Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî ji destêwerdana Îranê di karûbarên welatên wan de nerazî ne

Faris Omran

Qasim Sulêmanî, fermandarê giştî yê Hêza Qudis a Pasdaran, bûye nîşana destêwerdana Îranî di rewşa Îraqê de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Qasim Sulêmanî, fermandarê giştî yê Hêza Qudis a Pasdaran, bûye nîşana destêwerdana Îranî di rewşa Îraqê de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Nerazîbûna raya giştî ya Îraqî li hember destêwerdana Îranê di karûbarên têkildarî serwerîya welatên xwe de zêde bûye, şirovekarên Îraqî wiha ji Diyaruna re dibêjin.

Kesayeta herî xuyayî ya têkildarî destêwerdana Îranî di rewşa Îraqê dehîn jî lîwa Qasim Sulêmanî ye, fermandarê giştî yê Hêza Qudis a ya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Şirovekaran daxuyan ku derketinên vekirî yên Sulêmanî li bajarên Îraqî ji xelkê Îraqê re provoksyonbar e û ew vê yeke weke bandora bihêz a Tehranê li Îraqê dihejmêrin.

Alavên çapemenîyê û rûpelên medyaya civakî yên ser bi Îranê ve bi berdewamî wêneyên Sulêmanî li Îraqî belav dikin, di dema birêveçûna civînan de bi serokên milîsên ku Îran piştevanîya wan dike û dixebitin bi balkêşîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Qasim Sulêmanî, fermandarê giştî yê Hêza Qudis a Pasdaran, ligel komek ji serokên milîsên Îraqî dicive di sala 2016an de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Qasim Sulêmanî, fermandarê giştî yê Hêza Qudis a Pasdaran, ligel komek ji serokên milîsên Îraqî dicive di sala 2016an de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Nivîskar û şirovekarê siyasî yê Îraqî, Hîlal Obêdî ragihand ku Îran Sulêmanî han dide ku di demên qeyranan de serdana Îraqê bike "daku piştrast bike ku ew yarîzanê sereke ye di qada Îraqî de û hemû çareserîyên piranîya pirsên girîng di destê wê de ne".

"Me Sulêmanî [bi awayekî vekirî] di çendîn boneyan de dît, ku ya herî dawî di hilbijartinên parlemanî yên Îraqî de di meha Gulana 2018an de bû û di dema danûstandinên bo pêkanîna hikûmetê û desteya wezîran de," wî ji Diyaruna re got.

"Îran û Pasdaran Sulêmanî bi dosyaya Îraqê erkdar kirine ji ber ku bandora wî heye û xwedn têkilîyên bihêz e bi serokên milîsên Îraqî re," wî got.

Sulêmanî mîna "fermandarê dî fakto yê hemû milîsên ser bi Îranê ve li Îraqê tê hejmartin", Obêdî daxuyand, û got ku û ew bi awayekî berfireh weke serkirdeyên Îranî yên herî bandorvan in li Îraqê tê dîtin.

Kolana Îraqî nerazî ye

Nerazîbûneke "mezin di kolana Îraqî de li hember destêwerdana Sulêmanî di karûbarên siyasî, ewlehî û aborî yê welat de heye", şirovekarê stratejî û serbazî Rebîe Cawerî ji Diyaruna re ragihand.

"Îraqî nîgeran in ji ber kontrolkirina Sulêmanî ji çendîn hêz, partîyên siyatî û hêzên çekdar ên Îraqî re," wî got û da zanîn ku fermandarê Îranî her dixwaze ku karîgerîyê li ser Îraqê û prosesa biryardanê bike.

Milîsên çekdar li Îraqê bi awayekî rasterast ser bi Îranê ve ne di nav de Rêxistina Bedir, Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba û Esaib Ehil el-Heq.

"Îraqî Sulêmanî hevalbend nabînin, û ew baş dizanin ku serdanên wî bo Îraqê û çalakîyên wî û civînên wî yên bi Ebû Mehdî Muhendis [cîgirê serokê Heşid Şaebî] û fermandarên milîsên din re ne di berjewendîyên welatê wan de ne," wî got.

Wî got "Îran dixwaze ku Sulêmanî bike rêberê herî mezin ê ku biryara Îraqî di destê wî de be," û nameyeke bihêz bo cîhanê bişîne ku ew dê serwerîya Îraqê bin pê bike û samanên welat talan bike.

Wî got ku hegemonîya Îranê û armancgirtina wê ya berdewam ji dijberên siyasî yên Îraqî re gihiştiye asteke hestiyar, " û çareserîya yakane ew e ku civaka navdewletî helwesteke yekalîker nîşan bide bo rêgirtin li ber planên Îranê".

Destêwerdana Îranê cihê ''şermezarîyê ye''

Cawerî got ku hejmareke mezi şêwirmendên Pasdaran di nava milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve hene.

"Ev şêwirmendên Îranî bi hezaran milîtan xistine bin fermandarîya xwe de û ew hertiştî Îran ji wan dixwaze pêk tînin," wî got.

