Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

QSD nêz e ji bidawîkirina şerê tunekirina DAIŞê li Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şervanên QSD dest dideynin ser cihekî navber bi DAIŞê re li rojhilatê Dêra zorê. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Şervanên QSD dest dideynin ser cihekî navber bi DAIŞê re li rojhilatê Dêra zorê. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) derbasî pêngava dawî ji operasyona xwe dibin da ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parçeyê erdê yê dawî yê li jêr kontrola rêxistinê li parêzgeha Dêra Zorê der bike, berpirsekî serbazî got.

Endamên DAIŞê yên mayî li cihekî li derdora bajarokê Baxoz Foqanî (Baxoza Jorîn) dorpêçkirî mane û sivîlan weke mertalên zindî li dijî pêşketina QSD bi kar tînin daku ji vê deverê birevin.

Şerê derkirina DAIŞê ji gundewarê Dêra Zorê nêzîkî sînorê bi Îraqê re nêzî bidawîbûnê ye, zabitê QSD Ferhad Xoca îro Pêncşemê (14î Sibatê) ji Diyaruna re got

"Endamên DAIŞê vekişîne devereke biçûk ku rûbera wê ne zêdeyî kîlometreke çargoşe ye, li derdora bajarokê Baqoz Foqanî," wî got.

Jin û zarokên ku ji cihê dawî li Dêra Zorê yê li jêr kontrola DAIŞê direvin li basekê siwar tên da ku ji alîyê QSD ve ber bi kampên ku bo pêşwazîkirina wan hatin avakirin tên veguhestin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Pagereke QSD tê dîtin li beşekî Baxoz Foqanî, ku vê dawîyê hatiye rizgarkirin, li parêzgeha Dêra zorê. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Pagereke QSD tê dîtin li beşekî Baxoz Foqanî, ku vê dawîyê hatiye rizgarkirin, li parêzgeha Dêra zorê. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Ciwanên ku ji devera dawî ya li jêr kontrola DAIŞê li Dêra Zorê reviyan bendewarîyê dikin da ku ji alîyê QSD ve lêpirsîn bi wan re bê kirin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Ciwanên ku ji devera dawî ya li jêr kontrola DAIŞê li Dêra Zorê reviyan bendewarîyê dikin da ku ji alîyê QSD ve lêpirsîn bi wan re bê kirin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Wî got ku li devera ku dikeve di navbera taxa Şêx Hamid û Nazil Serîrîyînê li bakur, kampeke yan komeke kampan ji kesên ku ji şer reviyane, di nav wan de sivîl û malbatên endamên DAIŞê, heye.

Wî got ku tirsa li ser jîyana hejmareke mezin a sivîlan hişt ku pêşketina QSD hêdî bibe, ji ber hebûna bi gelek a segvanên DAIŞê, mayîn û egerên rûdana êrîşên xwekujî.

Xoca da zanîn ku hejmara êrîşên asmanî kêm bûye ji ber ku sivîl hene, û êrîş aniha tenê derbine deqîq in, ku emîrên DAIŞê armanc dikin li deverên tên naskirin ku ew lê hene.

Şerê kolanan

Xoca got ku di van rojên dawî de, şer veguherî bo rêbaza şerê kolanan, û gelek pevçûn bi dûrahîyên pir nêzîk diqewimin.

"QSD bi berdewamî pêşwazîya kesên ji deverên operasyonan direvin dike," wî got, "û nameyan ji wan kesên mane re dişîne ku derkevin û dûrî xeterê bikevin."

Wî eşkere kir ku bi dehan endamên DAIŞê xwe radestî QSD kirin, û ew bo kampine taybet ku ji bo vê yekê hatine amadekirin hatine veguhestin.

Xoca da zanîn ku tîmên ku bi prosesa derxistina sivîlan hatine sipartin pencemor û skana çav ên sivîlan werdigirin.

Wî daxuyand ku armanc ji vê yekê ew e ku nasnameya wan kesên ji deverên operasyonan direvin nas bikin, daku misoger bikin ku endamên DAIŞê di nav sivîlan de narevin, û herwiha daku biyanîyan ji niştecîyên xwecihî veqetînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500