Çalakvanekî ragihand ku rejîmê bi dehan endamên Ceyş Xalid bin el-Welîd serbest berdan ên ku li parêzgeha Derayê li başûrê welêt hatibûn girtin.
Ev gav, a ku matmyîbûnekê çêdike ku koma tundrew a alîgira "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke beşekî hewldana rejîmê tê da ewlehîyê bisepîne û protestên ku li herêmê rû didin, rawestîne.
Çalakvanê Derayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re got ku niştecih mat man gava endamên berê yên Ceyş Xalid bin el-Welîd di nav hêzên rejîmê de dîtin, rejîma ku êrîşên asmanî û girtinan pêk tîne.
Mesalma got ku komê soza dilsozîyê bi DAIŞê re dabû û li jêr navê wê şer dikir.
Mesalma da zanîn ku wî bihîst rejîma Sûrî bi dehan çekdarên opozîsyonê yên berê serbest berdan piştî demeke ne zêdeyî şeş mehan.
Wî dîyar kir ku rejîmê ne tenê ew berdan, lê belê ew di refên hêzên xwe de jî serbaz kirin, nemaze beşê ewlekarîya serbazî, yê berpirsyartîya şopandin û girtina dijberên rejîmê dike.
Xwepêşandanên li dijî rejîmê
Li gorî Mesalma, ev gav weke bersiv ji xwepêşandanên li dijî rejîmê yên li herêmê hat, bi taybetî ew xwepêşandanên ku ciwanan bi rêxistin kirine yên navên wan di lîsteya rêkeftina lihevanînê de hatibûn.
Wî anî ziman ku tevî ciwanên Derayê li gorî lihvkirina duristkirina rewşa wan bi rejîmê Sûrî re efûkirî ne jî, lê gelek ji wan ji hêla rejîmê ve tên girtin li jêr bihanene cihêreng.
Di encamê de, rewş li Derayê gelekî tengav bû, heta bi endamên opozîsyonê yên çekdar ên berê jî tevlî xwepêşandanan bûn, wî got.
Mesalma eşkere kir ku hêzên rejîmê bi temamî ji Dera el-Beled vekişîyan ji tirsa ku şerine çekdar rû bidin.
Gelek rêbendên pişkinînê li seranserî parêzgeha Derayê di heman demê de rastî êrîşên dubarekirî tên ji hêla berxwedana gelêrî ya li başûrê .
Mesalma got sivîlên aştîxwaz li herêmê ditirsin ku belkî endamên DAIŞê yên tevlî hêzên rejîmê bûne pevçûnine xwîndar çêbikin, hinek ji van endaman jî hatine binavkirin.
Wî dîyar kir ku piranîya wan bi "hovîtî, tawantî, revandin û kuştina ku pêk anînbûn," tên naskirin, gava wan herêm kontrol dikir.