Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Niştecîyên Derayê vefera peykerê Esed red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanên Derayê radihêjin beyreqên dîyar dikin ku ew biryara jinûvedanîna peykerê serokê berê Hafiz Esed li bajar red dikin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Ciwanên Derayê radihêjin beyreqên dîyar dikin ku ew biryara jinûvedanîna peykerê serokê berê Hafiz Esed li bajar red dikin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Gelek hêzên rejîma Sûrî li bajarê Derayê yê başûrê welat belav bûne piştî xwepêşandin li bajar hatin lidarxistin da ku jinûvedanîna peykerê serokê berê Hafiz Esed protesto bikin, çalakê xwecihî got.

Niştecîyên bajar dan xuyakirin ku ew red dikin ku peyker vegere, peykerê ku di destpêka serhildana Sûrî de ji alîyê xwepêşanderan hat hilweşandin, çalakê Derayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re got.

Artêşa rejîmê yekser ji bajar derket piştî peyker di Adara 2011an de hat hilweşandin.

Bi sedan niştecîyên Derayê daketin kolanan di xwepêşandinên jixweber roja Yekşemê (10ê Adarê) da ku li dijî biryara rejîma Sûrî ku careke din peykerekî bavê serokê aniha Beşar Esed li meydana bajar a sereke derkevin.

Biryara rejîma Sûrî ku careke din vî peykerî serokê berê yê Hafiz Esed deynin niştecîyên Dereyê enirandin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Biryara rejîma Sûrî ku careke din vî peykerî serokê berê yê Hafiz Esed deynin niştecîyên Dereyê enirandin. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Hafiz Esed bi destekî ji hesin teqrîben sî salî hukmê Sûrîyayê kir heta mirina wî di sala 2000an de û rê li pêşîya kurê xwe Beşar xweş kir da ku piştî wî hukm bike.

"Di nav xwepêşanderan de hejmareke berpirsan hebû ên ku tevlî komên opozîsyonê yên çekdar bûn yên hatin jihevxistin piştî imzekirina rêkeftinên lihevhatinê bi rejîmê re," Mesalma got.

Wî got ku di nav kesayetên navdar de Ednan Mesalma, ê ku roleke serke gerand di proseya danûstandinê bi rejîmê re û Ebû Munzir Sehnî, serkirdeyê yek ji gropên opozîsyona xwecihî ya herî mezin.

Protestoyên pêşî piştî rêkeftinên lihevhatinê

Mesalma got ku dema ku xwepêşandinan dest pê kir, hêzên rejîmê nehiştin niştecî herin meydanê cihê ku peyker dê careke din were danîn, ji ber vê yekê ew man li koalnên Derayê dimeşin.

"Bajarê Derayê girîngîyeke wî ya sembolî heye ew bû devera ku serhildana Sûrî dest pê kir," wî not kir, "û cihê ku pevçûn di nav xwepêşander û rejîmê de çêbûn xwepêşandinên de."

Mesalma got ku ev xwepêşandin ên yekem in ji dema ku ew gihabûne biryara agirbestê û rêkeftinên lihevhatinê li Derayê, tevî ku alozî li bajar serdest bû.

Wî got ku ev yek çêbû heta asteke mezin ji ber rejîmê rêkeftin bin pê kirin, bi taybet têkildarî biryarên girêdayî tecnîdkirinê.

Wî got ku herwîha alozî li başûrê bajar û parêzgehê zêde bûn ji ber bipaşveçûna rewşa aborî, û kêmbûna pêdivîyên sereke û"paşguhkirina bi qesd" ji xizmetguzarîyên sereke re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500