Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar destûrê dide malbatên DAIŞê ku vegerin

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê serperiştîya vegera malbatên bêwar bo malên xwe li rojavayê Qaimê dike, di wêneyeke ku di 10ê Cotmeha sala 2018 de li ser Înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê serperiştîya vegera malbatên bêwar bo malên xwe li rojavayê Qaimê dike, di wêneyeke ku di 10ê Cotmeha sala 2018 de li ser Înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Enbar nêzîkî çareserkirinekê ye têkildarî doza tengav a çawanîya nêzîkatîkirin bi malbatên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, doza ku dimîne jêderek alozîyê piştî têkbirina rêxistinê, berpirsên xwecihî gotin.

Wan got ku civînên di navbera serkirdeyên êlên Enbarê bûne bingeh bo aramîyê di pêngava piştî DAIŞê de, di rêya ku wan destûr da malbatên çekdarên DAIŞê ên ku destên wan di tawanên terorîzmê de nebû ku vegerin malên xwe.

"Em rûpeleke nû vedikin û em tarîtîya serdema terorîzmê bi hemû serencamên wê ên êşdar ji bîr dikin û bi temamî em berê xwe didin ku em pêşketinê li parêzgehga xwe qayim bikin," Şêx Qeterî Semermed, fermandarê hêzên êlan li navçeya Bexdadîyê, got.

"Em naxwazin li paş binêrin û ne em astengîyan deynin ku nehêlin em ber bi pêş ve herin," wî ji Diyaruna re got. "Em hewl didin em rûpeleke nû li ser bingeha dihevbihurtin, dev ji nefret û tolhildanê berdin dest pê bikin."

Kesekî bêwar ji Enbarê bendewarîya pişkinîneke ewlehî dike berî destûrê bidine wî ku vegere mala xwe. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Kesekî bêwar ji Enbarê bendewarîya pişkinîneke ewlehî dike berî destûrê bidine wî ku vegere mala xwe. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

"Em dixwazin ji hemû arîşeyên xwe xilas bibin, di nav wan de malbatên DAIŞê," wî got.

Nêrînek bo pêşerojê

Semermed got ku êlên Enbarê civiyan da ku vê arêşeyê nîqaş bikin û li ser nêrîneke hevbeş li hev kirin ji bo pêngava piştî DAIŞê û planeke pêşerojî bo parêzgehê.

Ev yek "qayimkirina stûnên aştî, aramî û dihevbihurînê di nav xwe de dihewîne û nahêle ku tolhildan û êrîşkarî li dijî kesên bêgunih çêbibin ên ku destên wan di kirarên terorîst ên ku xizmên wan kirine nînin", wî got.

Wî got ku ew Ew banga rêzgirtinê ji serwerîya qanûn re dike, ew şîrove dike ku ew kesên gazineke wan hebe "divê dadmendîyê di rêya dadgehê re bi dest bixin li şûn ku xwe bispêrin tundîyê".

Semermed got ku êlên rojavayê Enbarê dest bi vê yekê kir ku hiştin malbatên endamên DAIŞê vegerin malên xwe û dest bi jîyaneke normal bikin, .

"Gelek malbat ji kampên bêwarîyê vegeriyan piştî desthilatdarîya hewalgirî û ewlehî bêgunihîya wan derbarê tawanên terorîst teqez kir û ku wan piştgirîya xizmên xwe yên DAIŞê nekiriye," wî got.

Wî got ku li navçeya Bexdadîyê, hemû malbat vegeriyan ji bilî sê malbatan, ên ku detsûr nedane wan vegerin ji ber nîgeranîyên ewlehî.

"Rewş ev e li deverên îdarî yên din li rojavayê Enbarê," wî got, û not kir ku tenê çend malbatên DAIŞê li kampên bêwarîyê mane.

Wî got ku desthilatdarîya Enbarê dixwaze ku vê arîşeyê bi hev re çareser bike di rêya temamkirina vegera kesên bêwar.

"Hikûmeta xwecihî plan dike ku kampa bêwaran a dawwî li bajarokê Hebanîyayê li rojavayê Enbarê bigire, kampa ku 1,452 bêwar tê de bi cih in, di Hezîranê de," wî got.

Semermed bawerîya xwe bi gavên qanûnî û ewlehî derbirîn kir, gavên hatin dan da ku kesên bêgunih ji yên tawanbar veqetînin.

Li Enbarê, wî not kir ku 300 tundrew "an hukimê mirinê yan yê zindanên ewlehî yên herî dijwar".

"Welatîyên welatê me"

"Desthilatdarîya ewlehîya parêzgeha Enbarê girte ser milên xwe ku arîşeya malbatên endamên DAIŞê çareser bike," endamê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Şelal Nacî Obêdî ji Diyaruna re got.

"Databês derbarê van hemû malbatan li gel me hene û aniha ti kêşe li dor wan nînin piştî ku lêpirsînan bêgunihîya wan teqez kir," wî got.

Wî got ku gava din zehmettir e, ji ber ku gelek niştecîyên Enbarê naxwazin malbatên DAIŞê di nav wan de bijîn ji ber ew ji êrîşên teror, tolhildan yan çi alozîyên civakî yên din ditirsin.

Lê piranîya dilê wan vekiriye da ku tevlî van malbatan bibin, ji ber ew bêgunih in û nikarin bêwar bimînin, wî got: "Dawî divê em bi wan re weke welatîyên welatê xwe bidin û bistînin, heta eger yek ji endamên malbata wan terorîst be jî."

Ji ber ku xizmekî wan DAIŞî ye "ev yek maf nade ku hemû malbatê ciza bikin û nifşekî din ji tundewan çêkin", wî teqez kir.

Dimîne dozeke alozdar

Serokê eomîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Keûd got ku arîşeya malbatên DAIŞê dê bi temamî di wextê guncan de were çareserkirin.

"Ev dimîne arîşeyeke alozdar li seranserî welat," wî ji Diyaruna re got, û destnîşan kir ku gelek bajarên rizgarkirî dê nehêlin malbatên DAIŞê vegerin malên xwe, heta eger lêpirsîn jî bêgunihîya wan teqez bikin.

"Ji bo patêzgeha me, meraq heye ku destûrê bidin wan ku vegerin eger ew bêgunih bin û ez jî tevlî vê nerînê dibim," wî got. "Lê hewcedarîya me bi gelek tedbîran ku demê dixwazin heye."

Girîng e ku em bêtir kar bikin da ku em nirxên lihevhatinê di civakên xwecihî de qayim bikin, civakên ku bi awayekî neyînî bandora terorîzmê li wan hebû, Kiûd got.

Wî got ku ev yek dê were cêbicîkirin bi rêya miosgerkirina ku qurbanî dê werin qerebûkirin, û piştrastkirin ku malbatên endamên DAIŞê dê rastî nûtahîlkirina derûnî werin daku ew li îdîolojîya tundrew bi xwedî dernekevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê kes bi agirê kesekî din neyê şewitandin, û divê ev yek rêbaz be. Lê belê, di rewşa endamên DAIŞê de lojîk cuda ye, ji ber her terorîstek ne şaxê dareke bi tena serê xwe ye, lê hertimî rayekên wan hene, di zevîyeke pîtandî ya vê bîrdozîyê de.

BERSIV BIDE

Xwedê êlên Remadî biparêze! Alîkarî û kevkarîya we alîkarî da ku hêzên ewlekarîyê deverên we ji cirdan rizgar bikin.

BERSIV BIDE