Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî hatine handan ku ji mayînên ji alîyê DAIŞê ve hatine çandin haydar bin

Xalid Taî

Zilamek posterekî dideyne ku bang li sivîlan dike ku yekser desthilatdarîyê agedar bikin eger ew rastî bermahîyên teqemenîyan werin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan hatiye wergirtin]

Zilamek posterekî dideyne ku bang li sivîlan dike ku yekser desthilatdarîyê agedar bikin eger ew rastî bermahîyên teqemenîyan werin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan hatiye wergirtin]

Tevî ku hêzên Îraqî bajar û deverên din ji mayînan û cebirxaneyên neteqiyayê yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li şûn xwe hiştine paqij kirine, hîn xeter li ser jîyana sivîlên ku li wan deverên dûrdest dijîn heye.

Di nav wan qurbanîyên dawî de malbateke ji Şirqatê, li bakurê Selahedînê,a ku endamên wê di rê de bûn ber bi devereke vehesînê ve li nêzîkî çîyayê Mexûlê diçûn dema navgîna wan li alaveke teqîner da.

Bûyera ku roja 1ê Sibatê qewimî, yekser du zarok tê de hatin kuştin û vê dawîyê dêyên wan di nexweşxaneyê de ji ber birînên xwe mirin. Herwiha xaltîka zarokan, ajokerê navgînê û xizmekî din di teqînê de birîndar bûn.

Berî wê bi rojekê jinek hat kuştin û kesekî din hat birînarkirin dema ku bombeyeke DAIŞê teqiya dema ew li dombelanan digeriyan li navçeya el-Elamê li Selahedînê.

Leşkerine Îraqî cebirxaneyên neteqiyayî yên ku DAIŞê li Tel Zehebl, li parêzgeha Selahedînê li şûn xwe hiştin di 11ê Cotmehê de pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî cebirxaneyên neteqiyayî yên ku DAIŞê li Tel Zehebl, li parêzgeha Selahedînê li şûn xwe hiştin di 11ê Cotmehê de pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bombeyek bi navgîneke ku zarok tê de bûn teqiya di 22ê Mijdarê de li Şûrayê li parêzgeha Nînewayê, û sê kes hatin kuştin û çar kes birîndar bûn.

Artêş teqemenîyan ra dike

"Artêşêbi hezarên tonan bombe û alavên teqîner ên ku terorîstan li şûn xwe hiştin rakirin û karîbûn deverên lewitî paqij bikin," peyvdarê Wezareta Berevanîyê liwa Tehsîn Xefacî got.

Pisporên mayîn û bombeyan li Birêveberîya Endazyarîya Serbazî xebatine mezin kirin daku gefê nehêlin û jîngeheke ewle li deverên ku ji DAIŞê hatine vegerandin peyda bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Hîn artêş hewl dide ku zevîyên mayîn û cebirxaneyan bibîne û paqij bike û veşartgehên çekdaran ên ku van alavan dihewînin bi awayekî rojane wêran bikin," Xefacî got.

"Lêbelê, tê naskirin ku ev koma terorîst teqemenî depo kirine û li gelek deveran çandine, bi awayekî sîtmatîk û ketûber," wî anî ziman.

Wî got ku zehmet e ku em hemû cihên ku dibe teqemenî di wan de hatibin veşartin destnîşan bikin, bi taybetî ji ber hin ji wan cihê wan di barana xurt a vê dawîyê de hatin guhertin.

"Xebatên me bo rakirina van teqemenîyên mayî berdewam in milbimilê desthilatdarîyên navdewletî û hikûmî yên din," wî got. "Lêbelê, hewcedarîya me bi piştgirîyê heye ji alîyê civaka navdewletî li ser asta rahînanê û dabînkirina alavên nûjen ên kifşkirina teqemenîyan da ku em karibin erkê xwe cîbicî bikin."

Ligel rakirina teqemenîyan, hêzên ewlehîyê tedbîran dikin daku xetera teqemenîyên neteqiyayî kêm bikin, bi rêya danîna nîşanên hişyarîyê li deverên gumanbar û dorpêçkirina deverên herî xeternak.

Wan kampanyayên hişyarîyê li dar xistin, û wan belavok belav kirin û semînar û civînên ku sivîlan han didin ku destên xwe nedin tiştên gumanbar encam dan.

Ji welatîyên Îraqî tê xwestin ku desthilatdarîyên pêwendîdar ji çi materyalên gumanbar yekser xeberdar bikin bi rêya xeta germ li ser van numeran: 120, 130, 115, 104, 138 û 182.

''Dûrketina ji deverên lewitî''

Piştî bûyera Şirqatê ya vê dawîyê, Fermandarîya Operasyonên Selahedînê têkilî bi malbatên xwecihî re kir, û ew han dan ku hay ji xwe hebin, eqîd Cuma Enad Saedûn Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Berî vê bûyerê, me her car niştecîyên xwecihî hişyar dikirin û aniha jî em dubare wan hişyar dikin û em ji wan dixwazin ku dûrî deverên bi bermahîyên şer lewitî ne bikevin û di rêyên xeternak re neçin," wî got

"Em dixwazin sivîl bi me re kar bikin û dema ew tu materyalên gumanbar bibînin, divê ew yekser me agedar bikin li şûn ku ew pê bilîzin yan bi xwe kifş bikin," wî got.

Bêçalakkirina cebirxaneyên neteqiyayî tehedîyeke mezin e ji ber ew bi awayekî ketûber li deverên erdnîgarîya wan dijwar û dûrdest in hatine çandin.

"Hêzên ewlekarîyê karîbûn xeterîya hebûna DAIŞê û mayînan ji bajaran bi dawî bikin," endamê encumena parêzgeha Selahedînê Abid Sultan Hemed ji Diyaruna re got.

"Li deverên çîyayî, biyabanî û deverên erdnîgarîya wan dijwar e hîn xeter bi awayekî xurt li wan heye," wî got.

Cibûrî teqez kir ku hewcedarî heye ku operasyon giranîyê bidin paqijkirina deverên dûrdest ji van bermahîyan, û bang li niştecîyên xwecihî kir ku bi şîretên wan bikin û fermanên hêzên ewlekarî yên di vî warî de pêk bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500