Nûçeyên Iraqê
Ol

Hêdî hêdî malbatên Xiristyan vedigerin Mûsilê

Xalid Taî

Xiristyanên Îraqê di vê wêneya ku divegere dîroka 3yê Tîrmeha 2017an de, li kombûnekê li Kenîseya Mar Toma ya hatiye nûkirin li Bajarê Kevin ê Mûsilê amade dibin, kenîseya ku DAIŞê ew wêran kiribû dema ku wê bajar dagir kir. [Wêne ji çalakgerê Mûsilî Seqir Zekerîya re hatiye wergirtin]

Xiristyanên Îraqê di vê wêneya ku divegere dîroka 3yê Tîrmeha 2017an de, li kombûnekê li Kenîseya Mar Toma ya hatiye nûkirin li Bajarê Kevin ê Mûsilê amade dibin, kenîseya ku DAIŞê ew wêran kiribû dema ku wê bajar dagir kir. [Wêne ji çalakgerê Mûsilî Seqir Zekerîya re hatiye wergirtin]

Malbatên Xiristyan ên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew ji malên wan derxistibûn aniha divegerin Mûsilê hevdem ligel rewşa ewlehî ya baş û xizmetguzarîyên serekî yên berdest.

Tevî ku hejmarên wan kêm in, van malbatan mizgînî bi serdemeke nû ya aramî û aştîya civakî da, berpirsên xwecihî wiha ji Diyaruna re got.

"Ji çaxê rizgarkirina Mûsilê di nîvê sala 2017an de, gelek malbatên bêwar vegerîyane," Durêd Hikmet, şêwirmendê parêzgarê Nînewayê, wiha ragihand.

Wî ji Diyaruna re daxuyand ku vegera malbatên Xiristyan kêm û hêdîtir e, yên ku hejmara wan dora 2,000 malbat bû berî hatin DAIŞê.

Bas Îraqîyan ji kampên bêwaran bo malên wan li Mûsilê vediguhêzin, di vê wêneya ku di 22ê Kanûna Duyem a 2017an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê hatiye wergirtin]

Bas Îraqîyan ji kampên bêwaran bo malên wan li Mûsilê vediguhêzin, di vê wêneya ku di 22ê Kanûna Duyem a 2017an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku ev yekî jî ji ber ku ev malbat li Bajarê Kevin ê Mûsilê dijîn, û ew bi giranî wêran bûne di çaxê şerên rizgarkirinê de.

Wî got ku îro hinek kesên vegerîyayê li Bajarê Kevin tên dîtin, di nav de şênîyên Xiristyan, û êdî xizmetguzarîyên serekî berdest in.

"Dora 50 malbatên Xiristyan vegerîyane malên xwe li Bajarê Kevin û li beşên din ên Mûsilê," wî teqez kir.

Hikmet got ku, herwiha dora 150 malbatên Xiristyan bi roj di çaksazkirina xanîyên xwe yên ziyandar de li Mûsilê dixebitin û êvaran vedigerin vehewangehên xwe yên li derveyî bajêr.

"Gelek xwendekarên Xiristyan rojane ji kampên bêwaran berê xwe didin bajar bo waneyan li Zanîngeha Mûsilê û peymangehên [ên akadîmî] bajêr amade bibin," wî got.

Hikmet got ku amadekirina malên ku di pevçûnan de wêran bûne û peydakirina derfetên kar dê xiristyanan û bêwarên din han bidin ku vegerin malên xwe, bi taybetî ku rewşa ewlehî li Mûsilê aniha pir baş e.

Aramîya civakî

"Malbatên Xiristyan ên vedigerin malên xwe li Mûsilê li van taxan in: Saa, Nebî Circîs, Şîfa li Bajarê Kevin li beşê rojavayî yê Mûsilê," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Husamedîn Ebar ji Diyaruna re got.

"Hinek malbatên Xiristyan vegerîyane taxên beşê rojhilatî yê Mûsilê, mîna Mecmûa Seqafîya, Erebî, Nûr û Muhendisîn," wî daxuyand.

"Tevî hejmara wan a kêm, vegera malbatên Xiristyan pir girîng e ji şênîyên Mûsilê re," Ebar got.

Wî got ku di dema dagirkirina wan ji Mûsilê re, endamên DAIŞê kiryarên hovane li dijî şênîyan, bê îstîsna kirine.

Wî got ku bi derkirina Xiristyanan û destdanîna li ser malên wan, "DAIŞê xwest ku derzekê têxe di şîrazê civakî yê Mûsilê de û nirxên kînewerî û dijminahîyê li bajarê bi hevgirtina şênîyên xwe naskirî biçîne", wî got.

"Lewra, vegera malbatên Xiristyan û jîyankirina wan li tenîşt şênîyên Musilman û çînên din mizgînîya aramî û aştîya civakî ye," Ebar anî ziman.

Nûkirina kenîseyan

Hikûmeta xwecihî piştgirîya vegera malbatên Xiristyan dike bi rêya nûkirina kenîseyên zîyandar ên Mûsilê.

Karên çaksazîyê li Kolana Kenîseya Paul Çaldyan li taxa Mecmûa Seqafîya di meha Îlonê de qedîya bûn.

Kenîseya Bişara (Mizgînî), ya ku li ser kavilên kenîseyeke din ku li ser destê DAIŞê hatibû wêrankirin, dê di demeke nêz de li beşê rojhilatî yê Mûsilê were vekirin.

Navenda bajarê Mûsilê 10 kenîseyan dihundirîne, û ew hemû li ser destê çekdarên DAIŞê hatibûn şewitandin, yan xerabkirin an jî talankirin.

"Xebatên hikûmetê giranîyê didin nûkirina du kenîseyan -- Tahiîra û Saa -- ku ew ji kenîseyên herî kevnar in li Mûsilê," çalakgerekî Xiristyan bi navê Ramî Hena Kerûmî, ku xelkê Mûsilê ye, wiha got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku nûkirina kenîseyên nû û avakirina yên nû dê peyameke erênî bigihêjîne malbatên Xiristyan "û dê rûyê dîrokî yê Mûsilê weke keleheke şaristanîyan û olan nîşan bide".

"Şênîyên Xiristyan li Mûsilê alîgirên bajarê xwe ne û tînîyê vegerê û jîyankirina bo aştî û selamî li tenîşt şênîyên din in," wî got, û bang li herkesî kir ku "tiştê rû dabû jibîr bikin û berê xwe bidin siberojê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500