"Kiryarên Sulêmanî û destêwerdana wî di karûbarên me yên hundirîn de cihê şermezarîyê ye," Muhened Fehdawî, 41-salî, ji Diyaruna re got.

"Divê ew baldarîyê bide karûbarên welatê xwe û bihêle ku em welatê xwe birêve bibin," wî got.

"Em bi awayekî geşbîn li rayedarên Îranî temaşe nakin, Sulêmanî dibe yan kesek din dibe," Eymen Elî, fermanberekî hikûmetê ye û 35-salî ye, wiha got.

"Ew bi tenê dixwazin ku Îraqê qels bikin û wê wêran bikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Elî bang bo rêbazgirtina rêkarên rêgirtindar kir bo "dawîyê li çalakîyên gumanbar ên rayedarên Îranî bînin û daxwaz kir ku helwestên bihêz li dijî bandor û destêwerdana wan" di karûbarên Îraqî de kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

24 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rejîma Îranî ya herî gendel e di cîhanê de. Ew aniha rejîma Îraqê jî fêrî gendelîyê dikin.

BERSIV BIDE

Ez dawa li xwînerê vê nivîsarê dikim ku biçin beşê li jêra vê rûpelê (Derbarê Me). Ev malpereke fîtnegêr û munafiq e ku Amerîkaya xwînmij û kirêt sponserîya wê dike.

BERSIV BIDE

Wan mejîyê te şiştîye. Rejîma Îranê gendel e.

BERSIV BIDE

Bi navê xwedanê Quranê, Xwedayê Dilovan û Mihreban. Kanîn ew ên ku ev 8 sal in, ku hemû celebên bombeyan, di nav de yên kîmawî, li dijî gelê pawan ê Îranê yê Îslamî bi kar anîn, ku xelk parçe kirin û xwîna wan rijand?! Ew in heman alîyên ku dijminkarîyê belav dikin û her dem şer li dijî welatên Musilman ên mîna Îraq, Îran hwd li dar dixin. Bi rêya bikaranîna ragihandin, kenalên asmanî û înternêt! Ew miletên bêşens ên ku Xwedê nas nakin, û dîlên çêjên xwe yên çend rojên vê dunyayê ne ku wan çavên xwe girtine, û guhên xwe ker kirine, û devên xwe bêdeng kirine, lewra ew nikarin Xwedê biperêzin û berevanîyê li wesîyetên xwedawendî û nirxên mirovî bikin. Di roja îroyîn de, piştî ku komara Îslamî ya Îranê bilezûbez hewl da ku berevanîyê li gelê Îraqê û hikûmetê bike û wan ji şerên DAIŞê û hejmûna Şeytanê Mezin, Amerîkayê, biparêze û Îraqê seqamgîr bike û wê ji wêrankirinê û parçekirinê biparêze - ku ev yek bê vîna Xwedê ne pêkan bû - careke din heman ew hinek kesên biyanî yên nepak hene, ligel gelê Îraqî yê bêezmûn û xapandî, heman awaza fitneyê û dijminkarîyê di nava rêzên musilmanan de didin pêş. Bi hêvîya xelasbûna ji van dijminan. Sipas.

BERSIV BIDE

Sipas ji were re bo dabînkirina van babet û agahîyên nirxdar.

BERSIV BIDE

Hûn çeteyên derwîn in! Çavên xwe yên kor vekin û laşên Ebû Mehdî û general bibînin! Pêxember gotiye [divê hûn] tif bikin rûyên munafiqan!

BERSIV BIDE

Ev babet bi temamî propaganda ye û ne bêalî ye, ku kesekî kalfihim nivîsîye ku yekane armanca wî bedkirina wêneyê û peydakirina atmosfîreke neyînî têkildarî Îran û Sulêmanî ye. ... Herwiha, mixabin, gelek kes vê yekê bawer dikin. Îraq bûye gorepaneke taybet a Amerîkayê, ew dikare hertiştî plan bike û hertişî bike bi Îranê re.

BERSIV BIDE

Ev tev derew in. Ji ber ku Hac Qasim Sulêmanî tê Îraqê bi tenê bo amujgarîyan bike bo misogerkirina ewlehîyê li Îraqê û ji birayên Musilman re. Herwiha, ew li ser daxwazên hikûmeta Îraqî tê, ne ji ber xwe de. Dilnîya bin, aramîya û ewlehîya Îraqê, ev welatê hevalbend û bira, xwezîya dilê hemû Îranîyan e. Ez hêvî dikim ku ew roj were ku ramanên rast li Îraqê berbelav in, bo ew bibînin ku bira û xwuşkên me yên xweşewîst li Îraqê bi aştîyê û ewlehîyê şa dibin.

BERSIV BIDE

Ew xelet e, eger ne ji Îranê be, dê DAIŞê aniha serê herkesî birîba û jinan wan girtiba. Bijî Sulêmanî. Bimire Siûdîyê, Amerîka û Îsraîl. Ew gelekî destêwerdanê dikin.

