Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çar çekdarên DAIŞê di êrîşekê de li başûrê Rutbayê hatin kuştin

Xalid Taî

Hilîkoptereke artêşa Îraqî hev rê bi yekîneyên serbazî re herwekî ku ew li biyabana Rutbayê bi pêş ve diçin di Cotmeha sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Hilîkoptereke artêşa Îraqî hev rê bi yekîneyên serbazî re herwekî ku ew li biyabana Rutbayê bi pêş ve diçin di Cotmeha sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Çar endamên "Dewleta Îslamî" roja (11ê Adarê) di êrîşeke asmanî de ya hevpeymanîya navdewletî de ya ku baregeha wan armanc dikir li başûrê Rutbayê li Rjavayê Enbarê hatin kuştin, berpisekî xwecihî ragihand.

"Balefira hevpeymanîyê baregeheke DAIŞê ya nepenî li biyabana başûrê Rutbayê bombebaran kir," şarederê navçeya Rutbayê Îmad Mişel Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Bombebarankirina ku li gel hevahengîya bi hêzên Îraqî re bû, çar terorîstên ku xwe di baregehê vedişartin kuştin," wî got.

Wî got ku laşên çekdarên DAIŞê, yên nav û neteweya wan nehatin naskirin, îro Sêşemê ji Rutbayê ber bi Nexweşxaneya Giştî ya Enbarê ve hatin guhestin.

Berpirsên Îraqî guhdarîyê li niştecîyên xwecihî dikin li devereke biyabanî li başûrê Rutbayê di pêngaveke ewlehî de da ku li bermayîyên DAIŞê bigerin di 29ê meha Mijdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê hatiye wergitin]

Berpirsên Îraqî guhdarîyê li niştecîyên xwecihî dikin li devereke biyabanî li başûrê Rutbayê di pêngaveke ewlehî de da ku li bermayîyên DAIŞê bigerin di 29ê meha Mijdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê hatiye wergitin]

"Êrîş beşeke ji operesyoneke ewlehî ya ku ji alîyê yekîneyên artêşa Îraqî ve berî çar rojan det pê kir û hîn berdewam e," Dilêmî got .

Operesyona ku yekîneyin ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê, Pasvanên Sînor (devera 5), polîsê xwecihî û çekdarên êlî di nav xwe de dihewîne "armanc dike ku bermayîyên DAIŞê li devera biyabanî li başûrê Rutbayê nemînin", wî got.

Devera operesyonê heta sînorê Îraqî bi Erebistana Erebî re dirêj dide, wî anî ziman.

Hêzên Ewlehî kûr ber bi biyabana tund li gelek deveran tevgerê dikin, bi awayekî balkêş Wadî el-Ezîmî, el-Jelebat û el-Heşîşayê, li gel alîkarîya cewî ya Îraqî û ya hevpeymanîyê, Dilêmî got.

Di van çend rojên bûrî de, wan karîbû sê navgînên terkkirî û maleke vehesînê ya terkkirî ku ji konan pêk tê wêran bikin, wî got.

Firqeya Bilez ya Tektîkî ya girêdayî polîsê Enbarê di heman demê de daxistinek cîbicî kir nêzîkî armancinan li biyabanê daxistina ku di encamê de deh kesên gumanbar tê de hatin girtin, wî got.

Lêgerîn li bermayîyên DAIŞê

"Hêzn ewlekarî li bermayîyên terorîst di veşartgehên wan de li deverên biyabanî digerin, deverên ku li rûberin coxrafî ên berfireh dide ber xwe," Dilêmî got.

Belavkirina hêzên ewlehî hişt ku gefa DAIŞê durî Rutba û gundên derdorê here, wî got, wî anî ziman ku"biyabana berfireh aniha li terorîstan teng dibe."

Zor li endamên DAIŞê hat ku belawela bibin "ji ber êrîş û derbeyên pey hev re ji alîyê hêzên me ve û ji alîyê balefirên hevpeymanîyê ve", wî got.

Hêzên Îraqî roja 19ê Sibatê laşên şeş Îraqîyan dîtin ên ku di nav her 12 kesên revandî de bûn li devera Um Jedhan a biyabanî, di nav Rutba û Nuxêbê de, dema wan dombelan didane hev.

Kesên revîner dû dîl berdan, lê çarenûsa çarên mayî, di nav wan de du bira, hîn ne naskirî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Selam Eleykum! Çawa yî, ezbenî? Gelo tecnîdbûn di polîs de heye?

BERSIV BIDE