Nûçeyên Iraqê
Aborî

Bajarên Enbarê derbasgehên nû di qonaxa paş-DAIŞê de ava dikin

Sêf Ehmed li Enbarê

Derbasgeha rojhilatî ya bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê vê dawîyê hatiye nûkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna] 

Derbasgeha rojhilatî ya bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê vê dawîyê hatiye nûkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna] 

Berpirsên xwecihî dibêjin ku li bajarên parêzgeha Enbarê çalakîyeke mezin a nûavakirinê heye û desthilatdarî kar li ser avakirina derbasgeh û derghan bo her bajarekî dikin û nîşangehên nû û serdemî li wan peyda dikin.

Hemû bajarokên Enbarê dîmenên nû li wan peyda bûne paş ku derbasgeh û dergehên wan hatine avakirin, endamê ecumena parêzgeha Enbarê Fehed Raşid ji Diyaruna re got.

Wî got ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbasgeh û mezargehên bajarên Enbarê wêran kirin dema ku wê di destpêka 2014an de dest danî ser wan, di nav de wêrankirina derbasgeha sereke ya Remadî û herwiha monumentên dîrokî û çandî.

"Tîmên teknîkî û endazyarî nûkirina hejmareke mezin a derbasgehên bajarên Enbarê, di nav de Remadî, Felûca, Seqlaqîya, Kerma û Hîtê qedandine, û kar berdewam e bo avakirina dergehan bi dîzaynên nûjen," wî got.

Ronî li bajarê Hedîsayê li parêzgeha Enbarê hatine danîn di çarçoveya kampanyayeke nûkirinê de li parêzgeha di qonaxa paş DAIŞê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Ronî li bajarê Hedîsayê li parêzgeha Enbarê hatine danîn di çarçoveya kampanyayeke nûkirinê de li parêzgeha di qonaxa paş DAIŞê de. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Raşid got ku projeyên din ji avakirina monumentên dîrokî û telarsazî yên ku çand û nerîtên her bajarekî raber dikin pêk tên.

Raşid daxuyand ku ev monumenteke çerxaavê li Hedîsayê û minarekê li Remadî û nîşangehên ku mîrat, zanist û darên xurme dihundirînin.

''kampanyayeke mezin a nûkirinê''

Şaredarî û sazîyên xizmetguzarîyan di projeyên nûkirin û avakirinê de beşdarî kirine, endazyar Îmad Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku derbasgeh û dergehên nû yên Enbarê weke xalên sereke yên pişkinînê di xizmetê de ne bi hebûna kamîrayên çavdêrîyê û xebatkarên polîs û trafîkê.

"Sazîyên şaredarîyê xebatên firehkirina derbasgehan û rêyên sereke yên bajarok û navçeyên Enbarê girtine ser milên xwe, di nav de Felûca, Remadî, Hedîsa, Hît, Rawa û Anahê," wî got.

Dulêmî got ku tîmên sazîyên kehrebeyê yên şaredarîyê ronî li rêyên derveyî û li derbasgeh û derketinên bajaran danîn, û cihên bêhinvedanê û rawestandina otombîlan hatine avakirin.

Wî got ku kampanyayeke nûavakirinê ya mezin li Enbarê heye û gelek sazîyên xizmetguzarîyan û nîşangehên telarsazî tên avakirin.

Wî got ku hewzên avê li bexçeyan û baxan û li rêyên sereke tên danîn û dîzaynên rengîn û nûjen ên ku"refleksa vegerîyane jîyanê û redkirina terorîzmê dikin" tên bikaranîn.

"Kampanyaya nûavakirinê ya li bajarên Enbarê, di nav de Remadî, heye pir erênî ye," şaredarê Remadî Brahîm Ewsec ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku avakirina piran, û nûkirina rêyan û avakirina derbasgehên bajaran xizmetguzarî bo hemû şênîyên Enbarê baştir kirin.

"Nîşanên" guhertinê li bajarên Enbarê

Enbar di jinavbirina şopên terorîzmê de yên ku DAIŞê li pey xwe hiştine bi ser ket bi rêya avakirina nîşangehên nûjen li hemû bajarên xwe, Talib Hesnawî, serokê encumena şaredarîya Felûcayê ragihand.

"Li Felûcayê, dergehê rojhilatî yê bajêr ji nû ve hatiye avakirin û dergehê rojavayî li xala pişkinînê ya Helebsayê hatiye berfirehkirin," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku kar berdewam e bo dîsan vekirina derbasgehên Sakanîyayê û Secarê li bakurê Felûcayê.

"Guhertineke erênî li kolan û bajarên Enbarê heye, yên ku berî du salan di nava kavil û tozê de mabûn ji encama operasyonên terorî," welatîyekî 40 salî ji Remadî bi navê Casim Ebdulah wiha anî ziman.

"Remadî aniha bajarê ava û nû ye, û qadên keskahîyê, park û kolanên fireh, resîf û ronîyên sipehî lê hene," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500