Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî bang bo vekirina lêpirsînê têkildarî goreke bi kom li Sûrîyayê dikin

Xalid Taî

Xwepêşanderin ji Şengalê serjêkirina bi dehan jinên Êzidî ji hêla DAIŞê ve şermezar dikin di wêneyekê de ku roja Înê (1ê Adarê) li ser internetê hatibû belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Omer Kato hatiye wergirtin]

Xwepêşanderin ji Şengalê serjêkirina bi dehan jinên Êzidî ji hêla DAIŞê ve şermezar dikin di wêneyekê de ku roja Înê (1ê Adarê) li ser internetê hatibû belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Omer Kato hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî gelek raport wergirtin derbarê serjêkirina bi dehan jinên Êzidî li Sûrîyayê ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û xwe ji tehqîqnên zêdetir re amade dike, berpirsine Îraqî roja Sêşemê (5ê Adarê) ragihandin.

Heftîya borî, berpirsine Kurd got kuterm û serîne jêkirî di komgorekê li nêzî Baxozê, asêgeha dawî ya DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê li parêzgeha Dêra Zorê ye, hatin dîtin.

Gor termine zilaman û serîne jêkirî yên dora 50 jinan dihundirand, ku tê payîn serîyên jinên Êzidî yên revandî bin, li gorî raportên medyayê yên cihêreng.

Ev nûçe hêrseke mezin li Îraqê çêkir.

Xwepêşanderin doza serbestberdana jinên Êzidî yên revandî dikin li Taxa Mutenebî li navenda Bexdayê roja Înê (1ê Adarê). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hadî Nayif Muhsin Zubêdî hatiye wergirtin]

Xwepêşanderin doza serbestberdana jinên Êzidî yên revandî dikin li Taxa Mutenebî li navenda Bexdayê roja Înê (1ê Adarê). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hadî Nayif Muhsin Zubêdî hatiye wergirtin]

Bi dehan Îraqî tevlî xwepêşandanên gelêrî bûn roja Înê, herwiha gelek rêxistin û partîyên Îraqî tevlî serokên civaka Êzidî bûn bo daxuyanîne ku tawanê şermaezar dikin.

Ji wê çaxê ve, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqî raportin ji ajansine navdewletî û partîyên Êzidî wergirtin ku "çêbûna tawanekê teqez dikin," peyvdar Elî Beyatî ji Diyaruna re got.

Beyatî dîyar kir ku "hema ev raport gihaştin, me gazin û redkirina xwe ji vê tawanê re eşkere kir, ku ev hovîtîya koma terorîst û berberîtîya wan tîne ziman."

Beyatî destnîşan kir ku "paşê me ji ajansên hikumetê yên têkildar re nivîsand, me doza hilgirtina berpirsyartîya wan kir, û ku em li benda bersiveke fermî bo vê babetê ne da dest bi rêkarên tehqîqê bikin."

Tehqîqa tawanê

Beyatî got ku hikumeta Îraqî berî niha komîteyeke fermî bo tehqîqê derbarê Êzidî û Îraqîyên ku ji hêla DAIŞê hatine revandin de çêkiriye.

Wî ragihand ku "gava hikumet qebûl bike, ev komîte dê dest bi tehqîqê bike û agahîyan kom bike bo bigihêje rastîyan."

Beyatî anî ziman ku li ser esasê encaman, egerî heye ku Komisyona Bilind a Mafên Mirov tevlî endamên komîteyê bibe bo derxistina termên dîtî û bo taqîkirinan çêbikin da qurbanîyan destnîşan bikin.

Wî eşkere kir ku Komisyon "dê vê tawanê di çarçoveya rêzetawanên terorîst de bi cih bike."

"TîmaNY a berpirsyartîya tehqîqên binpêkirinên DAIŞê dike ew berpirsa babeta qurbanîyên Êzidî ye jî," Beyatî ragihand.

Wî got "em rastî tawaneke din li dijî qanûna navdewletî tên ji hêla rêxistina terorîst ve ku tawaneke şer pêk tîne," û da zanîn jî ku şopandina weke van tawanan ne di çaçoveya qanûna Îraqî de ye.

Beyatî dîyar kir ku "ji lew re, em ji civaka navdewletî dixwazin ku bi me re alîkar be da ku em tehqîqan bikin û dadgehên taybet li dijî kesên van tawanan pêk tînin li dar bixin."

Çarenûsa Êzidîyan hîn ne dîyar e

Li gorî serjimarên fermî, 6,417 jinên Êzidî, jin û zarokên ku ji hêla DAIŞê hatibûn revandin piştî ku derbasî bajarokê Şengalê bûbûn di 3yê Tebaxa 2014an de.

Di salên dawî de, hejmarine mezin ên kesên revandî hatin berdan, lêçarenûsa nîvê wan heta niha ne dîyar e.

Rêveberê Karûbarên Êzidîyên Revandî karîbû "45 Êzidîyên ku ji hêla DAIŞê hatibûn revandin li Sûrîyayê rizgar bike ji destpêka vê salê ve," birêveber Husên Qaîdî wiha roja Sêşemê ji Diyaruna re got.

Qaîdî dîyar kir ku "ji wan, 14 zarok, sê jin û yên mayî zilam heftîya borî rizgar bûn ji erdên Sûrîyayê hatin veguhastin bo xizmên wan li Şengalê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500