Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi sedên sivîlan ji molgeha DAIŞê derdikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jinên molgeha dawî ya di destê DAIŞê de li Dêra Zorê li pey xwe hiştine bendewarîya veguhestina xwe bo kampên penaberan dikin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Jinên molgeha dawî ya di destê DAIŞê de li Dêra Zorê li pey xwe hiştine bendewarîya veguhestina xwe bo kampên penaberan dikin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hevpeymanîya Navdewletî ragihand ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Pêncşemê (21ê Sibatê) derbarê derxistina sivîlan ji dawîn molgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Dêra Zorê gotûbêj dikirin.

Bi sedên sivîlan, di nav de jin û zarok, bi lorîyan ji dawîn molgeha DAIŞê hatin derxistin roja Çarşemê, lê QSDê ragihand ku hîn hejmareke mezin ji sivîlan di hundir de ye, li gorî raporteke AFP.

QSDê berî aniha dîyar kiribû ku sivîln mane bêhtirî xwe jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Di heman demê de, hevbendîya Kurdî-Erebî, ku balefirên şer ên hevpeymanîy navdewletî piştevanîya wan dikin, çekdarên DAIŞê di rûbereke kêmtir ji nîv kîlometra çargoşe de li Baxoz Foqanî, li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, dorpêç dike.

Ev karwaneke lorîyan e ku sivîlan ji Baxoza Foqanî, molgeha dawî di destê DAIŞê de, roja Çarşemê (20ê Sibatê) vediguhêze. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

Ev karwaneke lorîyan e ku sivîlan ji Baxoza Foqanî, molgeha dawî di destê DAIŞê de, roja Çarşemê (20ê Sibatê) vediguhêze. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

Yek ji kampan ji alîyê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve hatiye avakirin bo pêşwazîkirina sivîlên ji Dêra Zorê derdikevin, berî ew bo kampên hatine avakirin werin veguhestin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

Yek ji kampan ji alîyê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve hatiye avakirin bo pêşwazîkirina sivîlên ji Dêra Zorê derdikevin, berî ew bo kampên hatine avakirin werin veguhestin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

"Hêzên Hevpeymanîyê, di nav de Amerîka, berdewam in di piştgirîkirina QSDê de di demekê de ku ew gotûbêjan dike bo azadkirina sivîlên bêsûc," peyvdarê Hevpeymanê, Sean Ryan ji AFP re ragihand, û dîyar kir ku DAIŞ rastî "şikestineke jênerev tê".

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Çarşemê got ku gotûbêj derbarê "xweradestkirina çekdarên DAIŞê yên mayî hebûn".

Rewangehê got "raport dibêjin ku tifaqek heye", lê hûrgilî ne zelal in.

Lorî sivîlan vediguhezin

Çalakvanekî ji Dêra Zorê bi navê Emar Salih ji Diyaruna re Sêşemê ragihand ku 25 lorîyên barhilgir ji Baxoza Foqanî derketin.

Wî got ku lorîyan hejmareke mezin a sivîlan -- bi piranî jin, zarok û kal -- veguhestiye deverên li jor kontrola QSDê.

Selah got ku gelek lorî hîn li devera dorpêçkirî mane bo veguhestina sivîlên mayî û çekdarên DAIŞê yên dixwazin ku xwe radest bikin.

Wî got ku xizmên çekdarên DAIŞê di nav koma ku ji deverê derket de hebûn, û dîyar e endamên DAIŞê teqez dikin ku divê ew werin veguhestin berî veguhestina sivîlên mayî, yên ku rêxistin wan weke mertalên zindî bi kar tîne.

Selah dîyar kir ku li gorî agahîyên berdest, endamên DAIŞê di tunêlan de li dûrî çavan xwe veşartine.

"Bi tenê sivîl, bi taybetî jin, li devera dorpêçkirî tên dîtin," wî got.

"Qurbanîyê şer"

Save the Children Pênşemê got ku bêhtir ji 2,500 zarokên biyanî ji 30 welatan ji molgeha dawî ya DAIŞê reviyane, û ew di şert û merên pir xerab de li kampan li bakurê rojhilatê Sûrîyayê dijîn.

"Ew bi hewcedarî alîkarîyeke taybet in bo ew ji rewşa ew tûşî bûne rizgar bibin û vegerin rewşa asayî tev malbatên xwe," Rêxistinê ragihand. "Ev yek jî di kampên penaberan ên qerebalix li herêmeke şer de ne gengaz e."

Rêxistinê got ku zarok, di nav de 38 zarok bê xwedî, ji malbatên "ku têkildar in yan guman heye têkildar bin ligel" DAIŞê û ew ji kesên revîyayî yên din hatine veqetandin.

Zarok "qurbanîyên şer in û divê li gorî vê rastî nêzîkatî bi wan re bibe", Sonya Xûş, birêvebera rêxistina Save the Children li Sûrîyayê wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500