Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rûsîya kurtêlxweran bi kar tîne da ku armancên xwe li Sûrîyayê bi dest bîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên ya jê re tê gotin Koma Wgnerê, kampanîyeke serbazî ya taybet a Rûsî ya ku welatîyên Rûsî weke kurtêlxweran bi kar tîne, di wêneyekê de li Sûrîyayê. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin]

Endamên ya jê re tê gotin Koma Wgnerê, kampanîyeke serbazî ya taybet a Rûsî ya ku welatîyên Rûsî weke kurtêlxweran bi kar tîne, di wêneyekê de li Sûrîyayê. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin]

Rûsya kurtêlxweran bi kar tîne daku piştgirîya berjewendîyên xwe li Sûrîyayê bike û misoger bike ku ew dê dewlemendîya welat ji xaz û neftê bi dest bixe, pisporan ji Diyaruna re got.

Di nav wan de ya jê re tê gotin Koma Wagnerê, ya ku li Sûrîyayê şer kir, li gorî raportên Rojavayî û medyaya Rûsî ya serbixwe û hikûmetên biyanî, AFP ragihand.

Kompanîyê bala medyaya navdewletî kişand di Sibata 2018an de dema ku bêtirî 200 endamên wê li Sûrîyayê mirin, vê yekî bal kişande ser artêşa taybet ya ji çeteyan pêk tê.

Di wê demê de, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) li Dêra Zorê rastî êrîşekê ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê hat û êrîşên asmanî yên dijwar û agirê topavêjê li hemberî êrîşê derketin.

Du karkerên Koma Wagnerê bi leşkerekî Sûrî re nêzîkî bajarê Tedmurê li Sûrîyayê xuya dikin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin] 

Du karkerên Koma Wagnerê bi leşkerekî Sûrî re nêzîkî bajarê Tedmurê li Sûrîyayê xuya dikin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin] 

Wêneyek ji karkerekî Koma Wagnerê re hatiye kişandin li nêzîkî zevîyekî neftê li Sûrîyayê. [Wêne li ser medayaya civakî hatiye weşandin]

Wêneyek ji karkerekî Koma Wagnerê re hatiye kişandin li nêzîkî zevîyekî neftê li Sûrîyayê. [Wêne li ser medayaya civakî hatiye weşandin]

Piştî çend rojan ji bêdengîyê, Mosko mukur hat ku pênc welatîyên wê di êrîşê de hatin kuştin û bi "dehan" birîndar bûn, tevî ku gelek raportên medyayê angaşt kirin ku hejmara kuştîyên Rûsî bi gelekî ji wiha bilindtir bû.

Li gorî daxuyanîya Moskoyê, hemû kuştîyên Rûsî yên li Sûrîyayê bûn "bi destpêşxerîya xwe li wir bûn".

Wezîrê berevanîyê yê Rûsî israr kir tu xebatkarên wê li parêzgehên rojhilatî nînin, tevî ku gelek raportan teqez kir ku gelek welatîyên Rûsî weke kurtêlxwer li Sûrîyayê şer dikin, û ji Koma Wagnerê re kar dikin.

Komeke blogerên lêkolîner ên serbixwe yên weke Tîma Hewalgirîya Şer tên naskirin, nasnameyên bi dehên çekdarên mirî çêkirin -- ya ew engaşt dike ku hemû endamên Koma Wagnerê bûn.

Sergirtinek bo destêwerdana Rûsî

Kurtêlxwerên Rûsî yekem car di sala 2013an de li Sûrîyayê hatin dîtin, dema ew gihan da ku xizmeta ajandeyên Rûsyayê bikin û nehêlin ku rejîma Spûrî bikeve, pisporê serbazî Wail Ebdul Mutelib ji Diyaruna re got.

Mutelib got ku di sala 2015an de, hejmara wan "dutaq bû û herî kêm bû 2,000", û wan dest pê kir di mîsyonên şer de xizmet bikin, mîsyonên ku ew pê hatibûn erkdarkirin li jêr serperiştîya yekîneyên artêşa Rûsî yên li Sûrîyayê.

Mutelib got ku hêzên Rûsî yên ku ji baregeha cewî ya Hemêmîmê ya rejîma Sûrî kar dikin serberiştîya cîbicîkirina van mîsyonan dikin.