BERSIV BIDE

Ez jîyana xwe gorî Sulêmanî dikim... Ne ji Sulêmanî be dê Îraqê rûmeta xwe wenda kiribaye.

BERSIV BIDE

Bes tovên tevlîhevîyê biçînin bi rêya mejîyên xwe yên qirêj. Rast e ku Îranê alîkarî nekiriye. Zêdetir, em xwedan rayekan in bi Îraqîyan re; di heyamekê de me hemûyan Îran [a yekgirtî] pêk tanî.

BERSIV BIDE

Wê dema ku DAIŞê Mûsil dagir kir û berê xwe da dergehên Bexdayê, dema ku wan bi hezarên Îraqîyan kuştin û destdirêjîya sêksî li bi hezarên jin û keçan kir, dema ku Siûdîyan xwekuj dişandin Îraqê, û wê dema ku Amerîka qebûl nekir ku alîkarîya Îraqê bike, û di dewsa alîkarîyê de wê cebilxane bi paraçûtan ji DAIŞê re dişandin, wê demê bi tenê Îranê û Sulêmanî, li ser daxwaza Bexdayê, hemû şiyana xwe xistin tevgerê de - ji cebilxane heta bi hêzan, û herwiha balefirên xwe yên şer. Ew bûn ên ku hatin ku alîkarîya artêşa [Îraqî] û Heşda Şaebî bikin. Yên ku aniha xwenîşandanan li dar dixin yan nezan in, yan cahil in, yan jî dibe ku ew sixurên Siûdîyê, Amerîka û Îsraîl in, yan jî paşmahîyên DAIŞê ne, û yan jî endamên partîya Bees in. Lê gelê Îraqê vê rastîyê dizane. Divê ji ber van xizmetan ew cihên destxweşîyê bin, û hemû berjewenîdyên beş werin parastin. Ji bo kesên xwenîşandanan dike, divê ew bizanin ku ne ji berxwedana heşda Şaebî û artêşa Îraqê ba, aniha DAIŞê dayik, xuşik û jinên wan kiribûn koleyên sêksî.

BERSIV BIDE

Vê yekê siyasetvanên Sûnî yên ser bi Erebistana Siûdî û Amerîkayê ve bi hêrs kirine, ji ber ku ew guh nadin berjewendîyên Îraqê mîna ku ew guh didin vegerandina hikûmetê weke rewşa wê ya berî 1991 û bidûrxistina Şîeyan. Herwiha bo Îraq bikeve hevbendîya Amerîkayê de li dijî Îranê. Ev bû sedem ku Sedam hat rakirin ji ber ku dûrî vê hevbendîyê bû û bêhtir nêzî Îranê bû, ya ku piştgirîya wî bi dirêjahîya salên dorpêçê.

BERSIV BIDE

Spas bo şirovekirinê.

BERSIV BIDE

Sipas bo belavkirina rastîyê

BERSIV BIDE

Gelo bi rastî li hemû parêzgehan sibe bêhinvedan e, yan ev nûçe ne rast e?

BERSIV BIDE

Mixabin, piranîya kesên ku derbarê sîyasetê de diaxivin tiştekî jê fam nakin. Hemû dewletên cîhanê, di nav de Îran, li berjewendîyên xwe digerin, ku ev yek li ser hesabê dewletine din be jî. Ev yek dema ku ev dewlet lawaz bin, mîna Îraqê. Ji bo dewletên wekhev jî, ew li ser bingeha berjewendîyên hevpar dimeşin. Ev rêbaza dewletan e ji çaxa ku hatine avakirin.

BERSIV BIDE

Xwedeyo berê xwe bide Îranê!

BERSIV BIDE

Hûn qala çi dikin? ev bê wate ye, ew ne şer e bi tenê li dor desthilatdarî û gendelîyê ye.

BERSIV BIDE

Îraqeke bihêz dikare xwe bi rê ve bibe. Aniha Îraq rast e di derdora me de û divê em hişyar bin û guh bidin rewşa xwe. Ev yek tê xwestin! Eger na, em dijminekî Îraqê ne. Herwiha, em nikarin di vê rewşê de tiştekî cuda bikin, ji ber ku hertim dê kêşeyên me hebin.

BERSIV BIDE

Sedî sed rast e

BERSIV BIDE

Hûn şayenê DAIŞê ne, ya ku we rezîl kir. Em in ên divê lêpirsînê bi we re bikin û hesab ji we bixwazin ji ber heşt salan ji şer. Xuyayî ye, [mîna ku] em in ên deyndarên we! Her bijî general Sulêmanî!

BERSIV BIDE

Ew van tiştan dibêjin bo karibin dîskorsekî bînin holê û hemû xebatên zehmet ên generalê me vala derxînin. Tevî ku Ereb hertimî tirsonek û bêwijdan in; divê em xebatên delalê xwe wenda nekin.

BERSIV BIDE

Divabû ku sînor ji qirêjîyê û bêşermîyê re hebe! Xelk êdî ji derewên we agahdar in. Wa çeteno, Şerm bikin!

BERSIV BIDE