Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Teqîn û topbaran sivîlên Idlibê di tirsê de dihêlin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî hewl didin ku agirekî ku ji ber cot teqînekê rû daye vedimrînin, li navenda bajarê Idlibê roja Duşemê (18ê Sibatê). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî hewl didin ku agirekî ku ji ber cot teqînekê rû daye vedimrînin, li navenda bajarê Idlibê roja Duşemê (18ê Sibatê). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Êrîşeke bi du teqînan li bajarê Idlibê bû sedema kuştina 24 kesan roja Duşemê (18ê Sibatê), û çar ji qurbanîyan zarok bûn, û ev êrîş weke "komkujîyeke rasteqîne" tê naskirin, çalakvanekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ragihand.

Esaf daxuyand ku van êrîşan, ligel zêdekirina topbarana rejîma Sûrîyayê li deverên din li bakur-rojavayê parêzgehê, rewşeke tirsê di nava sivîlan de durist kiriye.

Teqîna pêşî ya roja Duşemê bi rêya bombeyeke çandî li jêr otombîlekê rû daye, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Esaf got ku vê bûyerê li kolana Qusûr li navenda bajêr rû daye.

Ev wêranî ji encama cot teqînekê ye ku roja Duşemê (18ê Sibatê) li taxa Qusûr a bajarê Idlibê rû daye. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev wêranî ji encama cot teqînekê ye ku roja Duşemê (18ê Sibatê) li taxa Qusûr a bajarê Idlibê rû daye. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Sivîlek ji Maeret Numan alîkarîya tîmên xelaskirinê dike di veguhestina zarokekî birîndar de ji ber topbarana rejîmê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Sivîlek ji Maeret Numan alîkarîya tîmên xelaskirinê dike di veguhestina zarokekî birîndar de ji ber topbarana rejîmê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Rewangehê ragihand ku paş ambûlans gihiştin cihê bûyera teqîna pêşî, mîtorek teqîya.

Esaf got ku hinek ji endamên berevanîya sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî), di nav de xebatkarên medyayî yên ku tev komê dixebitîn, hatine kuştin yan birîndar bûne dema ku wan hewl dida qurbanîyan ji agirê teqînê xelas bikin.

AFP ragihand ku heta aniha tu alî xwe nekiriye berpirsyarê teqînê, herî kêm dora 51 kes birîndar bûne.

Ofîseke ya xwedê giravî jê re tê gotin "Hikûmeta Felatê", ku Tehrîr el-Şam damezrandîye, li nêzî kolana ku êrîşa Dueşmê lê pêk hatiye.

Rewangehê got ku çar çekdarên Tehrîr el-Şam di teqînê de hatin kuştin, û 20 kesên sivîl bûn qurbanî.

Parêzgeha Idlibê, ku dawîn navçeya mezin e ya li derveyî kontrola rejîma Sûrîyayê, aniha li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, ew jî hevbendîyeke tundrew e ku berê Enîya Nusrayê pêşengtîya wê dikir.

Tirs belav bûye

Asaf dîyar kir ku teqînên roja Duşemê "rewşeke ji tirsê peyda kiriye", ji ber ku ew di dema herî qerebalix a rojê de pêk hatin, dema ku dever mişt xelk bû.

Wî got ku lê rewş li derveyî bajar ne cuda ye, ji ber rejîm berdewam e di topbarankirina deverên niştecihbûnê yên parêzgehê de, û bi dehan sivîl bûne qurbanî.

"Tê gotin ku bajarên Maeret Numan û Xan Şêxûn û bajarokên Tamenahê û Babolîn rastî topbarankirinê tên, û herî kêm çar kes hatine kuştin û 25 birîndar bûne," Esaf got.

Wî got ku topbarana li Maeret Numanê bi giranîya li deverên niştecihbûnê rû dan, û tu serbaz li wir tune bûn.

"ligel qurbanîyan, topbaran bû sedema ziyaneke mezin di mal û mulkan de û çend agir bêketin," Esaf ragihand

Esaf got ku ew hatin vemirandin berî ku agir bigire malên li tenîştê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500