞê re li parêzgeha Dêra Zorê nîşan dide. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî, roja Yekşemê QSDê topbarana topxaneyê dîsan dewam kir, piştî ku mohleta ji çekdarên DAIŞê re hatibû dayîn bo ew xwe radest bikin qedîya.

Bo heyama sê rojan li pey hev, QSDê tofanek ji agir bi ser xalên DAIŞê de barandin, ew serbazgeha demikî li ber xwe bir.

"DAIŞ kêlîyên xwe yên dawî jîyan dike," berpirsekî QSDê bi navê Çêker Amed ji AFP re ragihand.

Wî got ku ji sibeha Çarşemê ve êrîşên asmanî rawestîyane, lê pevçûn berdeam in û QSDê kar li ser têkbirina êrîşên DAIŞê yên ku di demjimêrên destpêkê yên rojê de dest pê kirin dike.

Wî berpirsî got ku QSDê bi topxaneya giran êrîş bir ser tundrewan, û QSDê çendin enî vekirin paş pevçûnên dijwarê ên şeva Sêşemê.

"Em heta aniha rastî êrîşan tên," wî got.

"Ev dê êrîşa dawî be."

Şervanekî QSDê li Baxozê got ku DAIŞê "gelek teqînên xwekujî" weke bersiv encam dane, ku wê paş rojekê ji rawestanê dest pê kirin bi sûdwergirtin ji bahozeke xwelîyê.

"Demjimêra dawî"

Heta aniha QSD rastî xesarên biçûk hatiye, û dora 10 ji şervanên wê bi "sivikî birînar bûne", efserê QSDê, Ferhad Xoca Sêşemê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tîmên endazyarîyê rêyan ji mînan û teqemenîyên ku DAIŞê çandina bo astengkirina pêşveçûna QSDê paqij dikin.

Li derveyî Baxozê, nûçegihanekî AFP bi dehên kesên revîyayî dîtin, ku li zevîyeke mişt kulîlkên zer kom bûbûn, rojekê paş ku bi hezarên endamên DAIŞê xweradestî QSDê kirin.

Peyvdarê QSDê Mustefa Balî got ku dora 3,000 çekdaran xwe di her 24 demjimêrên dawî de radestî QSDê kiriye.

"Şer berdewam e û demjimêra dawî ji her çaxî nêztir e," wî li ser Twitterê ragihand.

Lêbelê berpirsekî QSDê Çarşemê got "dixuye ku gelek çekdar li hundirê" molgeha dawî mane.

Peyvdarê hevpeymanîyê, Sean Ryan Çarşemê ragihand ku tu derfeteke manorkirinê li pêş DAIŞê nemaye.

"Dijmin nikare bi serbestî bi şevan tevgerê bike," wî ji AFP re teqez kir.

"Li gel tevgera bejahî ya QSDê li dijî molgeha dawî, pêşketin heye û karînên wan bi giranî hatine wêrankirin," wî got.

Ji meha Kanûna Yekem ve, dora 60,000 kesî ji asêgeha dawî ya DAIŞê derketiye, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, ku yek li ser nehan ji wan tundrew in.

Herikîna avê kirîzeke mirovî li kampên ku QSDê wan bi rê ve dibe durist kir, û ew zehmetîyê di vehewandina van hejmarên mezin ji zarok û jinan dibînin.

Ajansa xwarinê ya NY Sêşemê bang bo alîkarîya lezgîn bo kampa Holê kir, kampa ku bi qeflan pêşwazîya kesên ku hatine derkirin dike .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500