Nûçeyên Iraqê
Aborî

Qeyrana aborî rejîma Îranê ber bi hilweşanê ve dibe

Tamir Ebû Ziyad li Beyrûtê û Faris Omran

karkerin Îranî derengmayîna xerckirina mûçeyên xwe protesto dikin, li bajarê Borûcêrd, li rojavayê parêzgeha Loristanê. [Wêne ji malpera mojahedin.org hatiye wergirtin]

karkerin Îranî derengmayîna xerckirina mûçeyên xwe protesto dikin, li bajarê Borûcêrd, li rojavayê parêzgeha Loristanê. [Wêne ji malpera mojahedin.org hatiye wergirtin]

Îranê di qeyraneke aborî û siyasî de asê maye, û xwenîşandanên cemawerî ji hikûmetê dixwazin ku giranîya baldarî û samanên xwe bide pirs û karûbarên navxweyî di cihê destêwerdana di milmilanîyê derveyî de.

Xwenîşandanên ku ji ber qeyrana aborî gur bûne, yekem in ên bi vî awayî di her 40 salên borî de û gelek beşdar hene , şirovekarê siyasî Tonî Îsa ji rojnameya Cimhûrîya, ya Lubnanî, wiha anî ser ziman.

Ev nîşaneke ku gelê Îranê "qebareya qeyranên siyasî û aborî yên ku ew rûbirûyî tên dizane", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ev qeyrana aborî ya Îranê hevdem e ligel redkirina zêdebûyî ya gelê Îranê ji destêwerdana welatê wan di karûbarên welatên mîna Libnan, Sûrîya û Yemen bi rêya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), û hewlên Îranê yên berfiehkirina karîgerîya xwe bi rêya piştevanîkirina komên mîna Hizbulaha Libnanî.

Ev wêneya ku li ser hesabê Twiterê yê bikarhîner Amir Gajsaran roja 18ê Sibatê hatiye belavkirin nangeheke girtî li bajarê Tebrîzê yê Îranê nîşan dide, û parçeyek bi pencera wê ya pêşîne ve ku dibêje: "Ji ber nebûna ardê pêwîst, nangeh ta demeke ne dîyar dê girtî bimîne." 

Ev wêneya ku li ser hesabê Twiterê yê bikarhîner Amir Gajsaran roja 18ê Sibatê hatiye belavkirin nangeheke girtî li bajarê Tebrîzê yê Îranê nîşan dide, û parçeyek bi pencera wê ya pêşîne ve ku dibêje: "Ji ber nebûna ardê pêwîst, nangeh ta demeke ne dîyar dê girtî bimîne." 

"Ev nerazîbûnên cemawerî yên ji ber qeyrana aborî li Îranê bêwêne ne ji alîyê berfiehî û sirûştîya xwe ve ," profesorekê li zanîngeheke Libnanî, bi navê Muna Feyad ji Diyaruna re ragihand.

"Ew di cewherê xwe de protesto û nerazîbûnên xweriskî ne," wê got.

Refên rêz ên bendewarên xwarinê li bajarên Îranî

Şideta nerazîbûnên cemawerî di heftîyên borî de zêde bûye ji ber rewşa hejarîya dijwar, buhayên bilind, bêkarîyê û derengmayîna mûçeyan.

Roja 26ê Sibatê, xwenîşan da li gelek bajarên Îranî hatin lidarxistin.

Çalakvanên Îranî wêne û dîmenên refên rêz ên xelkê yên bendewarîya kirîna xwarinê li derveyî dukanan dikin, hevdem ligel nebûnê û xelayê, di medyaya civakî de belav dikin.

Gelek dukan tên girtin ji ber ku pêdivîyên serekî ne berdest in.

Bikarhênerê Twiterê Amir Gajsaran nivîsand: "Nangeh yek li pey ya din tê girtin, birçîbûn û xela di rê de ye?!" wî herwiha wêneyê refekî li pêş dikaneke goşt li kolanekê li bajarê Tebrîzê belav kir.

Bikarhînerekî Twiterê bi navê Elî Axa wiha nivîsand: "Divê xelk çar demjimêran di rêzê de raweste daku hinek goştê bûzgirtî bikire."

Vîdyoyeke ku li ser rûpela "Îrana Azad" a Twiterê hatiye belavkirin tabûrekî rawestîyayî bo şekir nîşan dide.

Bilindbûneke mezin di rêjeya hejarîyê de

Li gorî Navenda Amara Îranê, inflasyon gihişt rêjeya 23.5% di Sibatê de, wate 2.9% zêdetir ji meha Kanûna Yekem.

"Îran di dijwartirîn qeyrana aborî re derbas dibe di dîroka xwe de," aborînasa Îraqî Selam Smêsem. "Rêjeyên inflasyonê bo astên pir bilind zêde bûne ji ber herifîna diravê Îranî li bazara diravên cîhanî."

