Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Kurdên Sûrî daxwaza dîyarkirina çarenivîsa kesên revandî li ser destê DAIŞê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev postereke k kampanîyayeke ku doza azadkirina Kurdên Sûrîyayê yên DAIŞê ew revandine dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîyaya Girtîyên Kobanî Yên Revandî Vegerînin hatiye wergirtin]

Ev postereke k kampanîyayeke ku doza azadkirina Kurdên Sûrîyayê yên DAIŞê ew revandine dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîyaya Girtîyên Kobanî Yên Revandî Vegerînin hatiye wergirtin]

Çalakvan û ciwanên Kurd li Sûrîyayê dest bi kampanîyayek di medyaya civakî de kirine û daxwaza naskirina çarenivîsa dora 1,000 sivlîên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandine, ku piranîya wan xelkê Kobanî ne, dikin.

Hevinsîyatîvgerê kampanîyaya "Em Dixwazin Kesên Revandî Vegerin" Hîşam Husên Mehmûd ji Diyaruna re gotku birayê wî, Ferhan Îmam Mehmûd, di dîroka 19ê Sibata 2014an de hatiye revandin.

Mehmûd daxuyand ku armanca sereke ew e ku bang li civaka navdewletî, NY û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî bikin ku alîkarîyê bidin û her agahîyeke têkildarî çarenivîsa bi sedên ciwanên ku DAIŞê ew revandine pêşkêş bikin.

Wî got ku piranîya ciwanên hatine revandin ji devera Kobanî ne, û ew ji alîyê rêxistinê ve hatibûn revandin dema ku hebûna wê li deverê hebû.

Wî got ku kampanî berî sê salan hatiye destpêkirin, lê aniha tê nûkirin ji ber ku DAIŞ rastî jinavçûnê li Sûrîyayê tê, ji ber ku operasyonên serbazî yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li Dêra Zorêdê di demeke nêz de biqedin.

"QSD di rewşekê de ye ku dikare agahîyên li dor qedera wan ji bi hezarên girtîyên DAIŞê yên li ba wê girtî ne webigire," Mehmûd got.

"Hejmareke mezin ji emîr û biryardaran [di nav girtîyên DAIŞê de ne] yên ku ji hemû karûbarên rêxistinê agahdar in," wî anî ziman.

"Mafên malbatan heye ku çarenivîsa wan bizanin"

Mehmûd got ku daxwaza kampanîyayê bi awayekî serekî daxwazekî mirovî ye, û çarenivîs çi be bila bibe, malbatên girtîyan -- bav, dê, jin û zarok --- mafdar in ku çarenivîsa wan nas bikin.

Wî got ku bi alîkarîya van malbatan, kampanîyayê karî nav, wêne û cihên ew jê hatin revandin belge bike.

Ev sivîl hatibûn girtin dema ku wan hewl da ji ber tundî û hovîtîya rêxistinê birevin dema ku rêxistinê bajarê Kobanî dorpêç kir, û berê xwe bidin Îraq, Turkîyayê û Şamê.

Mehmûd got ku ew ji alîyê endamên DAIŞê ve hatin girtin li beşên cuda yên gundewarê Kobanî û gundewarê Minbicê, û paşê li gundewarê Helebê û li nêzî sînorê Turkîyayê.

Wî daxuyand ku paş şerê rizgarkirina Minbicê li Tebaxa 2016an, hejmarek ji xwendekarên ku rêxistinê ew girtibûn hatin azadkirin, di encama fişara ku li ser yekîneyên DAIŞê wê demê hatibû kirin de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hesen Elî Hemê, ku xelkê gundewarê Kobanî ye, ji destpêka DAIŞê ve li Minbicê hatiye nebedîkirin. Ew dixwest biçe Lubnanê, lê ew tev hevalê xwe hat revandin.

BERSIV BIDE