Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendekarên Sûrîyayê dibêjin ku tundrew şerê pêşeroja wan dikin

AFP

Xwendekarên zanîngehê yên Sûrî protesto girtina Tehrîr el-Şam ji navendên xwendinê re li parêzgha Idlibê protesto dikin, di 9ê Sibatê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Xwendekarên zanîngehê yên Sûrî protesto girtina Tehrîr el-Şam ji navendên xwendinê re li parêzgha Idlibê protesto dikin, di 9ê Sibatê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Li parêzgeha Idlibê ya Sûrî, ya ku bi piranîya xwe li jêr kontrola Tehîr el-Şam e, Muder Derwîş û hevalên xwe xwendekarên bijîşkîyê sorgevez girêdane û li dijî girtina zanîngeha xwe ne.

"Pêşeroja me winda dibe ji ber biryarên ne dadmend li dijî zanîngeha me," Derwîş li pêşîya koma xwendekaran got, koma ku protest dike li dijî girtina zanîngeha wî li Maeret Numanê ûsazîyên perwerdeya bilind li parêzgehê.

"Em dê destûrê nedin wê," wî got.

Tehrîr el-Şam bi dehan zanîngeh vê salê girtin, weke hewlekê da ku wan bixe jêr kontrola xwe û pisporên ku li dijî vê yekê derketin bi hineke din guhert.

Ya jê re tê gotin "Hikûmeta Felatê", ew desteyeke îdarî ye ku li jêr kontrola hevalbenda tundrew e, got ku ev gav xwendina bilind organîz dike.

Bawernameyên ku zanîngehên Idlibê pêşkêş dikin, di nav wan de zanîngeha Maeret Numanê li derve kes wan qebûl nake, lê ew dikarin kar ji mirov re li parêzgehê peyda bikin.

Derwîş got ku dê girtina zanîngeha Maeret Numanê derbeyekê "li pêşeroja 17,000 xwendekaran" bixe.

Piştî ku xwepêşandanan du heftîyan li Maeret Nûmanê dirêj kirin, xwendekaran protestoyên xwe guhestin ber bi bajarê Idlibê ve, cihê ku ew dora ya kom bûn jê re tê gotin Encumena Xwendina Bilind civiyan, ku desteyeke girêdayî Hikûmeta Felatê ye.

Bi lez Tehrîr el-Şam protesto rawestandin.

Piştî xwepêşandina yekem, hevalbenda tund xalên pêşkinînê çêkirin da ku nehêle bêtir xwendekar ji Maeret Numanê û bajarokê Arîhayê yê nêzî wê tevlî xwepêşandinan bibin.

Wan gef li xwendekaran xwarin ku ew dê wan bigirin eger xwepêşander belav nebin.

''Pêşeroja me tê windakirin''

Mecdî Husnî, serokê encumena Xwendina Bilind a girêdayî Hikûmeta Felatê got ku birêveberîyê destûr daye heşt zanîngehan tenê.

"Bêtirî 13 dezgehên perwerdeyê ne li jêr serperiştîya Encumena Xwendina Bilind kar dikin," wî anî ziman. "Ev yek bi awayekî ne baş bandorê li navûdengê xwendina bilind li herêmê dike."

Xwepêşandan li Maeret Numanê heta asteke mezin di van rojên dawî de belav bûn lê xwendekar û mamosta bi berdewamî nerazîbûna xwe li dijî Tehrîr el-Şam derbirîn kirin.

Weke nîşaneke tehedîyê, endamên stafa hînkirinê li fakulteya bijîşkîyê li zanîngeha Maeret Numanê dest pê kirin waneyan li kolana li derveyî kampusa zanîngehê bidin.

bombebarankirina giran ji alîyê rejîmê ve li ser bajarok ev waneyên li derve rawestandin.

Ji meha Îlonê ve, Idlib ji êrêşîn dijwar ên ji alîyê rejîmê ve hatibû parastin li gorî rêkeftineke agirbestê bi navbeynkarîya Rûsîya û Tirkîyayê.

Lê bombebarankirina belav a ji alîyê rejîmê ve berdewam li deverê dixe û bi sedan mûşek ser Maeret Numanê di van heftîyên dawî de barandin.

Bi girtina zanîngehê, "gelek xelkên ciwan dê dest ji xwendina xwe berdin û li malê bimînin yan li karekî bigerin", xwendekarek bi navê mihemed Şehûd got.

"Pêşeroja me winda bû," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500