Nûçeyên Iraqê
Aborî

Kompanîyên neftê yên biyanî karê xwe li Îraqê berdewam dikin

Xalid Taî

Xebatkarên agirvemrandinê yên Îraqî agirê ku DAIŞê bi zevîyê Qeyarayê xistibû li başûrê Mûsilê vedimirînin di vê wêneyê de ku di 9ê Sibata 2017an de li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Neftê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatkarên agirvemrandinê yên Îraqî agirê ku DAIŞê bi zevîyê Qeyarayê xistibû li başûrê Mûsilê vedimirînin di vê wêneyê de ku di 9ê Sibata 2017an de li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Neftê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kompanîyên biyanî karê xwe li sektorê neftê li Îraqê berdewam kirin li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, li gorî berpirsyarên Îraqî.

Di destpêka Sibatê de, Grûpa Sonangol a Kompanîya Engolan geşedana karê berhemdayîna neftê berdewam kir li du zevîyên neftê yên sereke li başûrê Mûsilê, peyvdarê Wezareta Neftê Asim Cîhad ji Diyaruna re got.

Cîhad got ku kompanî peymanek di 2009an de bi dest xist bo zêdekirina berhemdayînê li herdu zevîyên neftê yên Geyara û Necmayê, "lê belê kar hat rawestandin piştî çekdarên DAIŞê derbasî Maûsilê bûn di nîvê 2014an de".

Wî anî ziman ku gava DAIŞê ev dever kontrol dikir û şer bo derxistina rêxistinê pêk dihatin, çekdarên wê herdu zevî xerab kirin û agir bi bi gelek bîrên neftê xistin.

Teknîkkarên Îraqî xetên veguhastinê yên zevîyê neftê yê Ecilê, yên ku ji hêla endamên DAIŞê ve hatibûn xerabkirin di Gulana 2018an de, çaksaz dikin. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur a Îraqî hatiye wergirtin]

Teknîkkarên Îraqî xetên veguhastinê yên zevîyê neftê yê Ecilê, yên ku ji hêla endamên DAIŞê ve hatibûn xerabkirin di Gulana 2018an de, çaksaz dikin. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur a Îraqî hatiye wergirtin]

Cîhad got ku piştî hêzên Îraqî dîsa zevîyên neftê kontrol kirin, karmendên Kompanîya Nefta Bakur a dewletê karîbûn hemû agiran vemirînin û sazîyan ji nû ve ava bikin.

Cîhad dîyar kir ku di hinek zevîyên neftê yên Îraqî yên din de, "danûstandinên dualî bi kompanîyên enerjîyê yên biyanî yên din re gihaştin qonaxine pêşketî."

Cîhad got "em bi hêvî ne ku kompanîya Xazê ya Koreya (Kogas) dest bi geşedanazevîyê Ekas a xazê li Qayîmê bike, li rojavayê parêzgeha Enabrê."

Ekas ji mezintirîn zevîyên xazê yên li Îraqê ye, ku dora 5.3 trilyon metrên sêcar yedekên xaza xwezayî tê de ye. Îraq di 2011an de rêkeftinek bi Kogasê re bo geşedana zevîyê girê da.

Xebatên parastina operasyonan

Cîhad li ser xebatên hikumetê yên berdewam bo kişandina kompanîyên biyanî teqez kir û herwiha xebatên bo parastian operasyonan li zevîyên neftê û dezgehên Îraqî.

Cîhad got ku "zavîyên neft û xazê li deverên rizgarkirî ji hêla polîsê enerjîyê li wir tê parastin," û da zanîn jî ku yekîneyên serbazî jî li wan deveran belav bûne bo parastineke zêdetir.

Cîhad ragihand ku "xebatkarên me pir bo çaksazkirina bîrên xerabûyî, xetên berhemdayîn, veguhastin, parzûngeh û dezgehên enbarkirinê dixebitin, da zanîn jî ku zevî û parzûngeh li parêzgehên Nînewa, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê vegerîyan xetê.

Gulana borî, hikumeta Îraqî peyamek bi Kompanîya Petrolê ya Brîtanî (BP) re danî bo berhemdayîna neftê li Kerkûkê.

Bi rêya rêkeftinê, Îraq bi hêvî ye ku zora astengî û berhengarîyên ewlehî bibe ku bi awayekî neyînî bandor li berhemdayîna zevîyên neftê yên li Kerkûkê kiriye weke zevîyê Bay Hesen û Camûrê, pisporê neftê Hemze Cewahirî eşkere kir.

Cewahrî ji Diyaruna re got ku BP bernameyin ku "bilindkirina berhemdayînê li van zevîyan ji dora 400,000 bermîl heta 750,000 rojane yan heta milyon bermîl rojane" aramnc dikin danîn.

Wî ragihand ku weke beşekî rêkeftinê, kompanî karên teknîkî û cîyolocî pêk tîne û pirsgirêkên berhemdayîna kêm çaksaz dike, herwiha awane bo bikaranîna xaza berhemdayî weke xazeke ne sereke dibîne.

Cewahirî got ku "hikumet bo nûavakirina binesazîya sektorê neftê bi temamî dixebite ku teror û şer bandora xwe lê kiribûn."

Dilrehetkirina berhemkarên biyanî

Pispora aborî Selama Semîsim li ser giringîya danîna hinek tedbîrên parastinê israr kir ku dilê kompanîyên neftê rehet bikin da ku li projeyên xwe yên geşedanê li deverên rizgarkirî vegerin.

Selama ji Diyaruna re got "hîna jîngeha kar a li zavîyên neftê yên rizgarkirî ji ber gefên terorîst binakok e."

Wê dîyar kir ku "em gerekdarî ewlehîyeke pir mezin in, ne tenê bo dilrehetkirina kompanîyên ku çûn lê belê bo kesên ku guh didin vebiranînê."

Wê anî ziman ku parêzgehên ji DAIŞê hatine rizgarkirin "gerekdarî geşdaneke gişgir û birêvebirina çavkanîyan yên qezenckirinên neftê in bi awayekî ku armancên geşedanê qezenc bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500