http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/03/05/feature-01?di_exp_001=true&locale_switch_001=true

×
×
Aborî |

Îran diravên biyanî ji Îraqê dibe bo xwe ji sizayan vedize

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Ev zilam li bazara diravan a Bexdayê ne. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Îran xebateke mezin dike bo dest deyne ser diravên biyanî li Îraqê di hewlekê de bo xwevedizîna ji sizayên Amerîkayê, û bi vê yekê ew rêkarên Banka Navendî ya Îraqê bo çespandina dînar asteng dike, şarezayan wiha ji Diyaruna re got.

Datayên rojane yên mezada diravên biyanî yên Banka Navendî ya Îraqê nîşan didin ku dora 140 milyon heta bi 163 milyon dolar rojane derbasî bazara navxweyî dibe ji destpêka 2018an ve, li gorî malpera fermî ya bankê.

Ev beşeke ji plana banka dewletê bo parastina hêza dînarê Îraqî û rêgirtin li ber daketina nirxê wî, bi rêya dayîna moletên pêşwext ên kirîna diravên biyanî ji 34 kompanî û bankan re.

Buhayê dînarê Îraqî jî di mehên dawî de baştir nebûye.

image

Tişt û cil li barazekê li taxa Kerada li Bexdayê tên nîşandan. [Hesen Obêdî/Diyaruna] 

"Îranî bi awayekî rasterast berpirs in ji vê tevlîhevîya li bazarê, û neseqamgîrîya dînarê Îraqî û herikîna dolarê Amerîkî," birêveberê kompanîyeke veguhestin û guhertina diravan bi destûra Banka Navendî ya Îraqî li Bexdayê, yê ku daxwaz kir nasnameya wî neyê eşkerekirin, wiha got.

"Ew pir rêyan bi kar tînin bo rakişandina dolaran ji bazarê bi awayekî rojane," wî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku di cihê ku ew di bazara Îraqî bigerin, "diravên biyanî wenda dibin û bo Îranê tên veguhestin" bi rêya gelek metodan.

Wî got ku di hinek rewşan de, band dolaran ji kompanîyan bi qasên mezin dikirin.

Wî dîyar kir ku di hinek rewşên din de, kompanîyên hesin çemento, û pêdivîyên kehrebayî û kompanîyên xwarinê yên Îranî "daşkanên bi qasî 20% ta bi 25% dikin eger fatore bi dolarên Amerîkî be".

Wî got ku bo wergirtin ji van daşikanan, Îraqî dînaran diguherin bo dolaran daku kirîn û firoştinê bikin.

"Ev kompanî ji alîyên xwe ve hinek metodên xapînok bi kar tînin bo xapandina Banka Navendî ya Îraqî û veguhestina qasên mezin ên diravên biyanî bo Tehranê bi awayekî rojane," wî got.

Gendelîya li dergehên sînorî

Li gorî birêveber, hinek berpirsên ewlehî û mufetiş li xalên sînorî "di van çalakîyên tawankarî de rolê digerînin".

Wî got ku van rêkaran ziyan gihand welatîyên Îraqî, yên ku dê rewşa wan baş bibe eger buhayê dînarê Îraqî bilind bibe.

Parlemantara Îraqî, Macida Temîmî, ya ku endama komîteya darayî ya parleman e, di sala 2017an de haydarî da ku Îraq ji diravên biyanî tê zuhakirin "bi rêya çalakîyên hawirdekirinê yên pir gelek".

Herî dawî, parlemantarê Îraqî ji parêzgeha Diyalayê Humam Temîmî roja 15ê Kanûna Duyem amaje bi haletên gendelîyê û qaçaxîyê li yek ji herdu dergehên sînorî yên Diyalayê bi Îranê re kir.

Wî bang li hikûmeta Îraqî kir ku şerê gendelîya li dergehên sînorî bike.

"Divê hikûmet pêngaveke berfireh bide destpêkirin bo çavdêrîkirina dergehên sînorî," parlemantara Îraqî, Alya Nesîf ji Diyaruna re ragihand, û divê ew giranîyê bide dergehên sînorî ji ber ku gelek gilîyên têkildar bi qaçaxîyê hene.

"Guman tune ye ku hinek xebatkarên wan dergehên sînorî rolê digerînin, û divê em şerê gedelkaran [berpirsên gendelkar] bikin weke çawa em şerê terorîstan dikin," wê got.

Di konferanseke rojnamevanî de roja 12ê Sibatê li Bexdayê serokê Birêveberîya Dergehên Sînorî, Kazim Eqabî amaje bi gendelîya di dergehên sînorî yên welat de kir.

"Bêguman haletên gendelîyê di Birêveberîya Dergehên Sînorî de hene, weke hemû fermangehên din ên hikûmetê," wî got.

Wî got ku vê yekê hişt Îraq bikeve dawîya Rêzbendîya Rewşa Gendelîyê ya Rêxistina Şefafîyeta Navdewletî, û dîyar kir ku desthilatdarî hinek rêkaran dide ber xwe bo nehiştina gendelîyê.

Qaçaxî ziyanê li aborîya Îraqê dike

Şitûmekên bi hemû core û teşeyan bi qaçaxî di sînorê Îranê re derbasî Îraqê dibin, "û diravên biyanî ji Îraqê bo Îranê tê veguhestin", Adel Elî, ji Odeya Bezirganîya Bexdayê, wiha got.

"Milîs hene kuvan çalakîyan sponser dikin, di nav de qaçaxîya bo nav Îraqê û kêmkirina hêza bazarê bi rêya rakişandina diravên biyanî ji bazarê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Îranî xêrûbêra Îraqê dimijin, û bûjandina pîşesazîyên Îraqî asteng dikin û rê li ber xwetêrdarîyê digirin bi rêya piştgirêdan bi tiştên ji Îranê tên, Esîl Nucêfî, serokê Hevpeymanîya Qerara Îraqî wiha got.

Endamên Partîya Demokrata Kurdistanê, Hema Emîn got ku qaçaxîyê aborîya bajarên Herêma Kurdistanê, û parêzgehên din ên Îraqê, pir êşandîye.

"Îranî ji alîyê xwe de sînorê xwe di rûyê herkesê ku dixwaze tiştekî bi qaçaxî bîne Îraqê vedikin, ji ber ku ew dizanin ew [qaçaxçî] dê dolaran bi xwe re vegerînin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Banka Navendî ya Îraqî çareserîyeke nû dîtiye, ji bilî firoştina diravên biyanî di borseyê de, da ku rê li ber daketina buhayê dînarê Îraqî bigire.

Banka Navendî ya Îraqî muameleyên bankî bi dolar bi bank û kompanîyên biyanî re ragirtine ji ber sizayên li ser Îranê hatine sepandin.

Bankê di daxuyanîyekê de got ku "li jêr biryara birîveberîya Banka Navendî ya Îraqî, pêkanîna muamelatan bi beşên bankên Îranî re bi dolar qedexe ye."

Mijdara borî, Banka Navendî ya Îraqî ragihand kuwê firoştina dolarên Amerîkî bi rêya bankên niştîmanî bo Îraqîyên plan dikin bo Îranê sefer bikin ragirtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?
16
Na

1 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha

Ev derew e û nivîseke tayifgerî ye. Ev ne rast e.

BERSIV BIDE