Kurtêlxwerên ji Koma Wagnerê re kar dikin "tam weke leşkeran bi wan re tê danûstandinkirin derbarê mîsyonên dispêrin wan û guhdana bijîşkî, hwd.", wî anî ziman.

Mutelib got ku gelek endamên Koma Wagnerê li parêzgeha Laziqîyayê hene, jiber ku ew yek ji deverên sereke ye ku desthilatdarîya Rûsî lê heye li Sûrîyayê.

"Ew herwiha li deverên bi xaz û neftê zangîn in belav bûne da kontrolkirina Rûsyayê ji samanên xwezayî yên Sûrîyayê re biparêzin," wî got.

Koma Wagnerê "wan operasyoninan cîbicî dike, ên ku Rûsya nikare bi awayekî eşkere cîbicî bike ji ber xetên navdewletî yên sor nahêlin ku bi awayekî yekser li derveyî sînorê xwe destwerdanê bike", pisporê ewlehî Ebdul Kerîm Ehmed got.

Wî ji Diyarunare got ku Rûsya vê destwerdanê di Sûrîyayê dike bi saya kompanîyên mîna vê, yên dîyar e ku kargehine taybet in di warê îmzekirina peymanan bi hikûmet û kampanîyên mezin re dixebitin.

"Ev yek dihêle ku Mosko dûrî gumanê be ku destên wê di çalakîyên kompanî de hene eger kompanî rastî arîşeyên siyasî, serbazî û dîplomatîk hat," Ehmed got.

Wî dîyar kir ku li Sûrîyayê, deverên ku neftê berhem didin armanca sereke ya kompanîyê ne.

Di sala 2016an de, Evro Polîs -- kargeheke ku belêndarê serbazî yê Rûsî Yevgeny Prigozhin wê temwîl dike, yê ku herwiha piştgirîya Koma Wagnerê jî dike -- peymanek bi rejîêma Sûrî re îmze kir.

Ehmed got ku peyman pareke 25% ji neft û xaza ku di van her pênc salên tên de li zevîyên Sûrî tên berhemkirin dide kompanîyê, zevîyên wê alîkarî kir di "rizgarkirina" wan.

Kremlin damezrênerê Koma Wagnerê xelat dike

Koma Wagnerê ji alîyê zabitê hewalgirîya serbazî ya Rûsî yê berê Dmitry Utkin hat damezrandin, yê ku di nav karwanê yekem yê kurtêlxwerên Rûsî yên di sala 2013an de gihişt Sûrîyayê.

Lê mîsyona wan a ku baş nehatibû amadekirin, ya ku desthilatdarîya Rûsî piştgirîya wê nekir, bi awayekî binketî bi dawî bû.

Ew di hin şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de beşdar bûn lê bi lez vegeriyan Rûsyayê, ku du kesên piştgir sê salan xistin zindanê de ji ber çalakîyên kurtêlxwerîyê, lê piranîya wan bê ku tu encaman bi dest bixin reviyan.

Utkin di payîza sala 2015an de li Sûrîyayê xuya kir, dema ku Rûsyayê dest bi destwerdanê kir da ku alîkarîya hevalbendê Kremlinê Beşar Esed bike.

Di Kanûna Yekem ya sala 2016an de, zabitê hewalgirîyê yê berê di şahîyekê de ku televîzyonê vediguhest, ku li Kremlinê hat lidarxistin bo pîrozkirina "Lehengên Welat", xuya kir, di heman roja ku wêne jê re li tenîşt Serokê Rûsî Vladimir Putin de hat kişandin.

"Kremlinê bi awayekî neyekser kompanî û damezrênerê wê nas kir bi rêya pîrozkirina Utkin weke yek ji lehengên Sûrîyayê," çalakê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

"Piranîya endamên Wagnerê berê leşker bûn di artêşa Rûsî de yan jî tawanbar bûn û cezaya sûcê xwe diqedandin," wî got, û not kir ku kompanî ji alîyê sektorê taybet ve tê temwîlkirin.

Wî daxuyand ku mûçeyên ew pêşkêş dike "ji 3,500 $ heta bi 5,000 $", û anî ziman ku karmend li baregeheke artêşa Rûsî li Molkino li başûrê Rûsyayê tên rahînankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500