Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hakerên Firqeya Cinan nasnameyên DAIŞê eşkere dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Skrînşûteke cihê coxrafî yê endamekî DAIŞê dîyar dike, cihê ku ji malpera toreke civakî ku li ser telefona wî hatiye desteserkirin. [Wêne ji hesabê Twîter ê Hakerên Firqeya Cinan hatitiye wergirtin]

Skrînşûteke cihê coxrafî yê endamekî DAIŞê dîyar dike, cihê ku ji malpera toreke civakî ku li ser telefona wî hatiye desteserkirin. [Wêne ji hesabê Twîter ê Hakerên Firqeya Cinan hatitiye wergirtin]

Di nîvê meha Sibatê de, komeke hakeran a navdewletî ya navê xwe dike Hakerên Firqeya Cinan gelek belgeyên derxistin, belgeyên ku nasname û çalakîyên gelek endamên "Dewleta Îslamî" kifş kirin.

Ya jê re tê gotin "Operasyona vekirina şîfreyên DAIŞê" di nav de agahîyên tekekes derbasbûna çalakîyên li ser Înternetê yên ku nasnameyên çekdarên DAIŞê yên armanckirî li 14 welatan kifş dike, di nav wan de Sûrîa û Ywmen, raportên medyayê wiha got.

Agahîyên ku hatin wergirtin û ji alîyê Hakerên Firqeya Cinan ve hatin eşkerekirin navên xwedîyên hesabên medyaya civakî, nimreyên telefonê, cihên goxrafî û agahîyên kesane mîna nimereyên hesabên benkê dihewînin.

Hêja ye werê gotin, desteserkirin û xeterî di demekê de tên ku piştgirên DAIŞê li ser internetê bi awayekî eşkere hevûdu bi paşguhkirina çalakîyên xwe li ser medyaya civakî, û hewiha bi xayintkirinê li dijî rêxistinê bersûc dikin.

Wêneyeke du endamên DAIŞê ku ji hesabê Telegramê yê birêveberekê rûpelê hatiye wergirtin. [Wêne ji hiesabê Twîter ê Hakerên Firqeya Cinan hatiye wergirtin]

Wêneyeke du endamên DAIŞê ku ji hesabê Telegramê yê birêveberekê rûpelê hatiye wergirtin. [Wêne ji hiesabê Twîter ê Hakerên Firqeya Cinan hatiye wergirtin]

Eşkerebûna herî dawî ya agahîyên derbarê çekdarên DAIŞê bo raya giştî dibe ji encama kiryarên bed ên kesane ên karmendên ewlekarîyê bin an jî kiryarên bi mebest ên komên hevrik bin.

Birêveberê Lêkolînên Welîd û Navenda Lêkolînên Meydanî Mazin Zekî ji Diyaruna re got ku agahîyên hatine berhevkirin dê bêtir werin sehkirin û dê diyar bikin bê çawa operasyonên tecnîdkirinê yên rêxistinê di rêya înternetê û malperên tora medyaya civakî re çêdibin.

Wî daxuyand ku hesabên medyaya civakî ên hatin desteserkirin "xeta rêxistinê ya êrîşkirinê ya yekem" bû ku wê wê karîbû di rêya wê re bi hezarên ciwanan ji seranserê cîhanê di nav refên xwe de tecnîd kir.

"Nîşandarîya vê torê dê rê li ber alaveke rêxistinê ya tecnîdkirinê ya herî girîng bigire û gefeke xeternak a li ser jîyana sivîlan li seranserî cîhanê rake," wî anî ziman.

Kifşkirina nasnameya endamên DAIŞê

Zekî got ku li ser bingeha van agahîyên ku ji alîyê Hakerên Firqeya Cinan ve hatine weşandin, ev demeke dirêj e operasyon berdewam e bêyî ku were eşkerekirin.

Wî got ku operasyonê listeyên peywendî û nameyên DAIŞê eşkere kirin, herwiha agahî derbarê gelek komên tundrw ên çalak li ser medyaya civakî.

Desteserkirin di rêya mobaylan re çêbû di rêya bikaranîna teknîka "mirorring", a ku di rêya wê re hakeran bi awayekî tam telefonên endamên DAIŞê kontrol kirin weke tê bibêje telefonên wan bi xwe ne, wî şirove kir.

"Bi vî awayî hakeran karîbûn wêne û vîdyoyên zindî yên çekdarên DAIŞê wergoirin herwekî wan telefonên wan destteser kriibûn," wî got.

Zekî got ku giringîya "operasyona vekirina şîfreya DAIŞê" ew e ku nasnameya berpirsên sereke yên ku kes di rêya enternetê re telvlî DAIŞê dikirin li gelek dewletan eşkere bike.

Wî got ku ev yek dê planên rêxistinê yên heşdkirinê kifş bikin, û anî ziman ku dîyarkirinê navên endamên DAIŞê dê bihêle ku desthilatdarî çavdêrîyê bi awayekî nêzîktir bike.

"Sehkirin, lêkolîn û vekolîneke hûrûkûr ji van agahîyan re gerek e da ku rêbazên tefkîra vê rêxistina tundrew derbarê rêbazên tecnîdkirinê nas bikin da ku rê li ber wê û rêxistinên din bigirin ku operasyonên tecnîdkirinê li seranserî cihanê bikin," Zekî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500