"Hrifîna dirav bû sedema daketinekê di nirxê rasteqîn ê mûçeyan û dahatên kesane de, û ew êdî nema têra kirîna piranîya hewcedarîyên serekî dikin, û herwiha bû sedema bilindbûnekê di rêjeya feqîrîyê de," wê ji Diyaruna re ragihand.

Rêjeya feqîrîyê li Îranê bilind bûye ji ber daketina di dahatê de, û dezgehên rojnamevanî dibêjin ku aniha 10 milyon ji eslê 14 milyon karkerên Îranî li jêr xeta feqîrîyê ne.

Qeyranê herwiha gelek febrîqe û kargehên ku berhemên navxweyî saz dikirin hatin girtin ji ber nebûna pereyan û kêmbûyîna di matryalên qxav de.

"Rawestana tevgera berhemanîna lokal hişt ku rêjeyên bilind ên bêkarîyê li welat bêhtir bilind kirine," Smêsem got.

Li gorî lêkolîna hikûmetê ya dawî, hejmara bêkaran bi qasî 237,000, zêde bûye û wiha hejmara temam a bêkaran banê sê milyonan ji dawîya havîna borî ve derbas kiriye.

Xerckirina bê hesab li ser karûbarên derveyî

"Xelkê Îranê baş dizane sedema qeyrana wan xerckirina pereyan a zêde li ser sazkirina çekan û karûbarên derveyî ye," Smêsem got.

Wê got ku vê yekê hişt ku civaka navdewletî "welatê wan îzole bike û sizayan li ser bisepîne".

"Berpirsên Îranî rastî kêşeyên aborî yên cidî tên û ew nikarin wan bihundirînin û rê li ber bandora wan li ser kolanê bigirin," aborînas Macid Sûrî ji Diyaruna re ragihand.

"Rewş dê xerabtir bibe ji ber ku fişarên nacdewletî didomin."

"Îran giranîya xwe ya aborî û siyasî ji dest dide, û rejîma wê li ser kevîya herifînê ye," xebîrê stratîjî Ala Naşo ji Diyaruna re got.

"Rejîma Îranê xwe di salên borî de xist tora fînansekirin û çekdarkirina milîsan û tevgerên çekdar de li welatên herêmê" û herwiha piştgirîkirina çalakîyên ku ziyanê dighînin ewlehîya herêmî û navdewletî.

"Ev piştgirî li ser hesabê aborîya wî welatî bûn, û welatîyê Îranî bû qurbanî, û wî baca van polîtîkayên dijmindarî yên ku sizayên mezin bi ser welat de anîn da," wî got.

"Kolana Îranî ji hêrsa dikele," Naşo got.

Bandora li ser hevalbendên Îranê

Şirovekarê siyasî Tonî Îsa got ku ew bawer dike ku "dê fişarên aborî bandorê li ser piştgirîya ku Îranê dide hevalbendên xwe li Libnan, Yemen, Sûrîya û Îraqê bike".

"Tehran pêbend e bi piştgirîkirina hevalbend û milîsên xwe ji ber ku rejîma wê li esasê belavkirina şoreşê ava bûye," analyst Tony Abi Najm said.

"Eger ew belavkirina şoreşê rawestîne, dê rejîma wê bikeve."

Wî got ku eger Îran karibe piştgirîya xwe ji hevalbendên xwe re bi pere ûçekan dewam bike yan nikaribe, "sizayên Amerîkî bêguman bandordar bûn".

Wî got ku ev yek zelal e ji ber ku Îran û gelê wê dizane ku welatê wan "di xerabtirîn qeyrana aborî re ji çaxê şoreşê ve derbas dibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Mafê wan e, baş wiha li wan hat.

BERSIV BIDE

Ey Xweda, serkeftinê bide Komara Îslamîk û lanet li çi kesê ji olê hez nake û li alîyê Amerîka, Îsraîl, Al Siûd û Hemed disekine be. Em hemû ji bo Komarê amade ne ku canê xwe bidin.

BERSIV BIDE

Ji xwe divê hûn wiha bikin, "jîyana xwe feda bikin". Hewcedarîya cîhanê bi fanatîkên olî tune ye, ew belayên vê zemînê ne.

BERSIV BIDE

Xwdêyo, Lanet li Komara Îranî be û ew kesên jê hes dikin û berevanîya wê dikin! Eger hûn tê bigihêjin bê çi ji welatê we kir! Lê hûn ji vî welatî hes nakin. Hûn dilsozên Îranê ne, ya ku tu carê itirafê bi we nake. Ew dê ti carê ji we hez nekin ji ber hûn Ereb in û ew Farisên Mecûs in.

BERSIV BIDE