Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD bi sedan endamên DAIŞê radestî Îraqê kirin

Xalid Taî

Endamên DAIŞê yên ji hêla hêzên Îraqî ve girtî ne li Enbar û Bexdayê di vê wêneyê de tên dîtin, ku di 11ê Sibatê de hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Enbar el-Hedes a Facebookê hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê yên ji hêla hêzên Îraqî ve girtî ne li Enbar û Bexdayê di vê wêneyê de tên dîtin, ku di 11ê Sibatê de hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Enbar el-Hedes a Facebookê hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), hevbendîya Erebî- Kurdî ku dawîn êrîş dibe ser rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) da erdên dawî yên li rojhilatê Sûrîyayê bistînin, 382 Îraqîyên ku di nava rêzên DAIŞê de şer dikirin veguhestin bo desthilatên Îraqî, serokê êlekê Duşemê (25ê sibatê) ragihand.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî roja Pêncşemê koma yekem ji 15 DAIŞîyên Îraqî wergirt, çavkanîya ku nexwest nasnameya wê were eşkerekirin wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku koma duyem roja Yekşemê hat, û 231 Îraqîyên ku ji hêla QSD ve gava Baxozê kotrol kirin li rojhilatê Sûrîyayê hatibûn girtin.

Lê peyvdarekî QSD ev angaşt red kirin, AFP ragihand.

Zilamên ku ji hêla hêzên Îraqî ve hatine girtin ji ber tawanên terorê li parêzgeha Enbarê, bo navendên binçavkirinê hatin veguhestin, di vê wêneyê de ku di 5ê Kanûna Yekem a 2016an de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enabrê hatiye wergirtin]

Zilamên ku ji hêla hêzên Îraqî ve hatine girtin ji ber tawanên terorê li parêzgeha Enbarê, bo navendên binçavkirinê hatin veguhestin, di vê wêneyê de ku di 5ê Kanûna Yekem a 2016an de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enabrê hatiye wergirtin]

Çavkanîyekê ji hikumeta Îraqî re ji AFP re got ku roja Duşemê Îraq 14 Fransî ji QSD wergirt.

QSDê "hejmareke mezin" a çekdarên DAIŞê ji gelek welatan girtin, ku bêhtir ji 500 kesan Îraqî ne," ofîsa medyaya ewlekarîya Îraqî di daxuyanîyekê de got.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî lîsteyek bi navên ku werin taqîkirin wergirt bi hevkarîya dadgehê, ku ferman bi girtina tundrewan dabû.

Endamên DAIŞê yên dê werin lêpirsîn

Serokê êlî dîyar kir ku "terorîstên vegerîyane Îraqê endamên DAIŞê yên tirsnak in ku serkirdene giring di nav wan de ne yên fermanên girtinê ji dadgehên Îraqî der heqê wan de derketibûn.

Wî got ku hêzên Îraqî tundrewan di rêya otombêlên serbazî re hi devereke li dirêjahîya sînorên bi Sûrîyayê re, li bakurê bajarê Qayîmê , veguhestin bo baregeha Eyn Esedê li navçeya Bedadî li parêzgeha Enbarê, û da zanîn jî ku ew li ser radestkirina endamên DAIŞê hazir bû.

Wî anî ziman ku "ew ji baregeha asmanî ya kampa Musena li Bexedaya paytext di rêya helîkopteran re hatin veguhastin bo lêpirsînê."

Wî ragihand ku tîmeke Îraqî ku berpirsine Îraqî ji hewlagirîya serbazî, ajansa dijî teror û ajansên ewlekarîyê yên din dihundirîne dest bi lêpirsîna tundrewan kirine da karê her kesî di hundirê DAIŞê de nas bikin.

Wî dîyar kir ku "kesên lêpirsînê dikin têkilîyên van terorîstan bi paşmahîyên DAIŞê û şanên ku hîna li Îraqê çalak in dike armanc."

Ev radestkirin weke xebatên hevbeş di navbera Îraq û QSDê de pêk hat bo ev terorîst li Îraqê werin darizandin.

Berpirsê êlî eşkere kir ku "artêşa Îraqî aniha danûstandinan bi QSDê re dike da malbatên van endamên DAIŞê yên Îraqî jî radest bikin."

Wî got ew texmîn dike ku desthilatên Îraqî dê kampekî yan navendeke taybet bo van malbatan ava bike, ku jin û zarokan dihundirîne.

Duşemê, Serok Berhem Salih got dadgehên Îraqî dê 13 welatîyên Fransayê darizîne yên di şerê bo DAIŞê de hatine girtin li Sûrîyayê.

Çekdarên ku ji hêla QSDê ve hatin veguhastin bo Îraqê, "dê li gorî qanûna Îraqî werin darizandin," Salih di konferanseke çapemenîyê de got piştî ku bi serokê Fransayê Emanuêl Makron re axivî li Parîsê.

Wî got ku "ew kesên ku tawanên li dijî Îraq û dezgeh û xebatkarên Îraqî pêk anîne, em wan dixwazin û dixwazin wan li dadgehên Îraqê darizînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500