Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Firqeyeke serbazî ya nû bo parastina bîyabana Selahedînê tê avakirin

Xalid Taî

Yekîneyên artêşa Îraqî û polîsê li paşmahîyên DAIŞê digerin li bîyabana li rojavayê parêzgeha Selahedînê di 25ê Tebexa 2018an de. [Wêne ji polîsê Selahedînê hatiye wergirtin] 

Yekîneyên artêşa Îraqî û polîsê li paşmahîyên DAIŞê digerin li bîyabana li rojavayê parêzgeha Selahedînê di 25ê Tebexa 2018an de. [Wêne ji polîsê Selahedînê hatiye wergirtin] 

Berpirsekî Îraqî ji Diyaruna re Înê (22ê Sibatê) got ku firqeyeke serbazî ya nû dê bo parastina ewlehîyê li bîyabana li rojavayê parêzgeha Selahedînê were avakirin.

Biryar di civîna ku meha borî li Selahedînê hatibû lidarxistin de hat standin bi amadebûna parêzerên Selahedîn, Enbar, Nînewa, Kerkûk, Diyala û Bexdayê, serokê komîteya encumena ewlehî ya parêzgeha Selahedînê Şaban Mulah Ciyad got.

Wî dîyar kir ku kesên hazir gefa terorî ya ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çêdikin, giftûgo kirin.

Ciyad ragihand ku "wan bal kişand ser metirsîya ku ev paşmahî hîn li bîyabana li rojavayê Selahedînê çêdikin, a bi navê Gerava Rojavayî jî tê naskirin, ku heta bi parêzgehên Nînewa û Enbarê ve jî diçe."

Leşkerine Îraqî beşdarî karwaneke serbazî dibin li parêzgeha Selahedînê di 27ê Kanûna Yekem a 2018an de bo bîranîna yekem a têkbirina DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî beşdarî karwaneke serbazî dibin li parêzgeha Selahedînê di 27ê Kanûna Yekem a 2018an de bo bîranîna yekem a têkbirina DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ciyad destnîşan kir ku paşmahîyên DAIŞê hewl didin xwe dîsa li deverê rêxistin bikin, ku xwe di tunêl û qulikên xwezayî de dûrî çavên hêzên ewlekarîyê vedişêrin.

Ciyad got "ev komên terorîst êvarî dixebitin, êrîşan li dijî niştecihên gundên çandinî û bîyabanî pêk tînin û sibehê vedigerin qulikên xwe.

Wî anî ziman ku gelek çotkar hatin revandin û bombeyên bidestçêkirî hatin teqandin tevî hemû amadekarîyên ewlekarîyê, da zanîn jî ku "terorîst hîn dikarin kunan keysbaz bikin û ewlehîyê têk bibin."

Firqeyên serbazî û yê êlan

Ciyad got ku parêzer komeke daxwaz ji serokê artêşê û berpirsên ewlekarîyê re pêşkêş kirin.

Wî got ku daxwaza sereke ew e avakirina firqeyeke serbazî bo lipeyketin û têkbirina paşmahîyên terorîst li bîyabana Selahedînê û bo "girtina hemû kun û deverên ku dijmin sûdê ji wan digire."

Desthilatên ewlekarî û serbazî soz dan ku vê dozê bi cih bînin, û "aniha nîyeteke cidî bo avakirina vê firqeyê heye," wî got.

Ciyad dîyar kir ku daxwazeka din a ku parêzeran pêşkêş kiribû doza avakirian hêzeke êlî bû, ku ji zilamên êlên gundên nêzî çîyayên Hemrîn û Mexûlê pêk were.

Wî anî ziman ku "hêz dê piştevanîyeke herî baş bo hêzên ewlekarîyê peyda bike û dê di têkbirina paşmahîyên DAIŞê de alîkar be, ku hîn ew di çîyayan de ne."

Ciyad bang li hikumetê kir da ewlehîyê li gund û çewlikên dûr pêk bîne bo niştecihên xwecihî vegerin.

Wî got "bi rastî hinek gund hîna bêkes in, ev derfetekê didin terorîstan ku bilivin û çalakîyên xwe bi serbestî pêk bînin û bêyî tu çavdêrî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500