Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ Îraqîne ku kapkulîlkan ji bîyabanê hildiçinin dike armanc

Xalid Taî

Niştecihên Rawayê her pênc zilamên ku ji hêla hêzên Îraqî ve hatin rizgarkirin di 19ê Sibatê de pêşwazî kirin, kesên ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin gava wan kapkulîlk ji bîyabanê hildiçinîn. [Wêne ji rûpela Enbar el-Hedes a Facebookê hatiye wergirtin]

Niştecihên Rawayê her pênc zilamên ku ji hêla hêzên Îraqî ve hatin rizgarkirin di 19ê Sibatê de pêşwazî kirin, kesên ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin gava wan kapkulîlk ji bîyabanê hildiçinîn. [Wêne ji rûpela Enbar el-Hedes a Facebookê hatiye wergirtin]

Paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşên xwe yên li dijî Îraqîyên ku tên bîaybanê da kapkulîlkan hilbiçinin di dema dawî de zêdetir kirin.

Hêzên Îraqî roja Sêşemê (19ê Sibatê) pênc welatî ji eslê heştan rizgar kirin, paş ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin gava wan kapkulîlk ji devera Mudhim li rojavayê bîyabana Enbarê hildiçinîn.

Şaredarê Rawayê Husên Eqîdî got ku hêzên hevbeş ên Fermandarîya Operasyonên Cezîrê û Lîwayê 28an ê artêşa Îraqî "devera ku her pênc lê hatibûn girtin nas kirin û ew rizgar kirin."

Eqîdî ji Diyaruna re eşkere kir ku niştecihine Rawayê yên ku di 14ê Sibatê de ligel sê niştecihên din ji bajarê Hedîsayê hatinibûn revanandin, û heta niha çarenûsa wan ne dîyar e.

Hêzên Îraqî bi piştevanîya asmanî rojavayê bîyabana Enabrê bo dîtina paşmahîyên DAIŞê di Cotmeha 2018an de radimalin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştevanîya asmanî rojavayê bîyabana Enabrê bo dîtina paşmahîyên DAIŞê di Cotmeha 2018an de radimalin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got "welatîyên hatine rizgarkirin tenduristîya wan baş e û ji me re gotin ku her 20 terorîst, bi xar revîyan gava dengê otombêlên serbazî bihîstin."

Di heman demê de, hêzên ewlekarîyê roja Sêşemê termên şeş kesan ji eslê 12an ku ji hêla paşmahîyên DAIŞê hatibûn revandin dîtin roja Duşemê gava wan kapkulîlk li bîyabana Nuxêbê ya li ser sînorê bi Siûdîyê re hildiçinîn.

Cîgirê parêzerê Kerbelayê Elî Meyalî ji Diyaruna re ragihand ku "endamên terorîst ên di kûrahîya bîybana Nuxêbê de xwe vedişêrin 12 welatî ji parêzgehên Kerbela, Necef û Enabrê revandin, di nav de çar bira."

Wî dîyar kir ku "welatî gava wan kapkulîlk li devera Cedîtat Erarê kom dikirin hatin revandin, ev dever 130 kîlomtreyî li rojavayê navenda navçeya Nuxêbê ye."

Meyalî destnîşan kir ku endamên DAIŞê dest û çavên wan girtin û ew birin devereke nêzîk bo lêpirsînê.

Meyalî anî ziman ku şeş ji wan hatin kuştin û termên wan roja Sêşemê ji hêla hêzên parastina sînor hatin dîtin li devera Um Cedhanê nêzî sînorê bi Siûdîyê re, ku gule di serê xwe de xwaribûn."

Wî dîyar kir ku revîneran du bira ji eslê çaran berdabûn ji ber ku tu delîl bi wan re tune bû, li gel ku hîna çarenûsa herdu birayên din û kesên mayî ne dîyar e.

Hevjîyan "terorîstan tengezar dike"

Meyalî got "di rêya vê tawanê re, DAIŞ dixwaze yekbûn û biratîya di navebra gelê Îraqî de bişkîne da me bi paş ve bikişîne û fitneya teyîfî vejîn bike."

"Qurbanî ji Sune û Şîya bûn ku bi hev re kar dikirin da ji malbatên xwe re debara jîyana wan bikin di rêya komkirin û firotina kapkulîlkan re," wî destnîşan kir. "Ev hevahengî û hevjîyan terorîstan tengezar dikin, ku bi vê kirina hov xwestin tayîfetê gur bikin."

Wî teqez kir ku "xelkên Îraqê yek in û tiştên wisa pîs bandorê li yekîtîya wan nakin."

Meyalî got ku "bi vê bûyera terorîst ji hêzên ewlekarîya me tê xwestin ku zû endamên DAIŞê yên mayî li bîyabana Nuxêbê bişopînin".

Wî anî ziman ku paşmahîyên DAIŞê di devereke bîyabanî de ne ku 800 kîlomtreyî di nava parêzgehên Kerbela û Enbarê de ye, heta sînorê bi Siûdîyê re, da zanîn jî ku ew gefekê ji niştecihên xwecihî re çêdikin.

Meyalî got ku "em gerekdarî maliştin û paqijkirine berfireh in li bîyabanê ku hemû yekîneyên ewlekarî û serbazî pê ve rabin."

Ev xebat dê xwe bispêre karê hewalgirî û bikaraîna teknolojyaya serbazî ya nûjen weke dron, kamerayên germî û radaran, Meyalî wiha bi dawî kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500