Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîka milyon dolarî weke xelat terxan dike bo agahîyên li dor Hemza Bin Ladin

Salaam Times

Hemza bin Ladin û bavê wî, Osama, di wêneyên kevin de der dikevin. [Dosya]

Hemza bin Ladin û bavê wî, Osama, di wêneyên kevin de der dikevin. [Dosya]

Amerîka milyon dolarî bo bidestxistina agahîyên ku dê Hemza bin Ladin, kurê serokê berê yê Qaîdayê Osama Bin Ladin, têxin nav destên dadwerîyê de terxan dike.

Eger tu agahî li ba te hebin, ji kerema xwe re têkilîyê bi nêzîktirîn konsulxane yan balyozgeha Amerîkayê bike, bi rêya vê emailê[email protected] yan jî serdana malperaXelatên bo Dadê bike.

Hemza, 30 salî ye, weke rêberekî di rêxistina Qaîdayê de der dikeve, Wezareta Derve wiha got.

Wî peyamên deng û vîdyo li ser internetê belav kirine, û bang li şopdarên xwe kir ku li Amerîka û hevalbendên wê yên Rojavayî bidin, û gefa pêkanîna êrîşan li dijî Amerîkayê weke tolhildan ji kuştina bavê wî re di Gulana 2011an de ji alîyê Amerîkayê ve kir.

Hemza bi keça Mihemed Eta, revandinkarê serekî di êrîşên terorî bi balefirê yên Îlona 2001ê li Amerîkayî ku tê de dora 3,000 kes hat kuştin û zêdetir ji 6,000 kesan birîndar bûn, re zewicî.

Osama bin Ladin kar dikir ku Hemza xelefê wî be, li gorî nameyên Osama yên dest li ser wan hat danîn li Abotabad, li Pakistanê, li cihê ku ew hatibû kuştin.

Li kû ye Hemza?

Cihê mayîna Hemza ji çend salan ve bûye cihê texmnê, raport dibêjin ew li Pakistan, Afxanistan, Sûrîya û yan jî li li jêr xanîyekî girtî ye li Îranê.

Tê payîn ku wî çend sal li Îranê tev dayika xwe bihurandine, tevî dijberîya Qaîdayê ji Şîeyan re, yên ku ew welat kontrol kirine.

Hinek şirovekar dibêjin ku rejîma Tehranê ew li jêr xanîyekî girtî hiştîye daku fişarê li ser hevrika xwe Erebistana Siûdî û herwiha Qaîdayê bike, û wiha dûrkirina milîtanên Sunî ji êrîşbirina li ser Îranê.

Lê belê, hinek şirovekarên din dibêjin ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) xwedan têkilîyên bihêz in bi Îranê re, û ew vê yekê bi mêvandarîkirina Îranê ji hejmareke mezin ji endamên Qaîdayê re yên ku ji hêzên navdewletî direvin isbat dikin.

Birayê Hemza bin Ladin ê ne ji bav ji rojnameya Birîtanî Guardian re sala par gotibû ku cihên Hemza ne dîyar in lê dibe ku ew li Afxanistanê be.

Bi dirêjahîya salên borî, Qaîda hewl dide ku vê têkilî û xizimtîyê di çavê raya giştî de biparêze.

Di salvegera 17ê ya 9/11, rêxistinê di daxuyanîyekê de ragihand ku berpirsyarîya xwe ji hemû wan karên kirêt û qirêj re ragihand û dilê her kesê ku vajî vê yekê dihizire hişt.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xewarij!

BERSIV BIDE

Wa baş belav kir!

BERSIV BIDE