Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ jinên xwekuj li dawîn asêgeha xwe li Sûrîyayê belav dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zehmet e ku jinên xwekuj ên ku DAIŞ wa bi kar tîne di şerê xwe yê dawî de li dijî QSD li rojhilatê Sûrîyayê werin girtin, ji ber ku ew xwe di nav bi sedên sivîlên ku ji devera li jêr kontrola DAIŞê direvin vedişêrin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin] 

Zehmet e ku jinên xwekuj ên ku DAIŞ wa bi kar tîne di şerê xwe yê dawî de li dijî QSD li rojhilatê Sûrîyayê werin girtin, ji ber ku ew xwe di nav bi sedên sivîlên ku ji devera li jêr kontrola DAIŞê direvin vedişêrin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin] 

Di hewleke bêsûd de bo parastina dawîn asêgeha xwe li rojhilatê Sûrîyayê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jinan bi kar tîne bo pêkanîna êrîşên xwekujî li dijî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD).

QSD DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê, ya ku hevsînorê Îraqê ye, dorpêç dike, bi sergirtina hewayî ya hevpeymanîya navdewletî.

Armanca wan derxistina DAIŞê ye ji terîşa dawî ya mayî ji dewleta ku xwedê giravî wê di sala 2014an de li Sûrîya û Îraqê ragihandibû.

Di demekê de ku QSD erdê qezenc dike, bi hazaran kes ji ya jê re tê gotin "molgeha Baxozê" di rojên dawî de direvin, hinek ji wan sivîl in û hinek jî guman heye ku çekdarên DAIŞê bin.

Şervanên QSD nîşana serkeftinê bilind dikin di dema ku ew şerê çekdarên mayî yên DAIŞê dikin li Dêra Zorê. Di demekê de ku rêxistin pir tengav bûye de, ew jinan bi pêkanîna êrîşên xwekujî li dijî QSD erkdar dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanên QSD nîşana serkeftinê bilind dikin di dema ku ew şerê çekdarên mayî yên DAIŞê dikin li Dêra Zorê. Di demekê de ku rêxistin pir tengav bûye de, ew jinan bi pêkanîna êrîşên xwekujî li dijî QSD erkdar dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wesayiteke serbazî ya QSD di operasyonekê de li dijî DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê cih digire. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wesayiteke serbazî ya QSD di operasyonekê de li dijî DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê cih digire. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

"Endamên mayî yên DAIŞê di rûbereke pir teng de li ser tixûbê gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, li nêzî sînorê bi Îraqê re dorpêçkirî ne," efserekî QSD bi navê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got endamên DAIŞê xwe li vê deverê asê dikin, û di nav komên sivîlan de cih digrin daku xwe ji derbeyan bistirênin an jî xwe di tunêlên ku wan di bin erdê de kolane vedişêrin bo xwe ji êrîşên asmanî biparêzin.

Jin weke "mertalên mirovî" tên bikaranîn

Xoca dîyar kir ku di demekê de ku çekdarên DAIŞê di tunêlan de xwe vedişêrin, rêxistin "zorê li jinan dike ku şer bikin û wan weke mertalên mirovî bi kar tîne".

Wî got ku jin bi teqemenîyan tên barkirin û di tunêlan re tên şandin bo "xwe bi yekîneyên QSD ên pêşketî de biteqînin".

Xoca got ku piranîya van êrîşan neserketî bûn, ji ber ku QSD ji wan re amade bû, lewra "ew bûn encama xisarên hindik di rihan û alavan de".

Wî got ku pir zehmet e jinên xwekuj bên naskirin, ji ber ku "ew li her derê ne", û herwiha ew di nav sivîlên ku ji deverên li jêr kontrola DAIŞê direvin de cih digirin.

"Pêkane ku DAIŞ jineke xwekuj di nava wan de bişîne ku xwe biteqîne dema ku ew bigihêje hêzên QSD," wî got. "Lewra, nêzîkatîya bi sivîlên direvin re tê kirin pir bi hestyarî û baldarî ye."

Xoca ragihand ku yekîneyên jin ên QSD bi pişkinînkirina jinên direvin û piştrastbûn ji nasnameyên wan hatine erkdarkirin.

"Dihat pêşbînîkirin ku rêxistin berê xwe bide bikaranîna xwekujan ji ber ku ew rastî gelek xesaran di pevçûnên dawî de hatiye," pisporê komên terorîst Yehya Mihemed Elî ji Diyaruna re ragihand.

Mihemed Elî got ku berê xwe daye bikaranîna jinan ji ber ku çekdarên wê yên mêr ên ku karin êrîşên wiha pêk bînin pir kêm in, û balkişand ku rêxistinê berî nihaev taktîk bi kar anîye, dema ku ew kete jêr guvaşê li asêgehên berê li Îraq û Sûrîyayê.

Gef û xapên DAIŞê

"Ev taktîk ne bitenê bikaranîna jinan, lê belêbikaranîna zarokan jî dihundirîne," Elî got, û da zanîn ku jin û zarok û ciwan jî li jêr gef û xapên serkirdeyên DAIŞê tawanên wiha pêk tînin.

Çalakvan Emar Salih got ku sivîlên ji deverên li jêr kontrola DAIŞê direvin dibêjin ku jinên DAIŞê yan revîyane yan li tenîşên mêran çek hilgirtine.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku mêrên piranîya van jinan di şerên dawî de hatine kuştin û aniha zor li wan tê kirin ku fermanên rêxistinê bi cih bînin, di nav de şerkirin û pêkanîna êrîşên xwekujî.

Salih got ku piranîya sivîlên ku wî li kampa Holê dîtine jê re gotine ku "hemû endamên DAIŞê, çi jin û çi mêr, bi temamî wenda bûne".

Wî got ku ew xwe di tunêlên ku wan li jêr xanîyan kolandine li wan deverên ku hîna li jêr kontrola wan in vedişêrin, û wiha dewam kir "hinek ji wan tunêlan digihêjin deverên ku hatine rizgarkirin".

"Ev yek derfetê dide wan ku birevin an jî êrîşên xwekujî pêk bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500