Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tundî di navbera Tehrîr el-Şam û DAIŞê de li Idlibê bilind dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Tehrîr el-Şam xwe ji bidarvekirina endamine DAIŞê re amade dikin li derveyî xwaringeha Fiyûjinê li bajarê Idlibê roja Şemîyê (2yê Adarê), rojekê piştî êrîşa xwekujî ya DAIŞê li ser xwaringehê. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Endamine Tehrîr el-Şam xwe ji bidarvekirina endamine DAIŞê re amade dikin li derveyî xwaringeha Fiyûjinê li bajarê Idlibê roja Şemîyê (2yê Adarê), rojekê piştî êrîşa xwekujî ya DAIŞê li ser xwaringehê. [Wêne ji Musab Esaf hatiye wergirtin]

Tundrewine Tehrîr el-Şam a hevrik û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîna di xeleka tundîyê de ne li bajarê Idlibê ku dawîya heftîya borî êrîşî xwaringehekê hat kirin, çalakvanekî xwecihî ragihand.

Pevçûnên herî dawî êvara Sêşemê (5ê Adarê) rû dan, ku di encamê de kuştî û birîndar ji herdu alîyan hene, Museb Esaf wisa ji Diyaruna re ragihand.

Ev bûyer dest pê kir gava komeke çekdarên DAIŞê êrîşî kombûyîneke endamên Tehrîr el-Şam kir li nêzî mizgefta Şueyib li navenda bajarê Idlibê, û pevçûnine dijwar di navbera herdu rêxistinên tundrew de rû dan.

Rewangehe Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku çekdar, ên tên payîn ku endamên şaneke razayî ya DAIŞê bin, bi tifingeke maşîn gule berdan endamine Tehrîr el-Şam, û di encamê de gelek ji wan birîndar bûn.

Kavil xwaringeha Fiyûjinê li bajarê Idlibê mişt dikin, ku xwekujekî DAIŞê roja Înê (1ê Adarê) xwe teqand, di encamê de hejmarek ji endamên Tehrîr el-Şam hatin kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Kavil xwaringeha Fiyûjinê li bajarê Idlibê mişt dikin, ku xwekujekî DAIŞê roja Înê (1ê Adarê) xwe teqand, di encamê de hejmarek ji endamên Tehrîr el-Şam hatin kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf dîyar kir ku endamên Tehrîr el-Şam li pey êrîşkeran ketin, ên ku bi otombêleke servekirî û siwareyeke werzîşî revîyan, û karîbûn mala ku xwe tê de vedişartin li taxa Qusor li rojavayê bajêr, nas bikin.

Pevçûnine dijwar ku du saetên dewam kirin rû dan, di wê demê de pênc endamên DAIŞê hatin kuştin û yê şeşan xwe bi kembereke teqîner ku li xwe dikir re teqand.

Du endamên Tehrîr el-Şam hatin kuştin û çarên din birîndar bûn.

Esaf got ku êrîşker û otombêlên revandî zû hatin destnîşankirin, ji ber ku Tehrîr el-Şam kamereyên çavdêrîyê li serasnserê bajêr danîne û çavdêrîya her kolaneke sereke û deverên xwe dike.

Rewşa Idlibê "tirsbar" e

Esaf rewşa bajarê Idlibê bi "tirsnak" wesif kir ji ber pevçûnên di navbera herdu rêxistinên tundrew de, ji ber ku rûbirûhatina dawî piştî bûyerek dijwar a din ku roja Înê qewimî hat.

Wî anî ziman ku xwekujekî DAIŞê xwe di xwaringheke ku endamên Tehrîr el- Şam diçinê de teqand, di encamê de heşt kes hatin kuştin, şeş ji wan fermandarên Tehrîr el-Şam bûn.

Rewangehê got ku piranîya kesên mirine çekdarên bîyanî bûn.

Tehrîr el-Şam bi rêya bidarvekirina 10 endamên DAIŞê roja di pişt re, ango roja Şemîyê, li pêşîya heman xwaringehê, bersiv da.

Esaf got ku xwaringeha bi navê Fiyûjin, a endamekî Pakistanî yê Tehrîr el-Şam e û gelek caran bi guleyan hatiye armanckirin.

Wî da zanîn ku bilindbûna rûtengijînê bi nebûna qanûnê li bajarê Idlibê û derdora wê re tê, ku kuştin, teqîn û revandin bêyî sekin berdewam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500