Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xebatên ewlehî li Mutêbicayê berhemê didin

Xalid Ta'î

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî planeke bo armanckirina molgehên paşmahîyên DAIŞê li Mutêbijayê hatiye dariştin nîqaş dikin, wêne di 17ê Tebaxa 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî planeke bo armanckirina molgehên paşmahîyên DAIŞê li Mutêbijayê hatiye dariştin nîqaş dikin, wêne di 17ê Tebaxa 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî gotin ku rêkarên ewlehî yên tund û pêngavên li dar li navçeya Mutêbijayê, ya ku dikeve di navbera Selahedîn û Diyalayê de, berhem dan, û aniha hebûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wir di kêmbûyînê de ye.

Ji nîvê sala 2018an de, hêzên Îraqî û Ajansa Dijî Terorê di opersayonên ramaliştinê de beşdarîyê dikin bo baştirkirina ewlehîyê li navçeyê.

Fermandarên operasyonên Diyala û Selahedînê tev hêzên polîsê xwecihî li her du parêzgehan çendîn pêngav dest pê kirin bo armanckirina paşmahîyên DAIŞê û stragehên wan û depoyên çekan.

"Hêzên dijî terorîzmê çendîn operasyonên taybet li dar xistin û ew bi ser ketin di nehiştina şanên razayî de" li Mutêbijayê û deverên din, peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê, Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

Yekînene serbazî yên Îraqî bo Mutêbijayê tên şandin di çarçoveya xebateke hevbeş de bo armanckirina asêgehên DAIŞê, ev wê divegere dîroka 17ê Tîrmeha 2018an. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Selahedînê hatiye wergirtin]

Yekînene serbazî yên Îraqî bo Mutêbijayê tên şandin di çarçoveya xebateke hevbeş de bo armanckirina asêgehên DAIŞê, ev wê divegere dîroka 17ê Tîrmeha 2018an. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Selahedînê hatiye wergirtin]

Di operasyonekê de roja 14ê Sibatê, ku bi piştgirîya asmanî ya hevpeymanîya navdewletî pêk hat, hêzeke fewcê 2ê yê Ajansa Dijî Terorîzmê êrîşeke nişkeyî li dijî şaneke tundrewan pêk anî, dema ku ew li malekê civîyayî bûn.

"Stargeh li cihekî asê û nehênî bû li Mutêbijayê, ku wesayitên serbazî yên zirxî nedigihiştin wan," Numan daxuyand.

"Hêza êrîşker şeş serkirdeyên girîng ên DAIŞê, yên ku li nava stargehan bûn di dema êrîşê de, kuştin," Numan got, û daxuyand ku ew stargeh paşê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve hat wêrankirin.

Wî got ku got endamên DAIŞê serkirdeyên xwecihî bûn, yên ku hazirî dikirin ku êrîşên xwekujî li parêzgehên Diyala û Kerkûkê pêk bînin.

Armanckirina veşartgehên DAIŞê

"DAIŞ hewl dide ku endamên xwe yên mayî kom bike û ew sûdê ji kendûkozên sext ên Mutêbijayê dibîne," Numan got.

"Lê belê hêzên me bi cidî bersiva we didin, bi rêya misyonên astbilind, operasyonên koleçana hewayî û veguhestina agahîyên hewalgirî bi hevpeymanîya navdewletî re," wî got.

Wî got ku ji destpêka salê ve, hêzên Îraqî 16 stargehên DAIŞê li deverên dûrdest ên Bêcîyê li Selahedînê, û Gola Sirsar û biyabana Qaimê li rojavayê Enbarê.

"Rewşa ewlehî [li Mutêbijayê] pir baştir e berî çend mehan," serokê komîteya ewlehî ya parêzgeha Selahedînê, Sebah Mulah Ciyad ji Diyaruna re ragihand.

"Endamên DAIŞê kêm çalakî ne bi awayekî berçav, bi saya xebatên pir ên hêzên ewlekarîyê û serkeftinên wan di kontrolkirina rûberên berfireh ên vê navçeya stratejî," wî got.

Mutêbijayê nêzî çend bajaran e, weke Samera, Beled û Tikrît.

Ciyad "rola hêzan û xebatên wan ên ewlekirina deverê û avakirina xetên berevanîyê û koleçanê, bi taybetî li navçeya dikeve di navbera çiyayên Hemrînê û Mekhûlê bilind nirxand".

Wî dîyar kir ku hîna tundrew xwe di şikeft û gelîyan de diveşêrin, û ew hîn jî çavkanîyeke gefê ne li ser navçeyên ku dikevin di çarçoveya sînorên îdarî yên parêzgehên Selahedîn, Diyala û Kerkûkê.

Planeke ewlehî tê xwestin

"DAIŞ çend endamên xwe yên xwe li Mutêbijayê vedişartin ji dest dan û herwiha yên li gir û çola Hemrînê û Mexîsayê cih digirin," endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Diyalayê, Sacid Enbekî ragihand.

"Li gorî texmînên me dora 150 terorîstên ku bi awayekî nehênî di navbera van hêzan de tevgerê dikin mane," wî ji Diyaruna got û daxuyand ku ev terorîst nikarin êrîşên berfireh li ser bajaran pêk bînin.

Û bal kişand ku lewra ew tevlî çalakîyên terorî yên mîna "segvanîyê, çandina bombeyên bidestçêkirî û revandinê dibin".

Enbekî teqez kir ku jinavbirina paşmahîyên DAIŞê "hewcedar e bi planeke ewlehî ku ji operasyonên lêgerînê û şopandinê pêk tê heye" û herwiha pêwîstî bi cihgirtina leşkeran li çend xalên pir kêşe heye.

Wî got ku rêkarên din divê hejmareke mezin ji misyonên koleçanê bihundirînin, û herwiha divê xebateke hewalgirî û rêkarên avakirina pêwendîyan bi xelkê deverê hebin, û divê dest li ser çekên sivîlan bê danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500