Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serîyên jêkirî di goregeke komî de nîzîkî molgeha DAIŞê li Sûrîyayê tên dîtin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Beşê Bersivdana Lezgîn ê girêdayî berevanîya Sivîl a Reqayê laş dane hev piştî ku wan cihê gora komî ya qurbanîyên DAIŞê nêzîkî bajarê Reqayê yê li bakurê Srîyayê di 19ê Sibatê de xepart. [Fadil Sîna/AFP]

Beşê Bersivdana Lezgîn ê girêdayî berevanîya Sivîl a Reqayê laş dane hev piştî ku wan cihê gora komî ya qurbanîyên DAIŞê nêzîkî bajarê Reqayê yê li bakurê Srîyayê di 19ê Sibatê de xepart. [Fadil Sîna/AFP]

Laş û serîyên jêkirî di goreke komî de hatin dîtin nêzîkî "Dewêeta Îslamî" (DAIŞ) molgeha dawî ya rêxistinê li rojhilatlê Sûrîyayê , berpisên Kurd roja Pêncşemê (28ê Sibatê) got.

"Goreke komî berî deh rojan li devera rizgarkirî hat kifşkirin " nêzîkî el-Baxozê, Ednan Efrîn, berdevkekî Hêzên Sûrîya Demokratîl (QSD), ragihand.

"Gor laşê mêran herwiha serîyên jêkirî yên jinan jî dihewîne," wî ji AFP re got.

QSD, hevalbendeke Ereb û Kurdan a şerê DAIŞê dike li Sûrîyayê bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, çend rojekê dûrî ku dest deyne ser molgeha dawî ji erdê ku li jêr kontrola rexêstina tundrew e li ser çemê Feratê, nêzîkî sînorê Îraqî.

Afrîn got ku hejmara laşên di gora komî de hîn nehatiye naskirin, wî anî ziman ku cih ji nişkê ve hat kifêkirin dema ku beldozer li wê deverê kar dikir.

Gora komî li derdora el-Baxozê hat dîtin "li devera yekser li rex malan", Azad Dudekî, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî, ji Diyaruna re got.

Wî got ku bermahîyên jin û mêran ên ku dîyar e hatine îdamkirin di gorê de hene, û not kir ku hejmara jinan di nav wan de gelekî bilind e û piranîya wan hatine serjêkirin, lê piranîya wan bi fişkekan di serên wan de hatine kuştin.

"Agahîyên teqez di van hefteyên dawî de hatin wergirtin yên destnîşan dikin ku hejmareke mezin a îdaman li dijî kesên sivîl ên hewl dan ji devera li jêr kontrola rêxistinê birevin hatin cîbucîkirin, an ew hatin bersûckirin ku ew bi hêzên hevpeymanîya navdewletî yan QSD re kar dikin," Dudikî got.

Herwiha hejmareke mezin a çekdarên DAIŞê jî hatin îdamkirin ji ber wan red kir şer bikin an hewl dan ku ji parçeyê erd ê dawî yê li jêr kontrola rêxistinê birevin, wî anî ziman.

Qurbanîyên Êzîdî

Tê payîn ku hin ji qurbanîyan ji civaka Êzîdî bin, hindikahîyeke olî ne ku bi piranî li Îraqê ne û bi Kurdî diaxêvin, hindikahîya ku DAIŞ weke gawiran wan reçav dike.

Lê Afrîn got ku hîn qurbanî nehatine naskirin.

"Tê payîn ku jin Êzîdî ne ji alîyê rêxistinê ve hatin weke sebîye (koleyên cins) hatin dîlkirin, ên ku çarenûsa piranîya wan hîn ne naskirî ye," Dudikî got.

DAIŞê bi dehan mêrên Êzîdî serjê kirin dema wê dest danî ser rûberên fireh li bakurê Îraqê di sala 2014an de, bi hezaran jin û keç kirin kole.

Ji destpêka vê salê ve, 45 jin û zarokên Êzîdî ên ji alîyê DAIŞê ve li Sûrîyayê hatin revandin hatinj azadkirin, berpirsê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî roja Pêncşemê got.

Ji wan, 14 di vê hefteyê tenê de hatin azadkirin, serokê ofîsê li Duhokê Husên Qaidî di daxuyanîyekê de got.

"Di van her 48 saetên bûrî de, me 14 zarokên Êzîdî ên temenê wan di nav pênc û 16 salan de ji DAIŞê li Sûrîyayê azad kirin," wî roja Pêncşemê got.

"Xebatên me da ku em kesên revandî azad bikin û wan ji malbatên wan re vegerînin her çi qasî gengaz be dê berdewam bin," wî anî ziman.

Di destpêka Sibatê de, desthilatdarîya Kurdî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê goreke komî li bajarê Reqayê kir, a ku dora 3,500 laşan tê de hene -- gora herî mezin heta aniha.

Bi dehan gorên komî ku laşên sivîl û şervanên ku bi destê DAIŞê hatin kuştin dihewîne di van salên dawî de li Îraq û Sûrîyayê hatin kifşkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500